STENBOL - Di doza Dînk de Cîgirê Waliyê Stenbolê yê ji Kêmaniyan Berpirsyar Ergun Gungor ji ber pirsgirêka SEGBÎS'ê nehat guhdarkirin. Dozgerê dozê Yasîn Hayal, Ogun Samast û Erhan Tûncel jî di nav de ji bo 9 kesan daxwaz kir ku dosyayên wan ji dozê bên veqitandin û ji bo amadekirina mutalaaya derbarê esasê de dosya teslîmê dozgeriyê bê kirin.
93'emîn rûniştina doza derbarê kuştina Gerînendeyê Giştî yê Rojnameya Agosê Hrant Dînk ku berpisyarên ewlehî, îstixbarat, û cendirmeyan jî di nav de 86 peywirdarê cemaweriyê têde tên darizandin, li 14'emîn Dadgeha Cezaya Girana Stenbolê tê dîtin. Di roja 3'emîn de ji ber ku pirsgirêk di sîstama ÛYAP'ê de derket rûniştin dereng dest pê kir.
Ji ber pisrgirêka ku di SEGBÎS'ê derket, Cîgirê Waliyê Stenbolê yê ji Kêmaniyan Berpirsyar Ergun Gungor ku biryara guhdarkirina wî hatibû dayîn nehat guhdarkirin. Gungur ji ber nûçeyeke wî ya derbarê Sabîha Gokçen de beriya kuştinê Dînk vexwendibû Walîtiya Stenbolê.
DOZGER: DELÎLÊN KU BÊN BERHEVKIRIN NEMAN
Dozger di mutalaaya xwe de wesfê sûcên li ser bersûcan, çarçoveya dosyayê û raporên di dosyayê de li ber çav girt û daxwaz kir ku rewşa girtî ya bersûcan bê berdewamkirin. Dozger her wiha di mutalaayê de diyar kir ku ji ber îhtîmala hin sûcên li ser wan bikevine ber demboriyê û ji ber ku tu delîlên derbarê wan de bên berhevkirin nemane mutalaaya derbarê esasê ya bersûc Ahmet Îskender, Erhan Tûncel, Ersîn Yolcû, Osman Hayal, Halîl Hacisalîhoglu, Tûncay Ûzûndal, Yasîn Hayal, Zeynel Abîdîn Yavuz û Ogun Samast mutalaaya bê ragihandin û daxwaz kir ku dosya ji Serdozgeriya Komarê rê bê şandin.
Rûniştin, bi girtina daxwazên parêzer û bersûcan didome.