WAN - 6’emîn danişîna “Doza Şemzînanê” ya derbarê êrîşa bombekirina Pirtûkxaneya Ûmût de hatibû vekirin, hat dîtin.
Di 9'ê Cotmeha 2005’an de li navçeya Şemzînan a Colemêrgê Pirtûkxaneya Ûmût ya Seferî Yilmaz hatibû bombekirin. Binefser Ali Kaya, Ozcan Îldenîz û îtîrafkar Veysel Ateş ku pirtûkfiroş bombe kiribûn û bi “avakirina rêxistinê” dihatin tawanbarkirin beraet kiribûn. 6’emîn danişîna doza ji nû de darizandina her sê bersûcan li 1’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Wanê hat dîtin.
DANIŞÎN TALOQ KIRIN
Her sê bersûcên ne girtî tên darizandin beşdarî danişînê nebûn. Parêzerên bersûcan, kesên dozdar, xwediyê Pirtûkxanê Seferî Yilmaz û parêzerên Baroya Wanê beşdar bûn. Xwediyê Pirtûkxaneya Ûmût Yilmaz dest pê kê parastin kir û got: “Ez îfadeyên xwe yên berê dûbare dikim.” Dûre Serokê Baroya Wanê Zulkuf Ûçar û parêzerên Baroya Wanê parastin kirin û xwestin bersûc bên girtin.
Dadgehê piştî parastinê, biryar da û ji bo temamkirina mijarên kêm, danişîn taloqî 26’ê Îlonê kir.