Hevşaredarên Amedê û Wanê cejna xebatkaran pîroz kirin 2019-06-10 14:40:53   AMED / WAN - Hevşaredarê Amedê Selçûk Mizrakli, Hevşaredarên Wanê Bedîa Ozgokçe û Mustafa Avci, xebatkarên Şaredariyên Bajarê Mezin li ber derî pêşwazî kirin û cejna wan a Remezanê pîroz kirin. Civaknas Îsmaîl Beşîkçî jî çû serdana Mizrakli.    Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Dr. Selçûk Mizrakli, ligel endamên meclîsê û alîkarên sekreterê giştî, xebatkarên Şaredariya Bajarê Mezin li ber derî pêşwazî kirin û cejna wan a Remezanê pîroz kir.   Mizrakli xebatkar bi çîqoleteyan pêşwazî kirin û qewetxweşî li wan kir. Mizrakli xwest ku ev cejn bibe wesîleya aştî, biratî û aramiyê.   Civaknas, lêkolîner û nivîskar Îsmaîl Beşîkçî û Nûnerê Weqfa Îsmaîl Beşîkçî Saîd Veroj jî li gel hev çûn serdana Hevşaredar Mizrakli û wî pîroz kirin.    Mizrakli li ber derî pêşwazîya Beşîkçî kir û kêfxweşiya xwe bi vê serdanê anî ziman û spasiya mêvanan kir. Beşîkçî jî di xizmetguzariya nû de daxwaza serkeftinê li Mizrakliyî kir.   WAN    Hevserokên Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê Bedîa Ertan Ozgokçe û Mustafa Avci jî li ber deriyê şaredariyê serê sibê dema karker û xebatkar çûn kar pêşwazî kirin û cejna wan a Remezanê pîroz kirin.