AMED - Rêveberê Baroya Amedê Mûhlîs Ogûrgul, biryara rakirina lewheya kurdî ya şaredariyên AKP’î rexne kir û got: “Qedexekirina ziman, windakirina mirovahiyê ye.”
Baroya Amedê, di hefteya 180'emîn de, ji bo bîranîna Serokê Baroya Amedê yê berê Tahîr Elçî ku li ber Mînareya Çar Ling a Navçeya Sûrê hat kuştin, li pêş Edliyeya Amedê çalakî li dar xist. Serokê Baroya Amedê Cîhan Aydin û parêzerên baroyê tevlî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de wêneyê Tahîr Elçî û pankarta “Em te ji bîr nakin” hatin vekirin.
‘DEMÎLDEST DOSYEYA DOZÊ VEKIN’
Endamê Desteya Rêveber ê Baroyê Mûhlîs Ogûrgul, di daxuyanî bi zimanê kurd da de wiha got: “Em bang li Serdozgeriya Komarê ya Amedê dikin. Demildest faîlên cînayeta Tahir Elçî derbixe holê û dosyeya dozê vebike.”
‘BILA HEMÛ ZIMAN BI HEVRE BIJÎN’
Ogûrgul, da zanîn ku hilbijar û tayînkerên AKP’î lewheyên Kurdî li ser şaredariyan rakirin û wiha got: “Weke Baroya Amedê em vê biryarê rexne dikin. A hatiye kirin şaşe. Reng û ziman bi nirxin û girîngin. Qedexekirina ziman, windakirina jiyanê ye. Windakirina mirovahiyê ye. Em bang li serokên şaredaryan ên ev biryar girtin û serokê hikûmet dikin. Bila ev qedexeyên li ser zimanê kurdî û hemû ziman rabin. Bila hemû ziman bi hevre bijîn.”
‘EMÊ JI BO HEMÛ TIŞTÊN XWEŞIK TÊBIKOŞIN’
Ogûrgul, bal kişand ser navçeya Heskifê ya dê di bin avê de bê hiştin û wiha bilêv kir: “Parastina dîrok û zimanê me yê bi nirx, erka me ya herî serekeye. Weke Baroya Amedê emê hemû tiştên baş û xweşik biparêzin û ji bo vê emê têkoşîna xwe dewam bikin.”
Piştî daxuyaniyê, ji bo bîranînan Tahir Elçî, 5 deqe çalakiya rûniştinê hat lidarxistin.