AMED / WAN - Hevşaredarê Amedê Selçûk Mizrakli, Hevşaredarên Wanê Bedîa Ozgokçe û Mustafa Avci, xebatkarên Şaredariyên Bajarê Mezin li ber derî pêşwazî kirin û cejna wan a Remezanê pîroz kirin. Civaknas Îsmaîl Beşîkçî jî çû serdana Mizrakli.
Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Dr. Selçûk Mizrakli, ligel endamên meclîsê û alîkarên sekreterê giştî, xebatkarên Şaredariya Bajarê Mezin li ber derî pêşwazî kirin û cejna wan a Remezanê pîroz kir.
Mizrakli xebatkar bi çîqoleteyan pêşwazî kirin û qewetxweşî li wan kir. Mizrakli xwest ku ev cejn bibe wesîleya aştî, biratî û aramiyê.
Civaknas, lêkolîner û nivîskar Îsmaîl Beşîkçî û Nûnerê Weqfa Îsmaîl Beşîkçî Saîd Veroj jî li gel hev çûn serdana Hevşaredar Mizrakli û wî pîroz kirin.
Mizrakli li ber derî pêşwazîya Beşîkçî kir û kêfxweşiya xwe bi vê serdanê anî ziman û spasiya mêvanan kir. Beşîkçî jî di xizmetguzariya nû de daxwaza serkeftinê li Mizrakliyî kir.
WAN
Hevserokên Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê Bedîa Ertan Ozgokçe û Mustafa Avci jî li ber deriyê şaredariyê serê sibê dema karker û xebatkar çûn kar pêşwazî kirin û cejna wan a Remezanê pîroz kirin.