'Întîhar neke xwe bi rêxistin bike'

  • rojane
  • 10:28 13 Hezîran 2019
  • |
img

STENBOL – Di demên dawî de ji ber kriza aborî kesên întîhar dikin zêde dibin. Îktîdar van kesên întîhar dike ji nedîtinê tê, pisporan diyar kir ku muxalefed dibêje 'întîhar neke xwe bi rêxistin bike", lê sedema vê întîharê ne nexweşî ye, krîza aborî ye. 

 
Li Tirkiye di demên dawî de bi sedan karsazan klît li deriyê kargeriyên xwe xistin. Bi hezaran karker ji kar derxistin. Ji ber krîza aborî bi dehan welatiyan întîhar kir. Di nava kesên întîhar kirin de parêzer, mamoste, bijîşk jî hene. Herî dawî di 16'ê Gulanê de li Navçeya Şahînbey a Dîlokê welatî Eyup Dal ê serî li şaredariya Şahînbey a AKP'e dabû, ji ber ew negirtin kar, li pêş şaredariyê xwe şewitand. Li Navenda Kastamonu Mamosteya 21 salî Kevser Abdulkadîroglu ku tayîna wê derneket, dawî li jiyana xwe anî. Mamosteya Matematîkê ya 21 salî Kevser Abdulkadîroglu ku li Zanîngeha 19 Mayis a Samsûnê beşa Matematîkê xwendibû, ji ber tayîna wê derneket întîhar kir. Parlamenterê CHP'ê yê Enqereyê Tekîn Bîngol raporek parve kir. Li gorî rapora Bîngol di sala 2013’an de 15, di sala 2014’an de 25, di sala 2015’an de 59, di sala 2016’an de 90, di sala 2017’an de 89 û 2018’de de 73 karkeran dawî li jiyana xwe anîn. Di 6 salên dawî de 5 qat zêde bû û hêjmar gihişt 351 kesan. 
 
Têkildarî betalî, kriza aborî û întîharên dawî Midûrê Daîreya ÎSÎG û Perwerdehiyê ya DÎSK'ê Tevfîk Guneş, Civaknas û Akademisyen Prof. Dr. Ferhat Kentel û Derûnînas Sevgî Turkmen, ji ajansa Mezopotamya (MA) re axivîn. 
 
GUNEŞ: BETALÎ RÊ LI  PÊŞ ŞIKANDINA DERDORÊ VEDIKE
 
Midûrê Daîreya ÎSÎG û Perwerdehiyê ya DÎSK'ê Tevfîk Guneş, anî ziman ku betalhiştina mirovekê-î di kesayetiya wî û têkiliya wî û derdorê de şikandinên mezin çê dike û wiha got: "Kesê betal dimîne xwe bê qîmet dibine. Her ku diçe hildiweşe. Kes tenê rêya çareseriya vê bê qîmetbûnê di intîharê de dibîne. Ev di heman demê de berteka li dijî betaliyê ye. Lê her çend ev çalakî li dijî betaliyê seknek be jî, rêbaza vê çalakiyê nayê qebûlkirin. Ji bo rê li pêş vê yekê bê girtin, divê polîtîkayên ku rê li pêş betaliyê digirin, bên pêşxistin. Ger ku ev dewlet, dewleta civakî be divêi li gorî rûmeta mirovan polîtîkayan pêş bixe. Dema krîz pêş dikeve întîhar jî zêde dibin. Rêjeya krîza aborî û întîharê bi hevve girêdayîn. Li aliyê din tevgerên sendîkayî jî di serdemên krizê  de li dijî êrîşên sermayeyê pir lawaz tev digerin û bêdeng dimînin. Îro dikare rê li pêş vê yekê bê girtin. Mixabin li Tirkiye têkiliyên sendîkayî pir perçe, belavbûyî û lawaz in. Lê ger ku sendîka xwe bi rêxistin bikin û bi hevre tev bigerin dikarin encam bistîn. Divê zorê li dewletê bikin ku dewlet gavan bavêjin. 
 
KENTEL: LI ŞÛNA ÇARESER BIKIN DITEPISÎNIN
 
Civaknas û Akademisyen Prof. Dr. Ferhat Kentel jî anî ziman ku bi taybetî li Tirkiye di serdema darbeyê de siyaseta otoriter rê li pêş rêxistinbûna sendîkayî girt û wiha got: "Hemû rêyên lêgerîna mafan girt. Piştî vê yekê jî got "Bi xêra me êdî grev nayên kirin. Weki ku her tişt çareser kiribe pesnê xwe dan. Lê li şûna çareser bikin tepisandin. Ji ber polîtîkayên herêmî û neteweyî mafên mirovan ê maddî tê binpêkirin. Îktîdarê bi van polîtîkayên tundiyê rê li pêş lêgerîna mafê wan ê maddî girt. Mirovên betal dimînin an zerarê didin xwe an jî zerarê didin kesên dervê xwe. Bi xizaniyê re rêjeya sûc, krîza malbatî, xapandin, dizî, bê ehleqî jî zêde dibe." 
Kentel, destnîşan kir ku rêya çareseriyê pêkan e û wiha axivî: “Tu mirov ne tenê hebûnek aborî û çandî ye. Her mirovek bi mirovekî din re xwedî heman derdên hevpar in. Derdên hevpar dikarin bi hevre çareser bikin. 
 
TURKMEN: HÊZÊN SERDEST ÎNTÎHARÊ WEKÎ NEXWEŞÎ NÎŞAN DIDIN
 
Derûnînas Sevgî Turkmen jî anî ziman ku hêzên serdest întîharê wekî nexweşî nîşan didin û wiha got: "Bingeha hemû întîharan xizanî û betalî ye. Îktîdar her dem van întîharan nabîne û ji nedîtinê tê. Ji ber ku wekî nexweşî dibîne. Ger ku îktîdar vê yekê bibîne divê mudaxale bike û çareser bike. Ji ber vê yekê întîharê wekî "Nexweşî" dibînin. Divê mirov rast li vê meseleyê binere û rast bigire dest. Bê guman divê em ji daxuyanî û gotinên kesên întîhar kirine bawer bikin. Çi gotiye û çima întîhar kiriye divê em van gotinan esas bigirin. Name, nîşe û delîlên li pey xwe hiştine divê em baş lêkolîn bikin û esas bigirin. Ev ne bê hêzî û nexweşî ye. Sedema van întîharan tenêtî, betalî û xizanî ye. Sedema sereke aborî û polîtîk e. Çima mirov bê çare tên hiştin? Divê lêkolîna vê yekê bê kirin." 
 
Turkmen, bal kişand ser gotina muxalifan a "Întîhar neke xwe bi rêxistin bike" û wiha got: "Di vî milî de bêtir erk û rol dikeve ser milê Rêxistinên civakî û demokratîk. Ev ne karê karkerên ku rojê 12 saetan kar dikin. Karê rêxistinê karê sendîkayan e." 
 
 

Sernavên din

14/06/2019
09:17 'Dînên' Nisêbînê kir belgefîlm
09:16 Paleyiya sîran dest pê kir: Ne di dest hilberîneran ne jî di dest karkeran de tiştek nema
09:15 Bertek nîşanî bernameya Îmamoglû û Yildirim dan: Mudaxeleyî qada rojnamegeriyê hatiye kirin
09:15 Ji ÎHD'ê ji bo zarokan şahî: Zarok li parkan kêfxweş in
09:13 Beşek mezin a Çemê Dîcleyê di talûkeyê de ye
09:12 Pêşengehek estetîk: Peykerên ji têlên înşatan hatine çêkirin
09:00 ROJEVA 14'Ê HEZÎRANA 2019'AN
13/06/2019
18:46 Li Esenyûrtê jinek hat kuştin
15:49 HDP'ê Hilbijartinên Yekitiya Şaredariyên Tirkiyeyê şermezar kir
15:17 Meclîsên Ciwanên HDP’ê dê serlêdana sûc bikin
15:14 Rojnameger Şahin û Gayip şandin hepsa malê
14:39 Yuksekdag dê sibê cara 12’emîn derkeve pêşberî dadger
14:38 Rêxistinên Demokratîk bang kirin: Mudaxaleyî agir bikin
14:13 Li Hevserokê HDP'î 18 meh ceza birîn
13:57 11 Efrîniyên li Hatayê tên darizandin nehatin berdan
13:53 Çavûşoglû: Dê S-400 bên Tirkiyeyê
13:47 Agaoglu: Cudakariya li dijî penaberan xwe bi rêxistin dike
13:38 KDP li Bradostê civînan pêk tîne
12:58 Dozger di doza Dînk de daxwaza veqetîna 9 dosyayan kir
12:52 Tetwaniyan: Rakirina lewheya Kurdî dewama înkar û bişavtinê ye
12:31 ‘Ji Sûrê dengê zarokan û hunerê bilind bû'
12:30 Li nexweşxaneyek Antalya teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
12:11 Li herêma Mehsertê pevçûn û şewat: Destûrê nadin mudaxileyê
11:20 Li Xalfetî û Pirsûsê 3 kes hatin binçavkirin
10:40 Pirtûka ‘Kê gurçik xwar?’ nedan girtî
10:39 Hevşaredarên HDP'î hatin gel hev
10:28 'Întîhar neke xwe bi rêxistin bike'
10:17 Wezaretê ranedestkirina xaniyên TOKÎ'yê yên Şirnexê saziyên herêmî berpirsyar nîşan da
10:10 Formayê Amedsporê nedan girtiyan
10:05 Şaredariya Silopya jî biryara dewrkirina neguhêzbaran betal kir
09:11 Yîgît ê 142 rojan di greva birçîbûnê de ma: Ji bo bi temamî tecrîd rabe em têbikoşin
09:11 Li qada futbolê jî êrîşî kurdî kirin!
09:10 Adiguzel: Em dengekî xwe jî ji dijberê xwe re nahêlin
09:09 Şilêrên Dersimê
09:09 Li herêmê rêjeya bandorgirtina ji krîza aborî 94.3 ye
09:09 Esnafên Wanê: Heta aştî çênebe wê krîz hebe
09:08 Hatin îşkencekirin, lê li holê tu lêpirsîn û doz tune ye!
09:08 Soylû hedef girt, dozger xwest cezayê muebeta giran bê birîn
09:07 Parêzerê malbata Şenyaşar: Lêpirsîneke çalak tune ye
09:00 ROJEVA 13'Ê HEZÎRANA 2019'AN
12/06/2019
17:26 Parêzerên Ocalan ji Îmraliyê vegeriyan
17:18 Gelê Tilhemîs: Heta canê me jî bişewite emê axa xwe terk nekin
16:42 Rojnameger Ayşe Duzkan serbest berdan
16:27 Di doza Dînk de eskerê şahid: Efser Şahîn bi Ogun Samast re hevditîn dikir
16:21 HDP: Em qîmetê bidin zarokan
15:56 Baroya Amedê: Barê giran ê jiyanê li ser milên biçûk rakin
15:54 Doza Mehmet Ayvalitaş: Dozger beraeta bersûcan xwest
15:09 Îlankirina ‘Sala Têkoşîna Bi Zarokên Karker Re’ jî tabloya tarî neguhert
15:08 Malbatê piştî 14 mehan cenazeyê kurê xwe Ferdî Akdag girt
15:08 Şaxa ÎHD'ê ya Edeneyê: Karkeriya zarokan rawestînin
14:54 Nivîskarê girtî Îlhamî Çinar nayê dermankirin
14:28 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê bi rê ketin
14:20 Di operasyona Xakurkê de kî çi dike û armanca wan çi ye?
13:56 Endamê OHD’ê Tombûl nehat berdan
13:55 HDP'ê Ferîdûn Yazar li ser gora wî bi bîr anî
13:38 Pero Dundar pirsa 'Kurdistanê' ji Soylû kir
13:37 Endamên Komîsyona NY Şaredariya Amedê ziyaret kirin
12:51 Angaşta îşkenceya li Heskîfê di otobusa binçavkirinê de îşkence
12:23 Berteka raftîngê: Walî Dersimê tune dike
12:08 Navê Navenda Jinan a Nûda îade kirin
11:39 Mudaxileyî malbatên xizmên xwe di qezaya trênê de winda kirin, kirin
11:28 Polîsan li Heskifê mudaxaleyî HDP'iyan kir. 33 kes binçav kirin
11:19 Hiquqnas Alataş: Heta hişmendî neyê guhertin, bi weşandina belgeyan gav nayê avêtin
11:18 Rohat Aktaş ê hat kuştin û 26 xebatkarên Azadiya Welat xistin ber lêpirsînê
11:17 ‘Pêwîste şaredarên ku tabelayan daxistin ji gel lêborînê bixwazin’
10:45 'Tevn li hemberî zihniyeta baviksalarî serhildan e'
10:35 Tercîha hilbijêrên kurd zelal û diyare
10:15 Çîftyurek: Pêdivî bi îtîfaqa ku çavdêriya Ocalan dike heye
09:45 Derbarê malên TOKÎ'yê yên Nisêbûnî de vekolîn hat destpêkirin
09:27 Li Dersimê 2 esker hatin kuştin
09:26 ‘Em ji Somayê dizanin, patron tenê bi awayekî nimûneyî tên girtin'
09:25 Wê HDP ji bo hilbijartina Stenbolê çalak tev bigere
09:24 'Divê girtî li nexweşxaneyê bên tedawîkirin'
09:23 ‘Heta krîz hebe wê zarokên karker jî bimirin'
09:22 Dozger ji dêvla îşkencekaran, bav û parêzer tawanbar kir!
09:22 Emîne Şenyaşar: Ên hatin kuştin jî, ên hatin girtin jî em in, çima?
09:21 ZMO: Şewitandina pirêzeyê zirarê dide axê
09:21 Bi rojan e şivan û cola pez li wî aliyê robar mahsûr mane
09:00 ROJEVA 12'Ê HEZÎRANA 2019'AN
11/06/2019
23:23 Zarokan bafirok hilfirandin
20:17 Li Bedlisê tabelayek din a Kurdî daxistin
19:57 Li Rojava bi sed hezaran dolim zeviyên genim şewitîn
19:21 14 rêxistinên demokratîk ên Amedê: Werin em bi hevre Tirkiyeya demokratîk ava bikin
18:34 Ciwanên HDP'î avakirina meclîsa xwe ya Enqere îlan kirin
17:34 Di Gulanê de 37 jin hatin kuştin
16:37 Li Dersimê zebeşên Amedê û petexên Balikesîrê hatin çandin
16:24 Doza Şemzînanê hat dîtin
16:05 ÎSÎG'ê li Amedê meclîs ava kir
15:46 Dadgeha Makeqanûnê serlêdana malbata Elvan red kir
15:45 ‘Em êrîşên li dijî goran lanet dikin’
15:36 Li 3 navendan bang kirin: Em li hemberî şewata daristanê bêdeng namînin
14:51 Boz ê kêr di navê wî de çikilandin: Ji bo ku min got heq, hiqûq û edalet gef li min xwarin
14:31 Pirsa têkildarî MÎT'ê ya doza Hrant Dink hêj bê bersîv e
14:31 Îmamoglu: Li gorî daxwazan em ê ji bo zimanê kurdî xizmetê bidin
13:59 Qeyika penaberan noqî avê bû: 2 jê zarok 7 penaberan jiyana xwe ji dest dan
13:53 Menfiye Çelîk û Habîbe Karakûş hatin definkirin
13:48 Parlementerê Sînn Fêîn Maskey: Divê Ocalan bê berdan
13:38 Ji bo îşkenceya li Xalfetiyê serî li Komîsyona Mafên Mirova ya Meclîsê dan
13:27 Şandeya Yekitiya Navbera Parlamenteran HDP’ê ziyaret kir
13:19 Hevserokê HDP'ê yê Sariçamê Îpekten jiyana xwe ji dest da