ÊLIH - Li navçeya Hezoyê jineke ducanî ji aliyê hevjînê ve xwe bi çifteya nêçirê hat kuştin.
Li gundê Bolukkonakê yê navçeya Hezo ya Êlihê, Serdar Yılmaz (24) hevjîna xwe Melekşah Yilmaz (22) ku bi 4 mehan ducanî bû, li malê bi çifteya nêçirê kuşt. Piştî vê yekê Serdar Yilmaz bi heman çekê întîhar kir û dawî li jiyana xwe jî anî. Cenazeyê Melekşah û Serdar Yilmaz ji bo otopsiyê rakirin Nexweşxaneya Herêmê ya Dewletê ya Êlihê.