DERSIM - Şaredariya Perî ya HDP'î zebeşên Amedê û petexên Balikesîrê çand.
Şaredariya bajaroka Perî ya navçeya Mazgirtê ya Dersimê, li erdekî 35 donim ê şaredariyê zebeşên Amedê û petexên Balikesîrê çand. Çandina zebeş û petêxan ji aliyê Hevşaredar Songul Dogan û Orhan Çelebî, endamên meclisa şaredariyê û gelek kesan ve pêk hat.
Hevşaredar Çelebî diyar kir ku dê bi gel re hilberînin û wiha got: "Dê ji niha şûn ve zebeşên Amedê li Dersimê bighîjin. Ji bo ku gel piştgirî dide xebatên me yên hilberandin ji gel re jî spas dikinm."
Welatiyên ku piştgirî da çandina zebeş û petêxan jî diyar kir ku dixwazin bi şaredariya xwe re hilberînê bikin û bi vê yekê piştgirî bidin bajaroka xwe.