AMED - Endamên YJA - Star'ê Menfiye Çelîk û Habîbe Karakûş ku li Dersimê di şer de jiyana xwe ji dest dabûn, di bin dorpêça polisan de bi beşdariya bi sînor a ferdên malbatan hatin definkirin.
Cenazeyên endamên YJA - Star'ê Menfiye Çelîk (Dîcle Amed) û Habibe Karakûş (Kînem Amed) ku di 8'ê Hezîranê de di şer de bi 3 hevalên xwe re di şer de li Dersimê jiyana xwe ji dest dabûn, ji aliyê malbatên wan ve ji Saziya Tiba Edlî ya Meletiyê hatin wergertin. Malbatan cenazeya anîn Amedê û birin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Gazî Yaşargîlê. Malbatan piştî ku peywirên olî bi cih anîn, cenazeyan ji nexweşxaneyê wergirt û bir Goristana Yenîkoy a navçeya Rezan.
Polisên goristanê dorpêç kir û destûr da ku ji her dû malbatan cuda cuda tenê 6 kes beşdarî merasîma cenazeyan bibin. Beşdarbûna ferdên malbatan ên din û parlamentera HDP'ê ya Amedê Saliha Aydenîz a merasîma cenazeyan ji aliyê polisan ve hat astengkirin. Cenazeyên Çelîk û Karakûş di bin dorpêça polisan de li Goristana Yenîkoyê hatin definkirin.
Ferdên malbata Çelîk ên ku beşdarî kirariya teşhîskirina cenazeyê Çelîk bûbûn diyar kir ku cihê guleyê di eniya Çelîk de hebûye. Malbat serxweşiyê li Mala Şînê ya Farqîniyan qebûl dike.
Hat ragihandin ku cenazeyên Mîhrîban Dûrmaz (Berfîn Ararat), Fatma Ozgun (Nûda Herekol) û Ceyda Sarikaya (Havin Mus¸) hê jî li morga Saziya Tiba Edlî ya Meletiyê ne.