Ocalan: Bi operasyona Xakurkê, mudaxileyî yekîtiya kurdan tê kirin 2019-06-11 09:15:25 RIHA - Parlementerê HDP'ê yê Rihayê Omer Ocalan, operasyona Xakurkê ya TSK'ê nirxand û got: "Ev operasyon, mudaxileyî yekîtiya navbera kurdan dike. Dixwaze pevçûna di navbera kurdan de, şerê birakujiyê gur bike. Di vî warî de barekî mezin dikeve ser milê PDK, YNK, tevgera Goran û Komala Îslamê. Divê nekevin vê xefikê."  Parlementerê HDP'ê yê Rihayê Omer Ocalan, peyamên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, operasyona Xakurkê ku Tirkiyeyê daye destpêkirin nirxand.    Omer Ocalan, bilêv kir ku Ocalan pêvajoya navbera 2015-2019'an wekî "karesatekê" wesifandiye. Ocalan bi bîr xist ku di vê pêvajoyê de li bajarên kurdan şerê navbajaran pêk hatiye, bi sedan mirov jiyana xwe ji dest dane, bi deh hezaran mirov ji bêgavî terka warê xwe kirine. Ocalan, bilêv kir ku di serî de Şirnex hin bajêr ji ser nexşeyê hatin paqijkirin û got: "Pêvajoya ji wir dest pê kir bi girtin, binçavkirin, pevçûnên nav bajaran, bi operasyonên li bejahiyê dewam kir. Taliyê pêvajoya grevên birçîbûnê dest pê kir û encam girt û parêzer hevdîtin bi Ocalan re çêkirin. Ji malbatê jî Mehmet Ocalan hevdîtin pê re çêkir. Divê mirov ji du hêlan li ser evan hevdîtinan hûr bibe. Çalakiyên greva birçîbûnê ya bi pêşengiya Leyla Guvenê dest pê kirin û bi hezaran girtî daxilî van çalakiyan bûn pêk hat û encam girt. Ev hevdîtin bi saya van grevên birçîbûnê pêk hatin. Eger em ji hêla dewletê ve lê hûr bibin; dibe hesabê kutesîrê li gelê kurd bike, tesîrê li HDP'ê bike hatibe kirin. Lê em baş dizanin, di navbera 2015-2019'an de bi pevçûnan, bi şer, bi girtin û binçavkirinan, bi îşkence û binpêkirina mafan 4 sal ji dîroka welêt hatin xwarin. Cîhan, Rijhilata Navîn û raya giştî ya Tirkiyeyê tenê temaşe kirin. Di weşanên zindî de mirov hatin şewitandin. Şerên li bajaran bi awayekî zindî hatin dayîn. Bi awayekî lehengiyî di weşanên xwe de vegotin. Yanî em dikarin bêjin 4 sal ji dîroka Tirkiyeyê hatin dizîn, hatin xwarin."    'TENÊ BI PEYAMEKE OCALAN WELAT ARAM DIBE'   Ocalan, bilêv kir ku di vê pêvajoyê de Ocalan bi awayekî mutleq hat tecrîdkirin û got: "Birêz Ocalan ne li benda lutfekê ye. Ji bo Birêz Ocalan rewşeke taybet jî tune ye. Tenê tişta dihat xwestin ev bû ku li gor hiqûq û qanûnên vî welatî divê mafên girtiyekî pêk bên. Lê mixabin di vî warî de jî dewlet ket nav pêkanînên kêfî. Ne li gor qanûnên xwe ne jî li gor hiqûqa xwe tevgeriya. Bi têkoşîna di vî warî de, bi berxwedana dayikên kitanspî hevdîtin bi Birêz Ocalan re pêk hatin. Her wiha girtiyên li cem Birêz Ocalan jî malbatên xwe dîtin. Piştî salên dûr û dirêj hevdîtin pêk hatin. Ev bi saya têkoşînê pêk hatiye. Divê ev wisa bê qebûlkirin. Tecrîd, bi awayekî qismî hat şikandin, lê nayê wateya ku bi temamî qediyaye. Divê têkoşîn, berxwedan li qadênc uda bê birêxistinkirin. Divê liv û tevgera, hesasiyeta civakiyî zêde bibe. Çimkî pêvajoyeke dûr û dirêj li ber gelê kurd e. her wiha serdema têkoşînê ya vê pêvajoyê jî heye. Divê di vê pêvajoyê de her kes rol û mîsyona xwe bilîze. Birêz Ocalan ne kesekî ji rêzê ye. Divê dewlet tirk baş zanibe. Ji bo gelê kurd xwedî pozîsyoneke watedar e. Jixwe dewletê ev yek bi pratîka xwe jî îspat kiriye. Rêberê gelê kurd e. Bixwe tesîra Ocalan a li ser gelê kurd qebûl kiriye. Her cara ku Birêz Ocalan ji dewrê hatiye derxistin alozî rû daye. Lê peyameke Birêz Ocalan bi tenê jî welat rihet û aram dike. Tevkarî li demokrasî û aştiya li welêt dike. Divê ev wisa bê pênasekirin."    ARMANC YEKÎTIYA KURDA YE    Ocalan, bilêv kir ku operasyona leşkerî ya dawî jî teqabulî dema hevdîtina bi Ocalan re dike û got: "Operasyona Xakurkê ne operasyoneke ji rêzê ye. Armanca operasyonê girtina tepeyekî, çûyîna wir, koordînekirina şer û berbelavkirina şer e. Her wiha dixwaze mudaxileyî yekîtiya kurdan bike. Dixwaze di pevçûna di navbera kurdan, şerê birakujiyê de rola xwe bilîze. Pêşengiya vê yekê dike. Piştî Efrîn û Kerkukê niha jî dixwaze li Başûrê Kurdistanê operasyona Pençeyê bike. Ji ber vê xeterya ku 400 gund bên valakirin û bi zext û zoriyê bi ser mirovên li wir biçe û tirsê belav bike. Her wiha dixwaze li 4 perçeyên Kurdistanê kurdan bera hevdu bide. Di vî warî de barekî mezin dikeve ser milê PDK, YNK, tevgera Goran û Komala Îslamê. Divê nekevin vê xefikê. Di 4 salan de dewletê pêvajoya pevçûnî gur kir û niha jî dixwaze bi hêzn herêmî re vê ber bi merheleyeke din ve bibe. Armanca sereke ya vê yekê, ew e ku birîna kurdan kûrtir bike, yekîtiya wan ji holê rabike. Niha her end kêmasî hebin jî di vê serdemê de yekîtiya navbera kurdan pir nêzîk e. Di vê sedsalê de statuya kurdan mimkun e. yanî jiyana bi çand, ziman û rêveberiya xwe. Mirov vê dikare vê operasyonê wekî mudaxilekirina yekîtina di navbera kurdan de binirxîne. Divê gelê kurd û nexasim jî gelê me yê li Başûrê Kurdistanê destûra vê yekê nede. Ev ne operasyoneke ji rêzê ye."    ŞER WINDAKIRIN E   Ocalan, diyar kir ku rêya çareserkirina pirsgirêka kurd siyaseta demokratîk û aştiyeke birûmet e û got: "40 sal in heman rêbaz tên bikaranîn, lê tu encam nayên girtin. Nexwe ev hewldaneke bêhûde ye. Êdî kurd ne kurdên berê ne. Êdî siyasîbûyîn heye. Têkoşîn heye. Di warê siyasî de vînek heye. Di vê warî de Birêz Ocalan di hevdîtina xwe ya 2016'an de ev tişt gotibûn û di hevdîtina xwe ya dawî de jî heman tişt dubare kirine. Diyar dike ku ev şer şerekî kor e û dawiya vî şerî nayê, di vî şerî de kes bi ser nakeve û bi vî şerî gel hemû winda dikin. Rêya vê ya maqûl siyaseta demokratîk e."      MA / Erdogan Alayumat- Bariş Polat