Li Hatayê qeza: 2 karker mirin 28 karker birîndar bûn 2017-11-18 16:51:18   HATAY -  Li navçeya Erzînê mînîbûsa ku karker dibirin, bi kamyonekê ve li hev qelibîn, di qazayê de 2 karker mirin, 28 karker birîndar bûn.   Li taxa Hurryetê ya navçeya Erzînê ya Hatayê qezaya trafîkê pêk hat. Hat diyar kirin ku mînîbûsa ku Mehmet Durmuş dajot û karkerên çandiniyê têde bûn, bi kamyona ku Keleş Kara dajot re li hev qelibîn. Di qezayê de 2 karkeran jiyana xwe ji dest da û 28 karker birîndar bûn. Karkerên birîndar bi ambûlansê rakirin nexweşxaneyê.    Der barê qezayê de lêpirîn hat destpêkirin.