BEDLÎS - Dadgeha Asliye Ceza ya Hawêlê, li Vezîr Emeç, ji ber gotina "Guh nedin buhayê benzînê. Serokomarê herî buha yê cîhanê li gel me ye" li ser medya civakî parve kir, 2 sal û 4 meh ceza birî.
Li Tirkiye ji ber xala 299'an a TCK'ê bi hinceta heqaret li Serokê AKP'ê Recep Tayyip Erdogan û Serokomar kirine li hezaran kesan doz hat vekirin û ceza hat birîn. Yek ji van kesên ku doz lê hat vekirin û ceza lê hat birin jî welatî Vezir Emeç e. Dadgeha Asliye Ceza ya Hawêlê, li Vezîr Emeç, ji ber gotina "Guh nedin buhayê benzînê. Serokomarê herî buha yê cîhanê li gel me ye" li ser medya civakî parve kir, 2 sal û 4 meh ceza birî. Dadgehê bi hinceta "Heqaret li serokomar kiriye" ceza birî.
Parêzerê Emeç Îsmet Eker, anî ziman ku di dozên heqareta li Serokomar de dadgeh di bin tundî û zextan de biryarê didin û wiha got: "Ji ber vê yekê Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropa (DMME) wê Tirkiye mahkûmî tazmînatê bike. Muwekilê me di parvekirina xwe de israfa heyî rexne kiriye. Ji ber rexneyê bi hinceta "Hewaret li Serokomar kiriye" doz vedikin. Tu tişta bibe sedema heqaretê tune ye. DMME berê jî ev ceza wekî îhlala mafên mirovan qebûl kiriye. Lê li gel vê yekê heyeta dadgehê disa ceza birî. DMME wê teqez îhlala mafên mirovan qebûl bike û Tirkiye ji ber vî cezayî mahkûm bike."