SÊRT - Parlamentera HDP'ê ya Sêrtê Meral Daniş Beştaş, ji bo bi zimanên zikmakî yên li Tirkiyeyê xizmeta tenduristiyê be dayîn, pêşniyara guhertina qanûnê da meclîsê.
Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Sêrtê, Meral Daniş Beştaş, bi armanca li Tirkiye ji xeynî zimanê tirkî bi zimanên din ên zikmakî jî xizmeta tenduristiyê bê dayîn pêşniyarnameya guhertina zagonê da meclîsê. Beştaş, xwest bi vê guhertina zagonê, zimanên din ên ku li Tirkiye dijîn jî karibin bi zimanê zikmakî sûdê ji xizmeta tenduristiyê bigirin. Beştaş, bi hinceta "Daxwaza qanûnê ya der barê guhertina Qanûna Bingehîn a Xizmetên Tenduristiyê" pêşniyarnameya guhertina qanûnê da meclîsê û xwest bi hemû zimanan xizmet bê dayîn. Beştaş, anî ziman ku mafê tenduristiyê û mafê nexweş raste rast bi hevve girêdayî ye û wiha got: "Ji bo nexweş bigêje mafê xwe yê tenduristiyê divê diyaloga rast pê bikeve. Ji bo xizmeta tenduristiya baş divê xizmet bi zimanê zikmakî bê dayîn. Ev yek erka dewletê ya lezgîn e. Li gorî guhertinên hatine kirin, ji xeynî Tirkî zimanên din ên zikmakî jî esas hatine girtin. Divê welatî bi zimanê zikmakî sûdê ji xizmeta tenduristiyê bigire. Ji bo hekîm karibe pirsgirêka tenduristiyê fêm bike û nexweş pêşniyarên hekim pêk bîne, divê hekîm û nexweş hev fam bikin. Ji ber vê yekê mafê zimanê zikmakî derdikeve pêş. Mafê ziman mafekî mirov ê hatiye naskirin e."