Ocalan: Bi operasyona Xakurkê, mudaxileyî yekîtiya kurdan tê kirin

  • rojane
  • 09:15 11 Hezîran 2019
  • |
img

RIHA - Parlementerê HDP'ê yê Rihayê Omer Ocalan, operasyona Xakurkê ya TSK'ê nirxand û got: "Ev operasyon, mudaxileyî yekîtiya navbera kurdan dike. Dixwaze pevçûna di navbera kurdan de, şerê birakujiyê gur bike. Di vî warî de barekî mezin dikeve ser milê PDK, YNK, tevgera Goran û Komala Îslamê. Divê nekevin vê xefikê." 

Parlementerê HDP'ê yê Rihayê Omer Ocalan, peyamên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, operasyona Xakurkê ku Tirkiyeyê daye destpêkirin nirxand. 
 
Omer Ocalan, bilêv kir ku Ocalan pêvajoya navbera 2015-2019'an wekî "karesatekê" wesifandiye. Ocalan bi bîr xist ku di vê pêvajoyê de li bajarên kurdan şerê navbajaran pêk hatiye, bi sedan mirov jiyana xwe ji dest dane, bi deh hezaran mirov ji bêgavî terka warê xwe kirine. Ocalan, bilêv kir ku di serî de Şirnex hin bajêr ji ser nexşeyê hatin paqijkirin û got: "Pêvajoya ji wir dest pê kir bi girtin, binçavkirin, pevçûnên nav bajaran, bi operasyonên li bejahiyê dewam kir. Taliyê pêvajoya grevên birçîbûnê dest pê kir û encam girt û parêzer hevdîtin bi Ocalan re çêkirin. Ji malbatê jî Mehmet Ocalan hevdîtin pê re çêkir. Divê mirov ji du hêlan li ser evan hevdîtinan hûr bibe. Çalakiyên greva birçîbûnê ya bi pêşengiya Leyla Guvenê dest pê kirin û bi hezaran girtî daxilî van çalakiyan bûn pêk hat û encam girt. Ev hevdîtin bi saya van grevên birçîbûnê pêk hatin. Eger em ji hêla dewletê ve lê hûr bibin; dibe hesabê kutesîrê li gelê kurd bike, tesîrê li HDP'ê bike hatibe kirin. Lê em baş dizanin, di navbera 2015-2019'an de bi pevçûnan, bi şer, bi girtin û binçavkirinan, bi îşkence û binpêkirina mafan 4 sal ji dîroka welêt hatin xwarin. Cîhan, Rijhilata Navîn û raya giştî ya Tirkiyeyê tenê temaşe kirin. Di weşanên zindî de mirov hatin şewitandin. Şerên li bajaran bi awayekî zindî hatin dayîn. Bi awayekî lehengiyî di weşanên xwe de vegotin. Yanî em dikarin bêjin 4 sal ji dîroka Tirkiyeyê hatin dizîn, hatin xwarin." 
 
'TENÊ BI PEYAMEKE OCALAN WELAT ARAM DIBE'
 
Ocalan, bilêv kir ku di vê pêvajoyê de Ocalan bi awayekî mutleq hat tecrîdkirin û got: "Birêz Ocalan ne li benda lutfekê ye. Ji bo Birêz Ocalan rewşeke taybet jî tune ye. Tenê tişta dihat xwestin ev bû ku li gor hiqûq û qanûnên vî welatî divê mafên girtiyekî pêk bên. Lê mixabin di vî warî de jî dewlet ket nav pêkanînên kêfî. Ne li gor qanûnên xwe ne jî li gor hiqûqa xwe tevgeriya. Bi têkoşîna di vî warî de, bi berxwedana dayikên kitanspî hevdîtin bi Birêz Ocalan re pêk hatin. Her wiha girtiyên li cem Birêz Ocalan jî malbatên xwe dîtin. Piştî salên dûr û dirêj hevdîtin pêk hatin. Ev bi saya têkoşînê pêk hatiye. Divê ev wisa bê qebûlkirin. Tecrîd, bi awayekî qismî hat şikandin, lê nayê wateya ku bi temamî qediyaye. Divê têkoşîn, berxwedan li qadênc uda bê birêxistinkirin. Divê liv û tevgera, hesasiyeta civakiyî zêde bibe. Çimkî pêvajoyeke dûr û dirêj li ber gelê kurd e. her wiha serdema têkoşînê ya vê pêvajoyê jî heye. Divê di vê pêvajoyê de her kes rol û mîsyona xwe bilîze. Birêz Ocalan ne kesekî ji rêzê ye. Divê dewlet tirk baş zanibe. Ji bo gelê kurd xwedî pozîsyoneke watedar e. Jixwe dewletê ev yek bi pratîka xwe jî îspat kiriye. Rêberê gelê kurd e. Bixwe tesîra Ocalan a li ser gelê kurd qebûl kiriye. Her cara ku Birêz Ocalan ji dewrê hatiye derxistin alozî rû daye. Lê peyameke Birêz Ocalan bi tenê jî welat rihet û aram dike. Tevkarî li demokrasî û aştiya li welêt dike. Divê ev wisa bê pênasekirin." 
 
ARMANC YEKÎTIYA KURDA YE 
 
Ocalan, bilêv kir ku operasyona leşkerî ya dawî jî teqabulî dema hevdîtina bi Ocalan re dike û got: "Operasyona Xakurkê ne operasyoneke ji rêzê ye. Armanca operasyonê girtina tepeyekî, çûyîna wir, koordînekirina şer û berbelavkirina şer e. Her wiha dixwaze mudaxileyî yekîtiya kurdan bike. Dixwaze di pevçûna di navbera kurdan, şerê birakujiyê de rola xwe bilîze. Pêşengiya vê yekê dike. Piştî Efrîn û Kerkukê niha jî dixwaze li Başûrê Kurdistanê operasyona Pençeyê bike. Ji ber vê xeterya ku 400 gund bên valakirin û bi zext û zoriyê bi ser mirovên li wir biçe û tirsê belav bike. Her wiha dixwaze li 4 perçeyên Kurdistanê kurdan bera hevdu bide. Di vî warî de barekî mezin dikeve ser milê PDK, YNK, tevgera Goran û Komala Îslamê. Divê nekevin vê xefikê. Di 4 salan de dewletê pêvajoya pevçûnî gur kir û niha jî dixwaze bi hêzn herêmî re vê ber bi merheleyeke din ve bibe. Armanca sereke ya vê yekê, ew e ku birîna kurdan kûrtir bike, yekîtiya wan ji holê rabike. Niha her end kêmasî hebin jî di vê serdemê de yekîtiya navbera kurdan pir nêzîk e. Di vê sedsalê de statuya kurdan mimkun e. yanî jiyana bi çand, ziman û rêveberiya xwe. Mirov vê dikare vê operasyonê wekî mudaxilekirina yekîtina di navbera kurdan de binirxîne. Divê gelê kurd û nexasim jî gelê me yê li Başûrê Kurdistanê destûra vê yekê nede. Ev ne operasyoneke ji rêzê ye." 
 
ŞER WINDAKIRIN E
 
Ocalan, diyar kir ku rêya çareserkirina pirsgirêka kurd siyaseta demokratîk û aştiyeke birûmet e û got: "40 sal in heman rêbaz tên bikaranîn, lê tu encam nayên girtin. Nexwe ev hewldaneke bêhûde ye. Êdî kurd ne kurdên berê ne. Êdî siyasîbûyîn heye. Têkoşîn heye. Di warê siyasî de vînek heye. Di vê warî de Birêz Ocalan di hevdîtina xwe ya 2016'an de ev tişt gotibûn û di hevdîtina xwe ya dawî de jî heman tişt dubare kirine. Diyar dike ku ev şer şerekî kor e û dawiya vî şerî nayê, di vî şerî de kes bi ser nakeve û bi vî şerî gel hemû winda dikin. Rêya vê ya maqûl siyaseta demokratîk e." 
 
 
MA / Erdogan Alayumat- Bariş Polat
 

Sernavên din

11/06/2019
13:48 Parlementerê Sînn Fêîn Maskey: Divê Ocalan bê berdan
13:38 Ji bo îşkenceya li Xalfetiyê serî li Komîsyona Mafên Mirova ya Meclîsê dan
13:27 Şandeya Yekitiya Navbera Parlamenteran HDP’ê ziyaret kir
13:19 Hevserokê HDP'ê yê Sariçamê Îpekten jiyana xwe ji dest da
13:10 Navenda Sêrt li 6 bajaran serdegirtinên malan
11:57 Bav du keçên xwe birîndar kir
11:56 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:52 Li Heskîfê piştî 3 salan mîhrîcana bêyî Îmam Abdullah
11:37 Li Manîsa jinek mirî hat dîtin
11:24 Girtina qapaxên Bendava Ilisû taloq kirin
10:20 Li Edeneyê derbarê 56 kesan de biryara binçavkirinê hat dayîn
10:01 Gergerlîoglu: Li Kocaelî ne şewat komkujî çêbû
09:34 Li Farqînê êrîşa moşekî: 2 kes birîndar bûn
09:26 Malbata sûriyeyî ku rastî êrîşê hat mala xwe terk kir
09:15 Ocalan: Bi operasyona Xakurkê, mudaxileyî yekîtiya kurdan tê kirin
09:14 Hilberîner ji ber qedexeya li ber îxracatkirina arvan tengav bûne
09:13 Qeyûm 10 milyon û 380 hezar TL li çi xerç kir?
09:13 OHD: Girtî li cihê sterîl nehatin tedawîkirin, hin kes nehatin sewqkirin
09:12 Malbata girtiyê kor bû: Ji bo tedawîkirinê divê bê berdan
09:11 Bi nanê sêlê debara xwe dikin
09:10 Dîmenên kêliya ku polîsan Hantaş kuşt derket holê
09:02 Di qezaya Otobusê de 4 kes mirin û 42 kes birîndar bûn
09:00 Dema palehiyê dest pê kir: Cotkar bi gazinc in
09:00 ROJEVA 11'Ê HEZÎRANA 2019'AN
10/06/2019
21:45 Li Amedê Forûma Xebatên Zarokan hat lidarxistin
16:59 Meclîsa şaredariyê biryarên qeyûm ên dewirkirina neguhêzbarên şaredariyê betal kir
16:33 Brûskê avêt û agir bi zeviyan ket
16:19 Şaredariya Erxenê civîna meclisê ji gel re vekirî li dar xist
16:05 Parlementerên HDP’ê piştî greva birçîbûn bi gulan hatin pêşwazîkirin
15:58 Surucu ya HDP’î, îşkenceya li Xelfetê ji Soylû pirsî
15:44 Li Antalya balafira perwerdehiyê ket: Kesek mir
15:29 Piştî civîna Wezîrên Elman û Îranê daxuyanî hat dayîn
14:52 Çima destûr dan cenazeyê Abdulbasit El Sarut
14:42 Ebrû Guney: Bila meclîs îşkenceya li Gundê Derto lêkolîn bikin
14:41 Kûrtûlan bersiva da gotina Yildirim a 'Kurdistan': Kurd baş dizanin, biçe ji Qesrê re vebêje
14:40 Hevşaredarên Amedê û Wanê cejna xebatkaran pîroz kirin
14:00 ‘44 meh in êşa dilê me xelas nebûye’
13:48 Yek ji armanca operasyona Bradostê 'Birakujî' ye
12:59 Gunay: Çima kîlît teslîm kirin lê hêj xanî teslîm nekirine?
12:30 Şirîkatiya Rûsya Tirkiye li Idlibê ruh didin
11:05 Di Gulanê de 163 karkeran jiyana xwe ji dest dan
10:30 Çavûşoglû ji bo tevlî merasîma sondxwarina Berzanî bibe çû Hewlêrê
10:29 Tevgera Azadî dibe partî
10:29 Birûskê lêda û bi sedan donim zeviyê ceh û genim şewitî
09:50 Neçîrvan Berzanî îro sond dixwe
09:47 Divê kes nebe hevkarê dagirkeran
09:35 Wezîrê Karê Derve yê Elmanya Maas li Îranê ye
09:10 'Ocalan balê dikişîne ser girîngiya jiyana aştiyane'
09:09 TMO beyî vîna rençberan buhayê genim diyar kir
Rençber: Em nikarin deynê mazot û gubre bidin
09:08 ‘Em armanc dikin xwe bigînin hemû jinên hewldêr
09:07 Mehmet Ocalan pergala 20 salan a Îmraliyê vegot
09:00 ROJEVA 10'Ê HEZÎRANA 2019'AN
08:22 Li Enqere lehî rabû: 3 kes mirin
09/06/2019
15:17 Leyla Guven tabûrcû bû: Ezê hîn xurttir vegerim
15:05 Mîhrîcana Keda Jinê dê di 28’ê Hezîranê de dest pê bike
15:04 HDP'ê 3 HDP'iyên ku Hizbullahê ew kuştin bibîr anîn
12:44 Zarok li Baxçeyê Hevselê derketin meşa xwezayê
12:13 Nifûsa Efrînê diguherînin: 60 hezar endamên Heyet Tehrîr El-Şam anîn Efrînê
11:58 Serokê Iraqê: Em amadene ku navbeynkariya DYA û Îranê bikin
11:55 Farisogullari: Divê Neçirvan Barzanî helwesta xwe zelal bike
11:15 Hevşeredarên Qersê: Emê ji bo tûrîzma baweriyê gav bavêjin
09:17 Şaredariya Cizîrê şahiyeke bi coş a muzikê li dar xist
09:16 Têkildarî şewata fabrîqeyê ku 4 penaber têde mirin 2 kes hatin girtin
09:16 Prz. Şakar: Divê her aştîxwaz di nava pêvajoya aştiyê de cih bigire
09:15 Dayika eskerê di destê HPG'ê de: Dewlet 4 salin dibêjin 'Sebir bikin'
09:06 Rençberên Pirsûsê ji ber qanalên avê bêzar in
09:04 Parêzerê qeyûm çûye giliyê şaredariya Cizîrê kiriye
09:01 Kamyonvanên Edeneyî bang li Erdogan kirin: Dev ji hilbijartina Stenbolê berde li aboriyê binêre
09:00 ROJEVA 09'Ê HEZÎRANA 2019'AN
08/06/2019
17:45 Kurd darizandina DAIŞ`ê ya li derveyî Sûriyê qebûl nakin
16:26 Qamyoneta karkeran qelibî: 35 karker birîndar bûn
16:16 'Girtiyên nexweş Beceriklî û Karasayli serbest berdin'
16:15 Welatiyê li Licê hatibû binçavkirin hat girtin
16:11 Ji Heskîfê bang kirin: Ji bo Heskîfê ne dereng e
15:32 Temellî: Niha jî dem dema çareseriya demokratîk e
15:30 Partiyên Bakur û Rojhilatên Sûriye operasyona Tirkiye ya başûr şermezar kirin
15:15 Xizmên windayan daxwazên xwe dubare kirin
14:53 Buldan: Stratejiya me dersê da rêvebirên welat
14:28 Li Şirnexê bi binasiya 'butçeya kêm' înşaata 13 dibistanan rawestandin
14:27 '38 sal in êşa me qet kêm nebûye’
14:14 Operasyona TSK'ê ya Bradostê û berxwedana Keleha Dim Dimê
13:31 HDP’iyan xistin ber lêpirsîna ‘bi fermanê’ goristan ziyaret kirine
12:54 Rojnamegeran Hafiz Akdemîr li cihê hat kuştin bibîr anî
12:22 Koçyîgît: Gelê herêmê rûyê AKP’ê ji rastiya Sûr, Cizîr, Sîlopî û Nisêbînê dinasin
12:21 Wesayîteke LPG'î teqiya
12:08 Pirtûka “Kurdgalnamek” piştî soranî bi kurmancî derket
10:55 Gaydali yê HDP'î: Kurd wê di 23'ê Hezîranê de bersîv bidin
10:37 Balafirên şer çoltara Lice bombe kirin
09:57 Kurtulan a HDP’î: Gotina Yildirim a Kurdistan pêkenok e
09:13 Kanî Beko: Ya esil ew e aştiyek mayînde pêk were
09:10 Wekîlê berê yê ANAP'ê Erdogmuş: Hevsengiya dema nû dê Sûriye diyar bike
09:09 ‘Em ji tirsa îşkenceyê nikaribûn biçin daşirê jî’
09:09 Tuma Çelîk: Divê deklarasyona 2013’an bikeve meriyetê
09:08 Nekropola ji bo wê 26,5 milyon lîre hat xerckirin bûye cihê tiryakkêşan
09:07 Cotkar di zorê de ne: Nikarin deyne bankayan û heqê karkeran bidin
09:00 ROJEVA 8'Ê HEZÎRANA 2019'AN
07/06/2019
21:46 Festîvala Zarokan a Sûrê dest pê kir: Li dijî pişaftinê dê zarokan bînin gel hev
20:59 Li Bedlîsê bêtehamuliya li dijî tabelayên kurdî didome
19:22 Têkildarî şewata ku 5 karker mirin 2 kes hatin binçavkirin
19:09 Li dijî Til Rifet topbaran tê kirin