ENQERE – Parlamentera HDP’ê ya Sêrtê Meral Daniş Beştaş têkildarî îşkenceya komî ya li Xalfetiyê serî li Serokatiya Mafên Mirovan a Meclîsê da û diyar kir ku divê komîsyon bi lezgînî îşkenceyê di cih de tespît bike.
Parlamentar HDP’ê ya Sêrtê Meral Daniş Beştaş Meral Daniş Beştaş a ku Endama Katiba Komîsyona Lêkolîna Mafên Mirovan a Meclîsê ye têkildarî îşkenceya komî, muameleya xerab û tehdîtên tecawiz û tacîzê ya li dijî 51 welatiyên li Xalfetiyê pêk hat serî li Serokatiya Komîsyona Mafên Mirova ya Meclîsê da. Beştaş daxwaznameyek ji 25 rûpelan pêk tê serlêdan kir. Di daxwaznameyê de îfadeyên welatiyên hatin îşkencekirin û rapora Baroya Rihayê cih girtin.
Beştaş diyar kir ku pêwîste komîsyon biçe cihê îşkenceyê û bi lezgînî kirinên giran ên li dijî welatiyan tespît bike.
Beştaş her wiha ji bo lêkolînkirina Pêşniyazpirsa Lêkolînê da Meclîsê.