AMED – HDP'ê li 17 navçeyên Amedê bi armanca ku Meclis berpirsyariya xwe ya di çareserkirina pirsgirêka kurd de bi cih bîne, faks ji Meclisê re şand.
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) 4 jê navendî li 17 navçeyên Amedê bi armanca ku Meclis berpirsyariya xwe ya di çareserkirina pirsgirêka kurd de bi cih bîne, faks ji Meclisê re şand. Li postaneyên navendî yên navçeyan faks hatin şandin. Parlamentera HDP'ê ya Amed Dersim Dag jî piştgirî da HDP'iyên ku faks şandin. HDP'iyan di faksên xwe de daxwaz kirin ku Meclis berpirsyariya xwe ya ji bo çareseriya pirsgirêka kurd bi cih bîne.
HDP'iyan di faksên xwe de bal kişandin ser bi dawîbûna tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û rewşa piştî vê yekê û ev tişt ragihandin: “Dema gavên wisa tên avêtin aramiyek çêdibe, rewşa aloz ji holê tê rakirin. Wek Ocalan jî dest nîşan kiriye hewceyî lihevkirineke civakî heye. Ji bo çareserî pêk were divê dev jê çanda şer bê berdan. Pêwistî bi muzakereyên demokratîk heye. Ji ber vê yekê ji bo ku rêya muzakereyên demokratîk vebe û bingeheke kanûnî were çêkirin em meclisê vedixwînin ku peywîr û berpirsyartiya xwe bi cih bîne.”
HDP'iyan piştî faksên xwe şandin ji şaxên postaneyan veqetiyan.