14 rêxistinên demokratîk ên Amedê: Werin em bi hevre Tirkiyeya demokratîk ava bikin

  • rojane
  • 19:21 11 Hezîran 2019
  • |
img
AMED - 14 rêxistinên demokratîk û sivîl ên Amedê li gel partiyên siyasî, têkildarî peyama Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a çareseriya demokratîk û aştiyane helwesta xwe aşkere kirin û bang li hemû rêxistinên Tirkiye kirin. Sazî û partiyan ji her kesi xwest ku li dora nirxên azadî û demokrasiyê kom bibin û gotin: "Werin em bi hevre Tirkiyeyek demokratîk ava bikin û têkoşîna vê yekê bilind bikin." 
 
Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Tevgera Jinên Azad (TJA), Meclîsa Jinan a HDP'ê, Meclîsa Ciwanan a HDP'ê, Komeleya Jinan a Rosa, Komeleya 78'an, Komeleya Malbatên Girtiyan (TUAY-DER), Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya li Warê Şaristaniyê Xizmên Xwe winda kirine (MEBYA-DER), Înîsiyatifa Ekolojiyê, Komeleya Lêkolîna Çand û ziman a Mezopotamya (MED-DER) û Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD) jî di navde 14 sazî û rêxistinên sivîl û demokratîk bi armanca piştgiriyê bidin peyama Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a têkildarî çareseriya demokratîk û aştiyane daxuyaniyek hevpar dan. Nûnerên partî, komele û rêxistinên Demokratîk li avahiya TUAY-DER'ê kom bûn û civîna çapemeniyê li dar xistin. Gelek nûnerên partî û rêxistinên demokratîk amade bûn. Beriya daxuyaniyê bidin polîsan li pêş avahiya TUAY-DER'ê tedbîrên mezin girtin. Li ser navê girsê Hevserokê DBP'ê yê Amedê Galîp Kandemîr daxuyanî da. 
 
'RÊYA XELASIYA JI KRÎZÊ TÊKOŞÎNA DEMOKRATÎK E' 
 
Kandemîr, diyar kir ku di dîrokê de şoreşa herî mezin li ser axa Anatoliyê û Mezopotamya pêş dikeve û wiha got: "Lê li gel vê şoreşa dîrokî hêzên emperyalist her dem serî li rê û rêbazên krîz û kaosê dide. Sedema vê krîz û kaosê jî ew kesên ku para xwe ji azadî û demokrasiyê negirtine ne. Ji komkujiya xwezayê heta komkujiya jin, çand, ekolojî hemû cureyên komkujiyê dimeşînin. Li dijî hêzên ku xwe bi tunekirinê xwedî dikin, em jî wekî kesên ku edalet, wekhevî, azadiyê dixwazin vê têkoşina avakirinê berdewam dikin. Ev têkoşîn, têkoşîna tarî û ronahiyê ye. Faşizm dixwazçe her qadê tarî bike. Li ser gelan faşizm tê ferzkirin. Di vê pêvajoyê de em bawer dikin ku pêwiste têkoşîna azadî, demokrasî û aştiyê divê bê navber berdewam bike. Li Rojhilata Navîn, Kurdistan û Tirkiye li dijî pergala yekperest ku xwe ji moderniteya kapîtalîst xwedî dike, divê em modela moderniteya demokratîk, lihevkirina civakî û perguala demokratîk xurt bikin û ava bikin. Rêya rizgarkirina ji vê krîzê, demokratîkbûna Tirkiye û Rojhilata Navîn e. Yên vê yekê bikin jî gelê me yê baweriya xwe ji aştî, demokrasî û azadiyê anîye. " 
 
'EM DIKARIN BI VÎNA XURT Û HÊZA AQIL Û PALÎTÎK ÇARESER BIKIN' 
 
Kandemîr, bal kişand ser peyama Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ên çareseriya demokratîk û wiha axivî: "Em  bawer dikin ku ger em bi vîna têr û tije ya ji bo azadî, wekhevî û demokrasiyê bimeşin emê bi ser bikevin. Em wekî sazî û rêxistinên demokratîk ên Amedê heta niha me têkoşîna bi biryar û xwedî vîn a bi hêz nişan da û ji bo demokratikbûna Türkiye em têkoşiyan. Em dixwazin vê vîna xwe dîsa li Amedê nîşan bidin. Birêz Ocalan di 6'ê Gulane de 7 xanên ji bo çareseriyê îlan kir. Diyar kir ku li Rojhilata Navîn û Tirkiyeyê rêya rizgariya ji krîzê ne şer û tundî ye. Dijberî vê yekê hêza nerm, ango rêya aqil, polîtîk û çandî ye. Bang li hemû rêxistinên demokratîk kiriye ku erk û rola xwe pêk bînin. Hem Deklarasyona 6'ê Gulanê û hem jî pêvajoya piştî Newroza 2013'an ji bo demokratîkbûna Tirkiye gav hatin avêtin. Hat xweztin ku bi rêya muzakereyan û ji tundiye dûr pirsgirêk bên çareserkirin. Bal kişand ser siyaseta demokratîk û lihevkirina civakî. Diyar kir ku bi rêya siyaseta demokratik û li hevkirina civakê hûn dikarin pirsgirêkê çareser bikin."  
 
'EM BANG LI HER KESÎ DIKIN KU TEV LI TEKOŞÎNÊ BIBIN' 
 
Kandemir, bal kişand ser tekoşîna Hevseroka KCD'ê Leyla Guven, hezaran girtiyen siyasî yên çalakiya greva birçîbûnê û têkoşîna Dayikên Laçik Spî û wiha bi dawî kir: "Vê tekoînê rê li vekirina Deriyê Îmraliyê vekir. Ji bo çareseriya demokratîk firsendek dîrokî daye pêş me. Em nikarin çareseriya Demokratîk ji hêzên îktîdarê bipên. Li hemberî banga Birêz Ocalan bi dagirkeriya Başûrê Kurdistanê bersîv dane. Îktîdara AKP- MHP'ê helwesta xwe carek din nîşan da. Em vê helwesta dagirkeriyê carek din şermezar dikin. Îktîdara AKP-MHP'ê dixw-aze çareseriyê provoke bike. Em bang li hemû hêzên demokrasiyê dikin ku li dijî dagirkeriyê dengê xwe bilind bikin. Ji niha û şûnde emê hemû çalakiyên xwe yên demokratîk û xebatên xwe yên rêxistinî li gorî lihevkirina civakî, demokratîkbûna Tirkiye pêş bixin. Ji bo vê yekê di serî de li Amedê, Kurdistan û Tirkiyeyê em bang li hemû gelê xwe, bawerî, kom, ciwan, jin, hemû beşên civakê, partiyên siyasî. rêxistinên demokratîk, rewşenbir, nivîskar, hunermend, parazvanên mafên mirova û hemû beşên ku nirxên azadî û demokrasiyê diparêzin dikin ku li dora nirxên demokratîk û azadiyê kom bibin û ji bo avakirina Tirkiyeya demokratîk em têkoşina xwe bi hevre bilind bikin. Wê Faşizm û zalim winda bikin. Wê azadi û demokrasî bi ser bikeve." 
 
 
 

Sernavên din

14/06/2019
09:17 'Dînên' Nisêbînê kir belgefîlm
09:16 Paleyiya sîran dest pê kir: Ne di dest hilberîneran ne jî di dest karkeran de tiştek nema
09:15 Bertek nîşanî bernameya Îmamoglû û Yildirim dan: Mudaxeleyî qada rojnamegeriyê hatiye kirin
09:15 Ji ÎHD'ê ji bo zarokan şahî: Zarok li parkan kêfxweş in
09:13 Beşek mezin a Çemê Dîcleyê di talûkeyê de ye
09:12 Pêşengehek estetîk: Peykerên ji têlên înşatan hatine çêkirin
09:00 ROJEVA 14'Ê HEZÎRANA 2019'AN
13/06/2019
18:46 Li Esenyûrtê jinek hat kuştin
15:49 HDP'ê Hilbijartinên Yekitiya Şaredariyên Tirkiyeyê şermezar kir
15:17 Meclîsên Ciwanên HDP’ê dê serlêdana sûc bikin
15:14 Rojnameger Şahin û Gayip şandin hepsa malê
14:39 Yuksekdag dê sibê cara 12’emîn derkeve pêşberî dadger
14:38 Rêxistinên Demokratîk bang kirin: Mudaxaleyî agir bikin
14:13 Li Hevserokê HDP'î 18 meh ceza birîn
13:57 11 Efrîniyên li Hatayê tên darizandin nehatin berdan
13:53 Çavûşoglû: Dê S-400 bên Tirkiyeyê
13:47 Agaoglu: Cudakariya li dijî penaberan xwe bi rêxistin dike
13:38 KDP li Bradostê civînan pêk tîne
12:58 Dozger di doza Dînk de daxwaza veqetîna 9 dosyayan kir
12:52 Tetwaniyan: Rakirina lewheya Kurdî dewama înkar û bişavtinê ye
12:31 ‘Ji Sûrê dengê zarokan û hunerê bilind bû'
12:30 Li nexweşxaneyek Antalya teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
12:11 Li herêma Mehsertê pevçûn û şewat: Destûrê nadin mudaxileyê
11:20 Li Xalfetî û Pirsûsê 3 kes hatin binçavkirin
10:40 Pirtûka ‘Kê gurçik xwar?’ nedan girtî
10:39 Hevşaredarên HDP'î hatin gel hev
10:28 'Întîhar neke xwe bi rêxistin bike'
10:17 Wezaretê ranedestkirina xaniyên TOKÎ'yê yên Şirnexê saziyên herêmî berpirsyar nîşan da
10:10 Formayê Amedsporê nedan girtiyan
10:05 Şaredariya Silopya jî biryara dewrkirina neguhêzbaran betal kir
09:11 Yîgît ê 142 rojan di greva birçîbûnê de ma: Ji bo bi temamî tecrîd rabe em têbikoşin
09:11 Li qada futbolê jî êrîşî kurdî kirin!
09:10 Adiguzel: Em dengekî xwe jî ji dijberê xwe re nahêlin
09:09 Şilêrên Dersimê
09:09 Li herêmê rêjeya bandorgirtina ji krîza aborî 94.3 ye
09:09 Esnafên Wanê: Heta aştî çênebe wê krîz hebe
09:08 Hatin îşkencekirin, lê li holê tu lêpirsîn û doz tune ye!
09:08 Soylû hedef girt, dozger xwest cezayê muebeta giran bê birîn
09:07 Parêzerê malbata Şenyaşar: Lêpirsîneke çalak tune ye
09:00 ROJEVA 13'Ê HEZÎRANA 2019'AN
12/06/2019
17:26 Parêzerên Ocalan ji Îmraliyê vegeriyan
17:18 Gelê Tilhemîs: Heta canê me jî bişewite emê axa xwe terk nekin
16:42 Rojnameger Ayşe Duzkan serbest berdan
16:27 Di doza Dînk de eskerê şahid: Efser Şahîn bi Ogun Samast re hevditîn dikir
16:21 HDP: Em qîmetê bidin zarokan
15:56 Baroya Amedê: Barê giran ê jiyanê li ser milên biçûk rakin
15:54 Doza Mehmet Ayvalitaş: Dozger beraeta bersûcan xwest
15:09 Îlankirina ‘Sala Têkoşîna Bi Zarokên Karker Re’ jî tabloya tarî neguhert
15:08 Malbatê piştî 14 mehan cenazeyê kurê xwe Ferdî Akdag girt
15:08 Şaxa ÎHD'ê ya Edeneyê: Karkeriya zarokan rawestînin
14:54 Nivîskarê girtî Îlhamî Çinar nayê dermankirin
14:28 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê bi rê ketin
14:20 Di operasyona Xakurkê de kî çi dike û armanca wan çi ye?
13:56 Endamê OHD’ê Tombûl nehat berdan
13:55 HDP'ê Ferîdûn Yazar li ser gora wî bi bîr anî
13:38 Pero Dundar pirsa 'Kurdistanê' ji Soylû kir
13:37 Endamên Komîsyona NY Şaredariya Amedê ziyaret kirin
12:51 Angaşta îşkenceya li Heskîfê di otobusa binçavkirinê de îşkence
12:23 Berteka raftîngê: Walî Dersimê tune dike
12:08 Navê Navenda Jinan a Nûda îade kirin
11:39 Mudaxileyî malbatên xizmên xwe di qezaya trênê de winda kirin, kirin
11:28 Polîsan li Heskifê mudaxaleyî HDP'iyan kir. 33 kes binçav kirin
11:19 Hiquqnas Alataş: Heta hişmendî neyê guhertin, bi weşandina belgeyan gav nayê avêtin
11:18 Rohat Aktaş ê hat kuştin û 26 xebatkarên Azadiya Welat xistin ber lêpirsînê
11:17 ‘Pêwîste şaredarên ku tabelayan daxistin ji gel lêborînê bixwazin’
10:45 'Tevn li hemberî zihniyeta baviksalarî serhildan e'
10:35 Tercîha hilbijêrên kurd zelal û diyare
10:15 Çîftyurek: Pêdivî bi îtîfaqa ku çavdêriya Ocalan dike heye
09:45 Derbarê malên TOKÎ'yê yên Nisêbûnî de vekolîn hat destpêkirin
09:27 Li Dersimê 2 esker hatin kuştin
09:26 ‘Em ji Somayê dizanin, patron tenê bi awayekî nimûneyî tên girtin'
09:25 Wê HDP ji bo hilbijartina Stenbolê çalak tev bigere
09:24 'Divê girtî li nexweşxaneyê bên tedawîkirin'
09:23 ‘Heta krîz hebe wê zarokên karker jî bimirin'
09:22 Dozger ji dêvla îşkencekaran, bav û parêzer tawanbar kir!
09:22 Emîne Şenyaşar: Ên hatin kuştin jî, ên hatin girtin jî em in, çima?
09:21 ZMO: Şewitandina pirêzeyê zirarê dide axê
09:21 Bi rojan e şivan û cola pez li wî aliyê robar mahsûr mane
09:00 ROJEVA 12'Ê HEZÎRANA 2019'AN
11/06/2019
23:23 Zarokan bafirok hilfirandin
20:17 Li Bedlisê tabelayek din a Kurdî daxistin
19:57 Li Rojava bi sed hezaran dolim zeviyên genim şewitîn
19:21 14 rêxistinên demokratîk ên Amedê: Werin em bi hevre Tirkiyeya demokratîk ava bikin
18:34 Ciwanên HDP'î avakirina meclîsa xwe ya Enqere îlan kirin
17:34 Di Gulanê de 37 jin hatin kuştin
16:37 Li Dersimê zebeşên Amedê û petexên Balikesîrê hatin çandin
16:24 Doza Şemzînanê hat dîtin
16:05 ÎSÎG'ê li Amedê meclîs ava kir
15:46 Dadgeha Makeqanûnê serlêdana malbata Elvan red kir
15:45 ‘Em êrîşên li dijî goran lanet dikin’
15:36 Li 3 navendan bang kirin: Em li hemberî şewata daristanê bêdeng namînin
14:51 Boz ê kêr di navê wî de çikilandin: Ji bo ku min got heq, hiqûq û edalet gef li min xwarin
14:31 Pirsa têkildarî MÎT'ê ya doza Hrant Dink hêj bê bersîv e
14:31 Îmamoglu: Li gorî daxwazan em ê ji bo zimanê kurdî xizmetê bidin
13:59 Qeyika penaberan noqî avê bû: 2 jê zarok 7 penaberan jiyana xwe ji dest dan
13:53 Menfiye Çelîk û Habîbe Karakûş hatin definkirin
13:48 Parlementerê Sînn Fêîn Maskey: Divê Ocalan bê berdan
13:38 Ji bo îşkenceya li Xalfetiyê serî li Komîsyona Mafên Mirova ya Meclîsê dan
13:27 Şandeya Yekitiya Navbera Parlamenteran HDP’ê ziyaret kir
13:19 Hevserokê HDP'ê yê Sariçamê Îpekten jiyana xwe ji dest da