STENBOL - Dadgeha Makeqanûnê serlêdana takekesî ya malbata Elvan ku kurê wan Berkîn Elvan dema Berxwedana Geziyê ji aliyê polisan ve hatibû qetilkirin, red kir.
Dadgeha Makeqanûnê (AYM) serlêdana takekesî ya malbata Elvan ku kurê wan Berkîn Elvan dema Berxwedana Geziyê li Okmeydaniyê di 16'ê Hezîrana 2013'an de geleya gazê ya ji aliyê polisan ve hatibû avêtin li serê wî ketibû û di 11'ê Adara 2014'an de jiyana xwe ji dest dabû, red kir. Dadgeha Makeqanûnê bersiv da malbata Elvan ku di 30'ê Adara 2015'an de bi angaşta ku mafê jiyanê û qedexeya memeleya xerab hatiye binpêkirin serî lê dabû. Dadgehê di biryara xwe ya redkirinê de cih gotinên bi vî rengî: "Ji bo ku serlêdana takekesî bê qebûlkirin angaştkirina mexdûrbûnê ya serlêker tenê ne bes e, divê serlêker an rasterast an jî nerasterast nîşan bide ku ji binpêkirinê mexdûr bûye û di vê mijarê de Dadgeha Mekeqanûnê qanih bike."
Dê malbata Elvan serî li Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) bide.
Doza derbarê kuştina Elvan de ku li 17'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Stenbolê hat dîtin, ji ber ku ji bo rapora pispor dem hatibû xwestin, taloqî 19'ê Hezîranê hatibû kirin.
Berkin Elvan'ın öldürülmesine ilişkin İstanbul 17. Ağır Ceza Mahkemesi'nde görülen dava, bilirkişi keşif raporu için ek süre istediğinden 19 Haziran'a ertelenmişti.