HATAY - Li navçeya Erzînê mînîbûsa ku karker dibirin, bi kamyonekê ve li hev qelibîn, di qazayê de 2 karker mirin, 28 karker birîndar bûn.
Li taxa Hurryetê ya navçeya Erzînê ya Hatayê qezaya trafîkê pêk hat. Hat diyar kirin ku mînîbûsa ku Mehmet Durmuş dajot û karkerên çandiniyê têde bûn, bi kamyona ku Keleş Kara dajot re li hev qelibîn. Di qezayê de 2 karkeran jiyana xwe ji dest da û 28 karker birîndar bûn. Karkerên birîndar bi ambûlansê rakirin nexweşxaneyê.
Der barê qezayê de lêpirîn hat destpêkirin.