ŞIRNEX - Meclisa Şaredariya Silopya jî biryara dema qeyûm a derbarê dewrkirina neguhêzbarên şaredariyê yên ji bo gelek saziyan de betal kir. Hevşaredar Adalet Fîdan diyar kir ku heke neguhêzbar dewrê wan neyên kirin dê derbarê saziyên eleqedar de doz vekin.
Piştî Şaredariya Cizîrê, Şaredariya Silopya jî biryara dema qeyûm a derbarê dewrkirina neguhêzbarên şaredariyê yên ji bo gelek saziyan de betal kir. Hat hînbûn ku biryar di civîneke awarte ya Meclisa Şaredariyê ya dawiya meha borî de hatiye girtin. Binasiya biryara ku dewrkirina wesayîteke ji bo miduriyeta polisan a navçeyê, dewrkirina Navenda Piştervaniya Jinê ya ji bo Miduriyeta Perwerdeya Neteweyî ya navçeyê jî di nav de ji bo gelek neguhêzbaran hat girtin "li dijî hiqûqê" hat nîşandin.
HEVŞAREDAR FÎDAN: NEGUHÊZBAR BÊYÎ DAXWAZ HATINE DEWRKIRIN
Hevşaredar Adalet Fîdan têkildarî biryara ku li dijî 3 dengên red ên endamên meclisê yên AKP'î hatibû girtin axivî û qala pêvajoya piştî biryara ku girtine kir. Fîdan bi bîr xist ku dewrkirina neguhêzbaran ji aliyê "mecliseke tune" ve hatiye kirin û wiha got: "Ev biryareke bêhiqûqî ye. Neguhêzbar bêyî daxwaz hatine dewrkirin. Bi vê yekê re xesarê dane şaredariyê. Lewra pêwîstiya şaredariya me bi sazî û ersên ku hatine dewrkirin heye."
'HEKE NEYÊN DAYÎN EM DOZ VEKIN'
Fîdan destnîşan kir ku dest bi ragihandina biryara xwe ya ji bo saziyan kirine û ev tişt anî ziman: "Divê heta mehekê ya bi erênî ya jî bi neyînê bersiv bidin. Heke heta 2 mehan bersiv nedin, dê ev yek bê wateya ku biryara me girtiye nas nakin. Heke serî li vê yekê bidin û neguhêzbarên me careke din dewrê me nekin em ê jî doz li saziyên eleqedar vebikin.
'EV JI BO HILBIJÊRÊN AKP'Î JÎ BÊHURMETÎ YE'
Fîdan bertek nîşanî helwesta endamên meclisa şaredariyê yên AKP'î jî da û axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: "Heke hûn li cihekî hatin hilbijartin divê hûn nasnameya xwe ya siyasî deynin aliyekî. Divê xebatên ku gel jê sûd werbigire bên destekkirin. Lê AKP'ê di vê mijarê de dengê neyînî bi kar anî. Ev jî nîşan dide ku AKP hê jî di zihniyeta qeyûm de ye û piştgirî dide qeyûm. Helwest nîşandana li dijî rewşeke ku feyda gel têde heye di heman demê de li dijî hilbijêrên ku we hilbijartine jî bêhurmetî ye."