ÎZMÎR - Li Deryaya Egeyê qeyika penaberan noqî avê bû. Di qeyikê de 2 jê zarok 7 penaber fetisîn û jiyana xwe ji dest dan.
Li Grava Midillî ya Nêzî Yunanîstanê ya Deryaya Egeyê qeyika ku penaber bar kiribûn noqî avê bû. Di qezayê de 2 jê zarok 7 penaberan jiyana xwe ji dest dan. Yekîneyên rizgarkirinê piştî bi hawarê çûn 57 kes jî rizgar kirin. Hat fêrbûn ku nêzî 80 penaber di keştiyê de bûn. Li aliyê din Meclîsa Şaredariya Gazibaşa jî der barê penaberên Sûriye de biryar stend ku perava deryayê li penaberan qedexe bike.