AMED - Hevserokê Rêxistina HDP'ê ya Amedê Zeyad Ceylan, têkildarî bandora hilbijêrên kurd ên li Stenbolê ya li ser encama hilbijartinê û gotinên Namzetê AKP’ê yê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê Binali Yilidirim a li Amedê got ‘Kurdistan’ nirxandin kir û got: "Ev siyaseta erzan e. Ew çi bike jî Kurd wê li Stenbolê qedera encama hilbijartinê diyar bike."
Piştî YSK'ê li ser îtîraza AKP-MHP'ê hilbijartina Stenbolê betal kir û taloqî 23'ê Hezîranê kir, amadekariyên hilbijartina Stenbolê berdewam dikin. Namzetê îtîfaqa Cumhur ê Şaredariya Bajarê Mezin ê Stenbolê Binali Yildirim ji bo dengê Kurdan qezenç bike gotinên xwe yên der barê Kurdan de guhert û wekî ku mafê Kurdan diparêze xwe nîşan dide. Yildirim di 6'ê Hezîranê de hat Amedê û got “Kurdistan Mebûsû" Bertek û nerazîbûnên li dijî gotina Yildirkim û polîtîkayên AKP'ê yên li diji hilbijêrên Kurd didomin. Hevserokê HDP'ê yê Amedê Zeyyat Ceylan polîtikayên AKP'ê yên der barê Kurdan de û gotinên Bînalî Yildirim ên der barê Kurd û Kurdistanê de nirxand.
Ceylan, diyar kir ku bi gotina Bînalî Yildirim a ‘Kurdistan’ nayê wateya ku di polîtikayên AKP'ê yên têkildarî meseleya Kurd de guhertin çêbûye û wiha got: "Ev nêzîkatiyek pragmatist e. Sekn û helwesta Erdogan û rayedarên hikûmetê ya der barê Kurdan a beriya hilbijartina 31'ê Adarê diyar e. Kurt, dizanin ku berî hilbijartinê û piştî hilbijartinê der barê wan de çi hatiye gotin. Dizanin der barê aştî, edalet, hiqûq û azadiya mafan de çi hatiye gotin û niha çi dibêjin. Fikra hilbijêrên Kurd pişti çend gotinên dawî nayê guhertin. Îcraatên hikumete yên beriya 31'ê Adarê der barê Kurdan de diyar in. Hilbijartinek dij-demokratik hebû. Tevî her tiştî gelê me li HDP’ê xwedî derket.
Erdogan beriya hilbijartinê got "Li vir Kurdistan tune ye. Bicehemin biçin Iraqê. Kurdan jî li Stenbolê bersîv da vê gotina Erdogan û dengê xwe nedan wan. Kurdistan hem di aliyê dîrokî de û hem jî di aliyê erdnîgarî de heye.
Tu axaftina Yildirim a li Amedê der barê çareseriya pirsgirêka Kurd de tune ye. Bînalî Yildirim dîsa zimanê înkar û wêdekirinê esas girtiye. Tenê bi gotina Lazistan û Kurdistanê xwe bi sînor kiriye. Li vir siyaseta erzan dikin. Ev jî xuya dike ku tenê ji bo hilbijartina Stenbolê bi dest bixin dixwazin xwe bi Kurdan şêrîn bikin. Mehek berê gotin ‘Bicehimin biçin' mehek şûnde dibêjin ‘Kurdistan’. Ev siyaseta erzan e. Niha dibêje ezê piştgiriya Kurdan bistînim. Êdî gelê Kurd ji siyaseta erzan û bê bingeh bawer nake. 365 rojan kurdan înkar bike heqaretê li wan bike wan tundiyê li ser wan bimeşîne, lê 2 saet beriya hilbijartinê were Amedê û bêje 'Kurdistan' û vegere nabe. Êdî bi vê yekê Kurd dengê xwe nadin we. Êdî siyasetek wisa tune ye. Çawa ku di 31'ê Adarê de Kurdan qedera hilbijartina Stenbolê diyar kir, niha û şûnde jî di 23'ê Hezîranê de Kurd wê qeder û encama hilbijartina Stenbolê diyar bike. Hemû dildarên HDP’ê wê li dijî sekn û êrîşên faşizmê rawestin û ji bo serkeftina demokrasiyê wê têbikoşe. Dîsa dengê HDP'ê û dengê Kurd wê diyarker be û qedera hilbijartina stenbolê diyar bike."