STENBOL - 4'emîn danişina doza Rojnameger Semiha Şahin û Pinar Gayip yên 14 mehin girtî ne, li 23'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê hat dîtin. Heyetê bi şertê hepsa malê berdan û şandin hepsa malê.
4'emîn danişîna doza Edîtora Ajansa Nûçeyan a Etkîn (ETHA) Semiha Şahîn ve Nûçegîhana ETHA Pinar Gayip ku girtî tên darizandin û 2 kesên serbest tên darizandin li 23'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê hat dîtin. Rojnamegerên ku bi îdîaya "Endamtiya rêxistinê" û "Propaganda rêxistinê kirine" 14 mehin girtî tên darizandin hatin darizandin. Di danişînê de xebatkarên ETHA, Nûnerê TGS'ê, malbata Şahîn û Gayip, Partiya Bindestên Sosyalîst (ESP) û gelek rojnamegerên din doz şopandin. Şahin û Gayip jî li salonê amade bûn. Semiha Şahîn û Pinar Gayip parastin kirin û xwestin serbest bên berdan. Parêzeran jî parastin kirin û diyar kirin ku muwekilê wan rojnameger in û xwestin bên berdan.
HEPSA MALÊ DAN WAN
Piştre heyeta dadgehê biryar da û der barê Şahin û Gayip de biryar da. Dadger li Şahîn û Gayip hepsa malê birî. Danişîna dozê taloqî 15'ê Cotmehê kirin.