STENBOL - Danişîna doza cînayetê Gerînengeyê Giştî yê Rojnameya Agosê Hrant Dink li 14'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê hat dîtin. Di doza cînayeta Hrant Dink de ji bo bersîva pirsa "Wê demê Serokê MÎT'ê yê Herêma Stenbol Huseyin Kubilay Gunay û Erkdarê MÎT'ê yê herêma Stenbolê Ozel Yılmaz û Handan Selçuk erkdar bûn ya na?" nivîs hatibû nivîsandin, lê bersîv nehat dayin.
91'emîn danişîna doza cînayetê Gerînengeyê Giştî yê Rojnameya Agosê Hrant Dink ku 4 jê girtî 85 kes tên darizandin li 14'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê hat dîtin. Di danişînê de Ali Oz, Volkan Şahin, Reşat Altay û Muhittin Zenit amade bûn. Hin bersûcên serbest bi SEGBİS'ê tev li danişînê bûn. Ramazan Akyurek jî ji girtîgehê bi SEGBİS'ê tev li danişînê bû. Di doza cînayeta Hrant Dink de ji bo bersîva pirsa "Wê demê Serokê MÎT'ê yê Herêma Stenbol Huseyin Kubilay Gunay û Erkdarê MÎT'ê yê herêma Stenbolê Ozel Yılmaz û Handan Selçuk erkdar bûn ya na? nivîs hatibû şandin, lê ev pirs bê bersîv ma.
Danişîna dozê didome.