NAVENDA NÛÇEYAN - Rêxistin û komeleyên Ekolojiyê li 3 navendan li dijî şewatên daristan û xwezayê daxuyanî dan û bang kirin. Ekolojîstan anîn ziman ku ewê li hemberî şewata daristan û xwezayê bêdenng nemînin.
Komele û rêxistinên ekolojiyê bi armaca balê bikişîne ser şewata daristan û xwezayê li Dersîm, Amed û Şirnexê daxuyanî dan. Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamya û Yekîtiya Ekolojiyê, Komeleya Ekolojiyê ya Amedê û Tevgera Ekolojiyê ya Şirnexê li dijî talankirin, wêrankirina ekolojiyê û şewata daristanê daxuyanî dan.
DERSÎM
Komele û rêxistinên ekolojiyê ya Dersîmê li şaxa ÎHD'ê ya Dersimê daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de nûner û rêveberên HDP, CHP, SMF, EMEP, Baroya Dersîmê, Komeleya Elewiyên Demokratîk, (DAD) rêveberên ÎHD'ê amade bûn. Aktîvîsta Ekolojiyê Meral Yildiz daxuyani da. Yildiz, anî ziman ku Daristana Dersîmê xwedî dîrokek pir kûr e û herî zede cureyên nebat û sewalan li vir dijî û wiha got: "Di cîhanê de yek ji ekosistema ku cureyên nebat, sewal, mirov, çand, ziman û nasnameyan herî zêde lê dijîn Dersim e. Dersîn malovaniya cureyên endemîk dike. Ev daristana ku kezeba me ye gelek caran tê şewitandin. Bi taybetî erdnîgariya Kurd, bi hincetên ewlehiyê tên şewitandin. Di salên 1990'an de gund dihatin şewitandin. Lê niha daristan tên şewitandin. Mixabin îro ji ber operasyonên eskerî feraset didome. Ler sal ji ber operasyon û agir bi sedan hektar daristan tên şewitandin.
AMED
Komeleya Ekolojiyê ya Amedê jî têkildarî şewata daristanan li Şaxa Odeya Avahîsazan a Amedê civîna çapemeniyê li dar xist. Di civînê de aktîvîstê Komeleya Ekolojiyê Abdulvahap Işikli axivî. Işikli, destnîşan kir ku li hemberî şewatên daristanan bêdeng namînin û wiha got: “Divê bi lez tedbîr bên girtin. Daristan ji bo mirovan û hemû zîndewaran ekosîstemeke mezin e. Daristan ji cureyên endemîk re malovaniyê dike, hewaya me paqij dike. Ji hemû zîndewaran re berhemên bêsînor dide.” Işikli diyarkir ku li van qadên jiyanê car caran şewat derdikeve holê û wiha berdewam kir: “ Şewat carna bi îhmalê, carna jî zevî ji îmarê re tên vekirinê an jî bi binasîya ewlehiyê zanebûn tên derxistin. Berpirsyarên şewatên daristanan kes û saziyên îhmalkar, mêtînger, kedxwar û hişmendiya zextkar in. Bi çi sebebê dibe bila bibe bêdengbûna şewatên derdikevin holê bê wijdaniye. Bê hûqûqî ye. Ev komkujiyên ku bi zanebûn tên kirin divê werin ceza kirin.”
BI ZANEBÛN DIŞEWITÎNIN
Işikli, anî ziman ku di pergala kedxwariyê de ji bo sektorên înşaat, maden, turîzm û çandiniyê şewatên kiryarên wan ne diyar derdixin û wiha got: “Sektor li ku nîşan bidin roja paştir li wê derê şewat tê derxistin. Daristanê dikin qurban. Jiyan û xwezayê talan dikin. Şewatên pirêzeyan belavî daristanan dibin. Ji aliyên din ve bi riyên qanûnî daristanê kirê dikin. Daristanê dibirin û qadên nû yên ji bo înşaet û rê vedikin."
DI 1990'AN DE GUND DIŞEWITANDIN NIHA DARISTANAN DIŞEWITÎNIN
Işikli, bal kiyand ser feraseta hikûmet û dewletê û wiha bi dawî kir: “Di salên 90’î de gund vala dikirin û dişewitinin. Niha daristanan dişewitînin. Mixabin îro jî ev feraset didome. Ji ber operasyonên eskerî her sal li gelek deveran daristan dişewitin. Em bang li saziyên berpirsyar dikin ku hestiyar tev bigerin."
ŞIRNEX
Aktivîstên Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamya (MEH) jî li Şixnexê daxuyanî dan. Ekolojîstan li avahiya HDP'ê ya Şirnexê daxuyanî dan. Aktivîstê MEH'ê Yakup Taniş, diyar kir ku şewat bi polîtîkayên zanebûn pêş dikevin û wiha got: "Em nikarin li hemberî vê şewat û talankirina xwezayê bêdeng bimînin. Divê her kes hestiyar tev bigere."