AMED - Endamên Komîsyona Yekitiya Navbera Parlamenteran a NY, Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Selçûk Mizrakli ziyaret kirin.
Endamên Komîsyona Yekitiya Navbera Parlamenteran a Neteweyên Yekbûyî (NY) ku ji hin hevdîtinan hatin Tirkiyeyê, Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ziyaret kirin. Hevşaredar Selçûk Mizrakli, endamên komîsyona di deriyê protokole de pêşwazî kirin. Mizrakli ji bo serdana komîsyonê spasiyên xwe pêşkêş kir û bal kişand ser girîngiya serdanê.
‘DI CIH DE DÎTIN GIRÎNG E’
Li ser navê komîsyonê Gabrîella Cuevas axivî û wiha got: “Tirkiye di pêvajoyek awarte re derbas dibe. Li şûna ku em pêşketinên heyî li ser medyayê bişopînin, di cih de dîtin girîngtire. Ji bo famkirina bûyeran hevdîtin kirin girîng e. Li Stenbolê jî hin hevdîtinên me hene. Ji bo girtina agahiyên berfireh pir alî hevdîtin kirin, pêwîs te.”
Piştî axaftinan hevdîtin ji çapemeniyê re girtî dewam kir.
Endamên Komîsyonê berî serdana Şaredariya Bajarê Mezin ê Amedê, Walîtiya Amedê ziyar kiribû.