Di mijara S-400 û F-35'an de wê Enqere çi bike?

  • rojane
  • 09:09 7 Hezîran 2019
  • |
img

STENBOL - Pisporê Rojhilata Navîn Mûstafa Pekoz, destnîşan kir ku bê şert û merc DYA li dijî S-400'an derdikeve û got: "Li Tirkiyeyê her diçe rewşa ku nekire an jî taloqkirinê derdikeve holê lê belê vê carê jî wê bi mueyîdeyên tund ên Rûsyayê re rû bi rû bimîne. Yanî di her du rewşan de jî krîzeke mezin li benda Enqereyê ye." 

 
Pisporê Rojhilata Navîn Nivîskar Mûstafa Pekoz, krîza S-400 û F-35'an a Tirkiyeyê, rageşiya di navbera DYA-Îranê de û helwesta Rûsyayê ya ji bo DYA'yê nirxand. 
 
ARMANCA DYA'YÊ NE OPERASYON E 
 
Pekoz, destnîşan kir ku pevçûnên di navbera DYA û Îranê de ji sala 1979'an bi dagirkirina sefirxaneya DYA'yê ya li Îranê dest pê kirine û ji wê rojê heta niha têkiliyên dîplomatîk ên di navbera DYA û Îranê de qet baş nebûne. Pekoz, polîtîkaya êrîşkirinê ya DYA'yê ya ji bo Îranê, tê wateya meydankirina ji bo hêzên kûrewî yên din jî loma armanca DYA'yê ne ew e ku bi Îranê re şer bike. Pekoz, diyar kir ku Îran pêşengê manewî yê cîhana şîîyê ye û got: "Eger DYA bi Îranê re şer bike, ev tê wateya ku ji Fas, Tûnûs, Cezayîr yanî ji tengava Cebelîtarikê bigire heta welatên Asyaya Navîn, Pakîstan, Afxanîstanê bi 400 milyon şîîyî re şer bike. Her wiha dibe ku şerê bi Îranê re bibe sedema gurbûyîna pevçûna di navbera şîî-sunnîtiyê de. Loma armanca sereke ya DYA'yê ne operasyoneke leşkerî ye." 
 
Pekoz, destnîşan kir ku armanca polîtîkaya sereke ya DYA'yê ya li hemberî Îranê ew e ku li herêma Kendavê qada serweriyê ya Îranê sînordar bike û got: "Li qada di navbera kendava Aden-Basrayê de dibe serweriya Îranê ji bo Erebîstana Siûdiyê, Îsraîl û Misirê bibe sedema pirsgirêkên cidî. Îran tesîreke mezin li cînarê xwe Iraqê kiriye. Her wiha tesîra wê li ser Yemen, Lubnan, Filîstîn û Sûriyeyê jî heye. Her wiha Îran dixwaze hêza xwe ya jeopolîtîk a li Rojhilata Navîn ji kendava Adenê heta Behra Spî bide der. Ji bo vê jî hêza xwe ya leşkerî, polîtîk û aborî bi kar tîne. Di vî warî de hinekî bi ser jî ketiye. Dewletên Rojhilata Navîn dixwazin Îranê dorpêç bikin, lê berovajî wê li herêmê Îran bi saya hêzan Rojhilata Navînd orpêç dike. Armanca sereke ya DAY'yê, ew e ku hêza jeopeolîtîk a Îranê asteng bike. Bi ambargoya aborî dixwaze Îranê hepsî sînorê wê bike. Bi vê re dixwaze du armancan bi dest bixe; Yek, tesîrê li dînamîkên hundurîn ê Îranê bike û li hemberî rejîma Mollayê berteka vikaiyî rake ser piya; dudo, bi meseleyên xwe yên hundurîn mijûl bibe da mudaxilî pirsgirêkên herêmê nebe." 
 
Oekoz, destnîşan kir ku pîşesaziya şer a Îranê xwe dispêre teknolojiya Rûsya û Çînê û wexta DYA li hemberî Îranê operasyoneke leşkerî bike wê Rûsya destûrê nede. Pekoz, anî ziman ku li ser Sûriyeyê reqabeteke nedîbar a Rûsya û Îranê heye û got: "Tesîreke zêde ya Îranê li ser rejîma Sûriyeyê heye û her wiha di şerê li hemberî îslamparêzên radîkal jî rola hêzên leşkerî yên Îranê pir girîng e. Îran, dixwaze di ser Sûriyeyê re wekî hêzeke jeopolîtîk qada xwe ya serweriyê berfireh bike. Rûsya, ji ber van armancên Îranê nerihet dibe. Nxasim dixwaze sînorên Sûriyeyê yên Behra Spî bi tena serê xwe kontrol bike. Loma li hemberî vê ambargoya DYA'yê xwe li bêdengiyê datîne. Yanî wê nehêle DYA li hemberî Îranê operasyoneke leşkerî pêk bîne. Wê li dijî wê derkeve lê wê sûdê jî ji bertengbûna sînorên qada liv û tevgerî yên Îranê jî bigire." 
 
Pekoz, diyar kir ku DYA'yê berê Tirkiye jî di nav de di warê aborî de muafiyeta aboriyî dabû ber 8 welatan lê belê di 2'yê Gulanê de ev maufyet rakiriye. Pekoz, anî ziman ku ji ber Tirkiyeyê ev muafiyet hatiye rakirin. Pekoz, anî ziman ku têkiliyên aborî yên di navbera Enqere û Tahranê de, rasterast di bin kontrola DYA'yê de ne û got: "Tirkiye ji bo qada ambargoyê sînrodar bike, mecbûr e ji bo têkiliyên xwe yên bazirganî yên bi Îranê re baldar be. Nexasim jî di warê îxracata enerjiyê de pir baldar tev digere. Gelek nûçe hatin çêkirin ku hin şîrketên ji Tirkiyeyê ji aliyê DYA'yê ve hatine şopandin. Loma Washîngton li bahaneyan digere û Enqere jî ji bo bahane neyêna firandin hewl dide. Tirkiye, bi erzanî pertol ji Îranê dikirî, lê belê ev yek pir mînîmîze kir. Hevdîtin bi Iraq û Rêveberiya Herêmê ya Kurd re çêkirin û wê pêdiviya xwe ya enerjiyê li vir peyda bike. Kêmbûna rêjeya îxracatê hem dê tesîreke enyînî li rewşa aborî ya Tirkiyeyê bike hem jî bibe sedema prisgirêkên di warê polîtîk-dîplomatîk de." 
 
'KRÎZEKE MEZIN LI BENDA TIRKIYEYÊ YE'
 
Pekoz, bal kişand ser pirsgirêka S-400 û F-35'an a di navbera DYA û Rûsyayê de û got: "DYA, di dema kirîna S-300 a Îranê de bêdeng ma. Lê belê ji ber Enqere endamê NATO'yê ye, DYA bê şert û merc li dijî kirîna S-400'an e. Berê Yûnanîstan S-300 kirîbûn û li girava Rodosê bi cih kiribûn. S-300'ên li vira bi awayekî fiîlî di bin kontrola NATO'yê de bûn. Lê S-400'ên ku Tirkiye dixwaze bikire xwedî kapasîteyeke pir pêşketî ne. Di kirîna S-400'an de bi qasî dixuyê di nav îktîdarê de du hêl hene. Serokomar Erdogan dixwaze S-400 bên kirîn, Wezareta Parastinê û Wezareta Karên Derve jî li pêyî formuleke navberî ne. Lê belê berovajî vê Washîngton tu pêşniyaran qebûl nake. Eger Tirkiye S-400'an bikire, wê DYA, YE û NATO di warê leşkerî, polîtîk û aborî de ambargoyekê têxin dewrê. Bi vî awayî her diçe Tirkiye ji kirnê dûr dikeve an jî taloq dike. Lê vê carê jî wê bi mueyîdeyên giran ên Rûsyayê re rû bi rû bimîne. Di her du rewşan de jî krîzeke mezin li benda Tirkiyeyê ye." 
 
Pekoz, destnîşan kir ku Tirkiye li Îdlib, Efrîn û Babê di krîzeke mezin a polîtîk û leşkerî de ye û stratejiya Tirkiyeyê ya ji bo Sûriyeyê bi temamî rûxiyaye. Pekoz, bilêv kir ku îktîdar dev ji bilêvkirina operasyonê ya ji bo Sûriyeyê berdaye û got: "DYA û Rûsya, li Sûriyeyê nexasim jî ji bo rojhilatê Firatê li hev kirin. Wê hevsengiyên polîtîk rewşê diyar bikin; an xweserî an jî federasyon. Pir aaşkere ye wê DYA ji bakurê Sûriyeyê derneyê û wê bi kar bîne. Loma ewlehiya stratejiya bakurê Sûriyeyê pir girîng e û wê nehêle bêîstikrarbûyîn rû bide. Ji ber vê eger Tirkiye dixwaze li Sûriyeyê û Rojhilata Navîn ji xwe re qadeke nû peyda bike divê stratejiya xwe ya Sûriyeyê di ber çavan re derbas bike. Li ber Tirkiyeyê du rê hene; an wê ji nû ve ew û Esad li hev bikin an jî wê têkiliyên polîtîk bi rêveberiya herêma bakurê Sûriyeyêr e deyne. DYA, bi awayekî ne yesker di navbera Enqere û HSD'ê de pêwendiyêd atîne û dibe ev yek di rojên pêş de veguhere têkiliyên rasterast." 
 
MA / Ferhat Çelik

Sernavên din

07/06/2019
16:25 Di ser cînayeta Hafiz Akdemîr re 27 sal borîn lê...
15:59 Aktaş: S-400 li serê Tirkiyeyê bû bela
15:54 Pirtûka ‘Bênder’ a Dîba Keskîn hat nasandin
15:07 Jinên ÎHD'î dê biçin Xalfetiyê
15:05 Buldan: Em ê di 23'ê Hezîranê de carek din bi ser bikevin
13:39 Li Rihayê mizgefta ku Yildirim lê nimêj bike dorpêç kirin
13:09 Li Heskifê di roja Çalakiya Kurevî de hilweşîn didome
12:17 350 dolar pêşniyarî kesên Wezîrê Dadê Gul guhdar bikin kirin
12:16 Gundiyên Xelîfan ku dibin hedefa êrîşan: Jiyana me di bin talûkeyê de ye
11:48 Li kampa penaberan 400 kes bi jana zirav ketin
11:45 Wezîrê Perwerdehiyê yê Îranê îstîfa kir
11:11 Li 3 kesên ku şilêran berhev kirin 180 hezar ceza hat birîn
11:10 Li Pirsûsê zarokek qeniqî
11:06 Ocalan: Dewleta Tirkiye bi polîtîkayên înkar û îmhayê encam nagire
10:30 Temellî: Bîra gel teze ye bi gotina Kurdistanê deng nade we
10:10 HDP: Hilbijartina 7'ê Hezîranê nehata betalkirin hilbijartina Stenbol betal nedibû
09:19 Farisogûllari: Heke hûn samîmî ne daxwazên Kurdisdtanê bibersivînin
09:15 Berteka ji bo daxistina tabeleyên kurdî: Dixwazin kurdî ji kuçeyan jî biqewirînin
09:14 Tenê dixwazin îşkencekar bên cezakirin
09:11 'Eger kurdî bibe zimanê perwerdehiyê wê bibe yek ji zimanê herî pêşketî yê cîhanê'
09:10 Gelek bazarvanên jin dezgehên xwe girtine
09:09 Di mijara S-400 û F-35'an de wê Enqere çi bike?
09:08 Çûn serdana dîroka 10 hezar salî
09:01 Prof. Dr. Dinçer: Divê li Sûrê banga agahiyan bê avakirin
09:01 'Ocalan rêya xelasiyê ya ji aloziyê nîşan da'
09:00 ROJEVA 7'Ê HEZÎRANA 2019'AN
06/06/2019
20:07 Şaredariya Tetwanê jî tabeleya bi kurdî daxist
18:28 Temellî: Guh bidin Ocalan
17:15 Buldan li Qersê got: Em ê di 23’ê Hezîranê de jî dersê bidin wan
16:40 Piştî 4 salan çû Îmraliyê: Heke dikaribim hevdîtinê bînim ziman dê bibe pirtûk
15:43 Li qada seyranê ya Gabarê şewat derket
15:28 Li Amedê di qezayên trafîqê de 16 kes birîndar bûn
15:27 Salar: Şaredarê Bedlîsê pêkanînên qeyûman derbas kir
15:10 Mîhrîcana Zarokan a Sûrê ya di şopa çand û ziman de ye dest pê dike
14:44 Parlamenter Temel: Ev pêvajo ji bo AKP’ê fersendek e
13:42 DMME’yê serlêdana ‘Balyozê’ red kir
13:19 Japonya amadekariya 'navbeykariyê' dike
12:38 Di depoya lojîstîkê de şewat derket
12:14 VÎP'ê ji Îmamoglû re qedexe kirin
12:02 Li Sûdanê hêjmara kuştiyan derket 100 kesan
10:46 Esnaf bi derd e gel jî bê çare ye
10:26 Ji butçeya şaredariyê kamera li dibistanên gundan bi cih kirin
09:15 Mîhrîcana Zarokan a Sûrê dest pê dike
09:14 Ji bo Heskîfê li 35 deveran çalakî
09:12 ‘Li Sûrê UNESCO peywira xwe bi cih nayne, desteya parastinê jî sûc dike'
09:10 Îşkenceya li TEM'a Rihayê li wan hat kirin vegotin
09:08 ‘Berjwendiyên cemaweriyê dewrî şîrketan dikin'
09:06 Jinên bazarvan: Em ne kebanî ne, jinên kedkar in
09:03 Koçberiya masîpankan dest pê kir
09:02 Dozger ji mêrê rûyê hevjîna xwe şewitand re muebbetê xwest
09:00 ROJEVA 6'Ê HEZÎRANA 2019'AN
05/06/2019
20:49 Malbat ji Îmraliyê vegeriyan
19:04 HDP: Em komkujiya 5’ê Hezîranê ji bîr nakin
18:37 Freedom House: Li Tirkiye 150 saziyên çapemeniyê hatin girtin
18:18 Aktivîstên TJA'yê Leyla Guven ziyaret kirin
15:19 Li HDP'ê pîrozbahiya cejnê: Têkoşîna demokrasiyê dê bi dome
14:36 Dr. Kameran Mentik: Divê em li dijî êrîşan xwedî helwestek neteweyî bin
14:36 Partiyên siyasî cejna HDP'ê pîroz kirin: Em bi aştî û heskirinê hev hembêz bikin
14:20 Li Ûgandayê erd xişikî Gelek kes winda ne
13:41 'Heta em ji kapitalizminê rizgar nebin em nikarin xweza û cîhanê rizgar bikin'
13:00 Ciwanên Sîlopiyî çalakiya 'Emê rê nedin fihûşê' li dar xistin
12:46 Dozger biryara beraetê ya Rojnameger Taşkin îtîraz kir
12:08 TIR li maşîne qelibî: 5 kesan jiyana xwe ji dest dan
11:14 Mamosteya 21 salî ku tayîna wê derneket dawî li jiyana xwe anî
10:37 Balafirên TSK'ê bombebaran kirin: 3 pêşmerge birîndar bûn
10:32 ‘Sûr tenê bi xwediyê xwe yê esil bi wate dibe'
10:00 Komeleya Rosa: Têkoşîna hevpar şerte
09:19 Alozî û rageşiya navbera DYA û Îranê kûr dibe
09:17 Guneş: Nûnertiya HUDA-PAR a li Hewlerê me dixe nava fikaran
09:15 ‘Peyama Ocalan ji bo Rojhilata Navîn bêhn û nexşerêya gelan e'
09:13 Ji ber 'Baxçeyê Gel' dîwarê Sûrê rûxiya
09:11 Meclîsa ÎSÎG a Amedê tê avakirin
09:09 Girtiyê nexweş Engîn 2 sal in nayê tedawîkirin
09:06 ‘Zindanan peywira xwe bi cih anî, dor a me ye'
09:05 ‘Ocalan rêya jiyana bihev re nîşan da'
09:03 Ji ber ji bo grevên birçîbûnê 58 saniye rê girtin der barê wan de lêpirsîn hat destpêkirin
09:02 Polîs gefan li endamên Meclîsa Ciwana ya HDP'ê dixwin
09:00 ROJEVA 5'Ê HEZÎRANA 2019'AN
08:54 Malbat ji bo hevdîtina cejnê ber bi Îmraliyê ve ketin rê
04/06/2019
18:23 Di qezayên betlana Cejna Remezanê de 34 kes mirin 337 kes birîndar bûn
17:44 Bavê ciwanê êzidî: Îro kurê min qetil kirin sibê wê ciwanên din qetil bikin
17:26 Leyla Guven: Dengê Ocalan gihişt me
16:50 Li Xakûrkê agir berdan arazî û ziyaretgehan, gelê herêmê bertek nîşanî eskeran dan
15:21 ‘Muşevîrê Çapemeniya THY'ê, rêveberê şîrketên 40 qeyûman e'
14:47 Dayikên berxwedêr çûn girtîgehê û cejna zarokên xwe pîroz kirin
14:35 Eskerên TSK'ê ciwanekî êzidî kuşt
13:26 Roja cejnê ya ewil beziyan ser gorên zarokên xwe
13:14 30 dolim genim şewitî
12:12 ÎHD'ê: Pêwiste jinên girtî yên tenduristiya wan xerab bên dermankirin
11:36 Di ser êrîşa li dijî mîtînga 'Mirovahiya Mezin' re 4 sal barîn
11:10 Di serdanên goran de hêviyên ‘çareseriyê’
10:54 ‘Vedat Aydin tu carî teslîm nebû’
10:51 Ji HDP'ê peyama Cejna Remezanê
10:33 Mêr li Tarsusê jinek kuşt
10:27 Li Xakurkê çi dibe?
10:19 Ji ber deynan întîxar kir
10:09 Berî serdana Soylû bi zorê al bi dikanan ve kirin
09:56 ÎRA: 157 rojnameger cejnê li girtîgehan pêşwazî dikin
09:52 Di cejnê de jî goristan hilweşandin
09:14 Nasir: Xebata me hêj nû dest pê dike