RIHA - HDP'ê Ferîdûn Yazar ku 3 sal berê rojeke mîna çû ser dilovaniya xwe, li Rihayê bi bîr anî.
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) endamê damezrîner û Serokê Giştî yê Partiya Kedê ya Gel (HEP) siyasetmedarê kurd Ferîdûn Yazar ku 3 sal berê rojeke mîna îro çûbû ser dilovaniya xwe, li ser gora wî ya li taxa Kuçuk Ordek a navçeya Hewagê ya Rihayê bi bîr anî. Xizm û dostên Yazar, Parlamentera HDP'ê ya Rihayê Ayşe Surucu û rêveberirin HDP'ê tevlî bîranî bûn.
Keça Yazar Rahşan Yazar Kinik ku li ser gora bavê xwe axivî, diyar kir ku bavê wê rêber bûye û wiha got: "Bi ser mirina bavê min de 3 sal derbas bû. Çiqas dem derbas dibe ewqas bêriya bavê xwe dikim. Kesekî ku gelek tişt daye hînkirin."
Parlamenter Ayşe Surucu jî destnîşan kir ku yazar di tevahiya jiyana xwe de ji bo azadiya kurdan têkoşiyaye û wiha got: "Ew ji bo me rûmet e. Daxwaza wî tenê welatekî demokratîk bû. Em soz didinê ku dê heta dawiyê rêya wî ya têkoşînê bişopînin"