ENQERE - Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan a Şandeya Yekitiya Navbera Parlamenteran qebûl kir, da zanîn ku girîngiyê didin vê hevdîtinê û got: “Bi taybetî em ê pirsgirên xwe yê dibin zext û êrîşan de dijîn bi were parve bikin.”
Şandeya Yekitiya Navbera Parlementerên girêdayî Neteweyên Yekbûyî (NY), partiyên komên wan li Meclîsê heyîn ziyaret kirin. Şandeyê piştî hevdîtinên CHP û IYÎ Partî, HDP’ê jî ziyaret kir. Hevdîtin li Salona Civîna ya Rêveberiya Koma HDP’ê hat lidarxistin. Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan û Alîkarê Hevserokê Berpirsê Têkiliyên Derve yê Koma HDP’ê Hişyar Ozsoy şande pêşwazî kirin.
Bûldan ji bo serdana şandeyê spasiyên xwe pêşkêş kir û got: “Ev hevdîtin ji bo wan pir bi awateye. Weke tê zanîn gelek parlementerên me di girtîgehan dene û derbarê gelek parlamenterên me de jî doz hatine vekirin. Em di serdemek kul i ser siyaseta demokratîk pir zext û êrîş hene re derbas dibin. Pirsgirêkên ku ji ber van sedam em dijîn emê bi we re parve bikin. Di çarçoveyê siyaseta em li Tirkiyeyê bi rêve dibin de, em rastî gelek pirsgirêkên giran hatin. Lê li hemberî van pirsgirêkan bêyî ku em têk biçin, me têkoşîna xwe mezintir kir.”
‘LI BER KOMÎTEYA MAFÊ MIROVAN 61 DOSYA HENE’
Şandeyê jî, diyar kir ku niha li ber Komîsyona Mafê Mirovan a Yekitiya Parlamenteriyê 61 dosya hene û ji bo ku agahiyên hin zelaltir derbarê van dosyeyan de bigirin, ev serdana xwe pêk anîne. Şandeyê da zanîn ku komîsyona yek bi yek bi van dosyeyan re eleqedar dibe û ji bo agahiyên berfireh bigirin xwestine vê hevdîtinê pêk bînin.
Piştî daxuyaniyê, civîn ji çapemeniyê re girtî, dewam kir.