NAVENDA NUÇEYAN - Di 2 rojên dawî de li Bakur û Rojhilatê Sûriye ango Rojavayê Kurdistanê û Başûrê Kurdistanê zêdeyî sed hezar dolim genimê welatiyan Şewitî. Tenê Navçeya Tirbespiyê zeviyên 29 gundiyan şewtîn. Li herêma Til Hemisê, Dirbêsiyê, Hewler Şengalê jî bi deh hezaran zevî û çandiniyê welatiyan şewitî.
Li Bakur û Rojhilatê Kurdistanê di 2 rojên dawî de bi sed hezaran genim û zeviyên welatiyan tev şewitî û bû xwelî. Li Qamişlo, Til Hemis, Tirbêspiyê Dirbesiyê, Hewler û Şengalê bi sed hezaran sevî tev bû xwelî.
ZEVIYÊN 29 GUNDÊN TIRBÊSPIYÊ TEV BÛN XWELÎ
Agirekî mezin bi zeviyên çandiniyê yên şêniyên navçeya Tirbespiyê ket. Di şewatê de zêdeyî sed hezar donim zeviyên ceh û genim şewitî. Tîmên agirkujiyê, şêniyan û şervanên YPG`ê û YPJ`ê destwerdan kir û di seatên êvarê de şewat vemirand. Di destpêkê de agir bi gelek nuqteyên navçeya Tirbespiyê ya herêma Cizîrê ket, lê ji ber bayê pir, agir bi aliyê bakur û paşê bi rojhilatê navçeyê ket. Şêniyan û tîmên agirkujiyê hewl da vemirînin, lê ba bû asteng li pêşiya vemirandina agir, di encamê de Rêveberiya Xweser bang li şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir ku alîkariya vemirandina agirê ku bi zeviyên çandiniyê li Tirbespiyê ketî bikin û hişyarî da ku agir negihîje stasyonên petrolê.
Di encama bangên Rêveberiya Xweser, hemû şêniyên herêmê û hemû tîmên agirkujiyê, YPG`ê û YPJ`ê beşdarî vemirandina şewatê bûn, yekîneyên parastinê dikaribûn agirê li aliyê başûrê rojhilatê navçeyê vemirînin. Tîmên agirkujiyê û şêniyan û şervanên YPJ û YPG`ê hewl da nehêlin agir bigihîje stasyonên petrolê mîna kaziyan û saziya kehrebeyê ya Tirbespiyê û beriya ku zirar bigihîje navendan, şewat hate vemirandin.
29 GUND ŞEWITÎN
Şewata li zeviyên 29 gundan, di nav de yên 18 gundan hemû şewitîn, sed hezar donim zevî şewitand. Gundên ku zeviyên wan şewitîn ev in: El Reş, Gundik Sîd, Kirdahol, Kirşêran, Xeznê, Hasûdê, Sewqiyê, Hemarê, Tayê, Xirbêt El-Bîr, Sehil, Qesrûk Mihemed Ziyab, Tenûriyê, Beyazê, Sîhê mezin, Sîhê biçûk, Lîlan, Mihetê El-Qîtar, Xerdokê, Bişêriyê, Kerê Berî, Kerdîm, Mizgeft, Xezîmok, Nebûê, Derîcîk, Meşûq, Gel Hesenak, Kerbkîl, Dîroka Qelinka.
Di encama wê de Tîmên Ewlehiyê û Hêzên Ewlekariya Hundirîn dest bi lêpirsînan kir da ku sedema pêketina şewatê nas bikin. Ev ne cara yekemîn e ku agir bi zeviyên çandiniyê yên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikeve, berpirsên herêmê jî dibînin ku hemû şewatên ku çêbûn, hin kesan pêk anîne. Beriya niha jî çeteyên DAIŞ`ê şewitandina zeviyên çandiniyê li Sûriye û Iraqê girt ser xwe. Hin şênî dibêjin destê hêzên rejîmê di şewatên li herêma Cizîrê de heye, şênî diyar dikin ku sedema wê ew e ku dixwazin derbeyê li aboriya herêmê bixin û fitneyan di nav şêniyên herêmê de derxin.
QAMIŞLO
Li gundên Sinceq, Hemîdiyê, Firêhiyê, Şûr, Çolbistan û Xirbe Îda yên başûrê navçeya Dirbêsiyê ya kantona Hesekê agir bi zeviyên çandiniyê ket. Tîmên agirkujê û şêniyên navçeyê heta vê kêliyên agirvedimrînin. Li navçeya Til Hemîsê şewata ku ji gundê Til Lehem û Barûda yê rojavayê navçeyê derket ber bi bakur û rojhilatê navçeyê berfireh bû. Şewat li zeviyên gundên Idrîsî, Fexara, Xiwêtila Doşo, Barda, Til Lehem, Ferhaniya, Sikeriyê, Rişîdiyê, El-Ezo, Hilwa, Benî Sebai, Til Eza, Hilwaya Mezin û Xirab Nehar belav bû. Nêzî 30 km dirêj û 15 km fireh zevî tev şewitî. Li zeviyên gundên Sinceq, Hemîdiyê, Firêhiyê, Şûr, Çolbistan û Xirbe Îda yên navçeya Dirbêsiyê ya Hesekê derketin. Xebatên vemirandina tîmên agirvemirîn û welatiyên gundiyan dewam dike. Şewata li gundê Til Lehem û Barûda yên girêdayî navçeya Til Hemîs a Qamişloyê jî derketibû, ber bi herêmên bakur û rojhilat ve diçe. Şewat belavî gundên Idrîsî, Fexara, Xiwêtila Doşo, Barda, Til Lehem, Ferhaniya, Sikeriyê, Rişîdiyê, El-Ezo, Hilwa, Benî Sebai, Til Eza, Hilwaya Mezin û Xirab Nehar bûn. Ji bo şewata li herêmê bê vemirandin tîmên vemirandinê agir xebatekî pir mezin didin
HEWLER
Di şewata saetên êvarî ya li gundê Sifeye ya girêdayî bajarokê Xebat a Hewlêrê de ku bi sedan donim zevî bû xwelî, deraseya ku ma di nava şewatê de jî şewitî. Gundê Sifeye ya ku piranî welatiyên Kakeyî lê dijîn 45 kêlometre ji Hewlêr dûr e.
ŞENGAL
Li gundê Huşê yê Komelgeha Tilbinat a Şengalê şeva din di saet 19.00'an de de agir girte zeviyên cotyaran û heta saetên derengiya şevê jî ji ber baya dijwar agir nehatibû vemirandin. Tîmên agirkujiyê û welatiyan bi derfetên xwe hewl dan agir vemirin, lê nikarin agir kontrol bikin. Heta niha nayê zanin ji ber çi sedeman şewat derdikeve. Heta niha li Şengalê 10 caran şewat der ketiye. Bi encama van şewatan de bi dehan donimê ceh û genimê cotyaran şewitiye. Herwiha li Komelgeha Borikê ji ber şewatê 2 kesên ku hewl didan agir vemirînin şewitîbûn û jiyana xwe ji dest dabûn. Heya niha ji ber bombebarana balafirên artêşa Tirk bi dehan welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest dane. Ji ber êrîşên artêşa Tirk bi dehan gund jî hatine vale kirin û ji bilî wê ziyanek mezin bi jîngeha herêmê ketiye. Jîngehparêzên herêmê diyar dikin ku bombebaran dibe sedemê xirabûna xwezayê û bang lêkolînê kirin.
Zêdetirî bombebarana artêşa Tirk li Binarê Qendîlê û herêma Behdînanê pêktê. Bombebaranê ziyanek mezin gihandiye jînge û xwezaya herêmê. Ji ber bombebaranê bi hezaran donim zevî û baxê xelkê sivîl şewitiye. Herwiha bi dehan sewalên kûvî yên li herêmê jî ber bi tûnebûnê ne. Herêma ku bi sedan gund tê de ne, ji ber metirsiya êrîşên artêşa Tirk dibin metirsiya vale kirinê deye.
Li gorî agahiyan li herêma Bradostê, 216 gund hene, ji vê hejmarê 115 gund ji ber êrîşên artêşa Tirk hatine vale kirin. 20 gundên din jî dibin metirsiya vale kirinê dene. Di heman demê de li 4 bajarokên Hecîawa 116 gund hene. Li Binarê Qendîlê jî 63 gund hene. Li Zaxo jî 123 gund û navçeya Soran jî 310 gund hene.
Hema bêje rojane artêşa Tirk van gundane dide ber bombeyan. Ji ber êrîşan heya niha li van gundane bi dehan welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest dane. Ji xwe di her êrîşekê de bax û baxçeyê gundiyan di şewite û ziyanek mezin digihe xwezayê. Ji bilî wê bi sedan sewalên gundiyan telef bûne.