MÊRDÎN – Halef Yîgît ê li dijî tecrîdê 142 rojan di greva birçîbûnê de ma, deklarasyona 7 xalî ya Ocalan wek "ji bo gelan projeya jiyana wekhev" şîrove kir û got: "Ji bo deriyê Îmraliyê bi temamî vebe divê têkoşîn mezin bibe. Divê raya giştî bi tevahiyî guh bide vê bangawaziyê."
Çalakiyên greva birçîbûnê û rojiya mirinê yên li dijî tecrîda li Îmraliyê hatibûn destpêkirin, bi bangawaziya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî bibû. Ocalan di vê hevdîtina xwe de deklarasyoneke 7 xalî bi rêya parêzerên xwe re bi raya giştî re parve kiribû. Yek ji van girtiyên ku di girtîgehê de dest bi greva birçîbûnê kiribû û piştî hatibû berdan çalakiya xwe li malê dewam kriibû Halef Yîgît e. Yîgît ku 142 rojan di greva birçîbûnê de ma, peyamên Ocalan nirxandin.
Yîgît, anî ziman ku bi kêfxweşî tev li çalakiyê bûye û çalakiya wan ji bo pêşeroja gelên Tirkiye û Rojhilata Navîn çalakiyeke pir girîng bûye û got: "Herlbet di pêvajoyeke wisa dîrokî de cihgirtin cihê şanaziyê ye." Yîgît, diyar kir ku 8 kesên ji bo tecrîd bi dawî bibe dawî li jiyana xwe anîne tesîreke mezin lê kirine û got: "Me tu carî nexwest kes dawî li jiyana xwe bîne. Lê mixabin pêvajo wisa bû. Niha her cara ew roj tên bîra me em dibînin ku bê rojên çi qas zehmet bûn."
TÊKOŞÎNA DAYIKAN
Yîgît, bilêv kir ku her cara bi Ocalan re hevdîtin çdibin atmosfer diguhere û got: "Me wek koma sêyem dest pê kir û me nedixwest tiştek bês erê hevalên me yên beriya me dest pê kiribûn. Lê bi awayekî giştî dikarim bêjim li zindana hevalan pêvajo baş bi rê ve bir. Bi fedekarî û kedeke mezin bi rê ve birin." Yîgît, destnîşan kir ku di destpêkê de desteke raya giştî kêm bû û got: "Lê piştî dayik xwedî lê derketin ev pêş ket. Her tilîliyeke wan her dengek wan ji bo me cihê moralê bû. Eger serketinek hebe, di vê serketinê de para dayikan pareke mezin e."
Yîgît, got: "Tê gotin tu hêz nikare li ber hêza mirovê xwe dispêre hêza xwe ya xweser bisekine. Min ev yek bi awayekî berbiçav di çalakiyên greva birçîbûnê de dît. Ji bo min bi her awayî serketin bû. Çi di warê hestî, çi di warê bîrdoziyî de tevkariyeke mezin bû."
‘PROJEYA JIYANA WEKHEV E'
Yîgît, bal kişand ser peyamên Ocalan jî û diyar kir ku nexasim jî destnîşankirina deklerasyona Newroza 2013'an »ir girîng e û got: "Pêvajoyek rû da û heta Mutabaqata Dolmabahçeyê dewam kir. Em dikarin bêjin; eger ew çax xwedî li vê deklerasyonê bihata derketin, wê niha rewşa Tirkiyeyê pir cuda bûna. Deklerasyoona 7 xalî ji bo gelan projeya jiyana wekhev e. Eger niha li Tirkiyeyê alozî hebe, ev ji ber modela birêvebirinê ye. Eger di vê pergalê de guherînek çêbibe jî wê di warê fikrî û pratîkê de çêbibe. Eger li gor vê deklerasyona Birêz Ocalan tev bigerin wê rojên xweş li benda me bin. Lê divê di vê pêvajoyê de her kes xwedî lê derkeve û barê dikeve ser milê pêk bîne."
Yîgît, bal kişand ser girîngiya peywira partiyên siyasî, rêxistinên civaka sivîl û derdorên demokrat û got: "Birêz Ocalan di daxuyaniya xwe ya dawî de bal dikişîne ser gelên Sûriyeyê û gelê şengalê. Rêberekî wek Birêz Ocalan ji bo tevahiya gelên Rojhilata Navîn şansek e. Çimkî çareseriyê dide ber gelan. Loma divê her kes xwedî li vê bangawaziyê derkeve."
Her wiha Yîgît, fikrên xwe yên ji bo peyamên Ocalan jî vegot: "Li girtîgehan her kêlî berxwedan e. Ji ber vê Birêz Ocalan diyar dike ku divê berxwedan li tevahiya civakê belav bibe, terhên nû yên têkoşînê têkevin dewrê û civak tev bigere. Dibêje awayên cuda yên têkoşînê hene. Yanî ji hêlekê ve jî bang li civakê dike. Dixwazin ji bo demokratîkbûyîna welat civak daxilî têkoşînê bibe û ji bo azadî û wekheviyê tev bigere. Em dikarin bêjin wê hevalên me yên li hundur bi awayekî cuda têkoşîna xwe bidomînin. Lê belê di qada siyasî de divê tevahiya hevrêyên me, sosyalîst, demokrat, gel ji bo demokrasiyê têkevin nav hewldanan."
‘DIVÊ DERÎ TAM BÊ VEKIRIN'
Yîgît, destnîşan kir ku piştî grevên birçîbûnê divê pêvajoyeke xwerexnekirinê jî dest pê bike û ji bo deriyê ku piştî çalakiyan vebû tam vebe bal kişand ser domandina têkoşînê. Yîgît, diyar kir ku berovajî vê wê destekftiyên heyî jî ji dest biçin û got: "Divê hevdîtin bidomin. Pêdivî bi hevdîtinên ku heyetên cuda daxil bibin heye. Birêz Ocalan îşaret bi demeke 30-40 rojî kriibû. Em ê bibînin ka di vê demê de wê çi biqewime. Lê belê divê dewlet jî hay ji vê demê hebe û li gor wê gavinê rast bavêje. Ji bo gelên Tirkiyeyê a bixêr ev e. Loma divê demokrat, sosyalîst û raya giştî abrê dikeve ser milê wan pêk bînin."
MA / Ahmet Kanbal