Di mijara S-400 û F-35'an de wê Enqere çi bike? 2019-06-07 09:09:40 STENBOL - Pisporê Rojhilata Navîn Mûstafa Pekoz, destnîşan kir ku bê şert û merc DYA li dijî S-400'an derdikeve û got: "Li Tirkiyeyê her diçe rewşa ku nekire an jî taloqkirinê derdikeve holê lê belê vê carê jî wê bi mueyîdeyên tund ên Rûsyayê re rû bi rû bimîne. Yanî di her du rewşan de jî krîzeke mezin li benda Enqereyê ye."    Pisporê Rojhilata Navîn Nivîskar Mûstafa Pekoz, krîza S-400 û F-35'an a Tirkiyeyê, rageşiya di navbera DYA-Îranê de û helwesta Rûsyayê ya ji bo DYA'yê nirxand.    ARMANCA DYA'YÊ NE OPERASYON E    Pekoz, destnîşan kir ku pevçûnên di navbera DYA û Îranê de ji sala 1979'an bi dagirkirina sefirxaneya DYA'yê ya li Îranê dest pê kirine û ji wê rojê heta niha têkiliyên dîplomatîk ên di navbera DYA û Îranê de qet baş nebûne. Pekoz, polîtîkaya êrîşkirinê ya DYA'yê ya ji bo Îranê, tê wateya meydankirina ji bo hêzên kûrewî yên din jî loma armanca DYA'yê ne ew e ku bi Îranê re şer bike. Pekoz, diyar kir ku Îran pêşengê manewî yê cîhana şîîyê ye û got: "Eger DYA bi Îranê re şer bike, ev tê wateya ku ji Fas, Tûnûs, Cezayîr yanî ji tengava Cebelîtarikê bigire heta welatên Asyaya Navîn, Pakîstan, Afxanîstanê bi 400 milyon şîîyî re şer bike. Her wiha dibe ku şerê bi Îranê re bibe sedema gurbûyîna pevçûna di navbera şîî-sunnîtiyê de. Loma armanca sereke ya DYA'yê ne operasyoneke leşkerî ye."    Pekoz, destnîşan kir ku armanca polîtîkaya sereke ya DYA'yê ya li hemberî Îranê ew e ku li herêma Kendavê qada serweriyê ya Îranê sînordar bike û got: "Li qada di navbera kendava Aden-Basrayê de dibe serweriya Îranê ji bo Erebîstana Siûdiyê, Îsraîl û Misirê bibe sedema pirsgirêkên cidî. Îran tesîreke mezin li cînarê xwe Iraqê kiriye. Her wiha tesîra wê li ser Yemen, Lubnan, Filîstîn û Sûriyeyê jî heye. Her wiha Îran dixwaze hêza xwe ya jeopolîtîk a li Rojhilata Navîn ji kendava Adenê heta Behra Spî bide der. Ji bo vê jî hêza xwe ya leşkerî, polîtîk û aborî bi kar tîne. Di vî warî de hinekî bi ser jî ketiye. Dewletên Rojhilata Navîn dixwazin Îranê dorpêç bikin, lê berovajî wê li herêmê Îran bi saya hêzan Rojhilata Navînd orpêç dike. Armanca sereke ya DAY'yê, ew e ku hêza jeopeolîtîk a Îranê asteng bike. Bi ambargoya aborî dixwaze Îranê hepsî sînorê wê bike. Bi vê re dixwaze du armancan bi dest bixe; Yek, tesîrê li dînamîkên hundurîn ê Îranê bike û li hemberî rejîma Mollayê berteka vikaiyî rake ser piya; dudo, bi meseleyên xwe yên hundurîn mijûl bibe da mudaxilî pirsgirêkên herêmê nebe."    Oekoz, destnîşan kir ku pîşesaziya şer a Îranê xwe dispêre teknolojiya Rûsya û Çînê û wexta DYA li hemberî Îranê operasyoneke leşkerî bike wê Rûsya destûrê nede. Pekoz, anî ziman ku li ser Sûriyeyê reqabeteke nedîbar a Rûsya û Îranê heye û got: "Tesîreke zêde ya Îranê li ser rejîma Sûriyeyê heye û her wiha di şerê li hemberî îslamparêzên radîkal jî rola hêzên leşkerî yên Îranê pir girîng e. Îran, dixwaze di ser Sûriyeyê re wekî hêzeke jeopolîtîk qada xwe ya serweriyê berfireh bike. Rûsya, ji ber van armancên Îranê nerihet dibe. Nxasim dixwaze sînorên Sûriyeyê yên Behra Spî bi tena serê xwe kontrol bike. Loma li hemberî vê ambargoya DYA'yê xwe li bêdengiyê datîne. Yanî wê nehêle DYA li hemberî Îranê operasyoneke leşkerî pêk bîne. Wê li dijî wê derkeve lê wê sûdê jî ji bertengbûna sînorên qada liv û tevgerî yên Îranê jî bigire."    Pekoz, diyar kir ku DYA'yê berê Tirkiye jî di nav de di warê aborî de muafiyeta aboriyî dabû ber 8 welatan lê belê di 2'yê Gulanê de ev maufyet rakiriye. Pekoz, anî ziman ku ji ber Tirkiyeyê ev muafiyet hatiye rakirin. Pekoz, anî ziman ku têkiliyên aborî yên di navbera Enqere û Tahranê de, rasterast di bin kontrola DYA'yê de ne û got: "Tirkiye ji bo qada ambargoyê sînrodar bike, mecbûr e ji bo têkiliyên xwe yên bazirganî yên bi Îranê re baldar be. Nexasim jî di warê îxracata enerjiyê de pir baldar tev digere. Gelek nûçe hatin çêkirin ku hin şîrketên ji Tirkiyeyê ji aliyê DYA'yê ve hatine şopandin. Loma Washîngton li bahaneyan digere û Enqere jî ji bo bahane neyêna firandin hewl dide. Tirkiye, bi erzanî pertol ji Îranê dikirî, lê belê ev yek pir mînîmîze kir. Hevdîtin bi Iraq û Rêveberiya Herêmê ya Kurd re çêkirin û wê pêdiviya xwe ya enerjiyê li vir peyda bike. Kêmbûna rêjeya îxracatê hem dê tesîreke enyînî li rewşa aborî ya Tirkiyeyê bike hem jî bibe sedema prisgirêkên di warê polîtîk-dîplomatîk de."    'KRÎZEKE MEZIN LI BENDA TIRKIYEYÊ YE'   Pekoz, bal kişand ser pirsgirêka S-400 û F-35'an a di navbera DYA û Rûsyayê de û got: "DYA, di dema kirîna S-300 a Îranê de bêdeng ma. Lê belê ji ber Enqere endamê NATO'yê ye, DYA bê şert û merc li dijî kirîna S-400'an e. Berê Yûnanîstan S-300 kirîbûn û li girava Rodosê bi cih kiribûn. S-300'ên li vira bi awayekî fiîlî di bin kontrola NATO'yê de bûn. Lê S-400'ên ku Tirkiye dixwaze bikire xwedî kapasîteyeke pir pêşketî ne. Di kirîna S-400'an de bi qasî dixuyê di nav îktîdarê de du hêl hene. Serokomar Erdogan dixwaze S-400 bên kirîn, Wezareta Parastinê û Wezareta Karên Derve jî li pêyî formuleke navberî ne. Lê belê berovajî vê Washîngton tu pêşniyaran qebûl nake. Eger Tirkiye S-400'an bikire, wê DYA, YE û NATO di warê leşkerî, polîtîk û aborî de ambargoyekê têxin dewrê. Bi vî awayî her diçe Tirkiye ji kirnê dûr dikeve an jî taloq dike. Lê vê carê jî wê bi mueyîdeyên giran ên Rûsyayê re rû bi rû bimîne. Di her du rewşan de jî krîzeke mezin li benda Tirkiyeyê ye."    Pekoz, destnîşan kir ku Tirkiye li Îdlib, Efrîn û Babê di krîzeke mezin a polîtîk û leşkerî de ye û stratejiya Tirkiyeyê ya ji bo Sûriyeyê bi temamî rûxiyaye. Pekoz, bilêv kir ku îktîdar dev ji bilêvkirina operasyonê ya ji bo Sûriyeyê berdaye û got: "DYA û Rûsya, li Sûriyeyê nexasim jî ji bo rojhilatê Firatê li hev kirin. Wê hevsengiyên polîtîk rewşê diyar bikin; an xweserî an jî federasyon. Pir aaşkere ye wê DYA ji bakurê Sûriyeyê derneyê û wê bi kar bîne. Loma ewlehiya stratejiya bakurê Sûriyeyê pir girîng e û wê nehêle bêîstikrarbûyîn rû bide. Ji ber vê eger Tirkiye dixwaze li Sûriyeyê û Rojhilata Navîn ji xwe re qadeke nû peyda bike divê stratejiya xwe ya Sûriyeyê di ber çavan re derbas bike. Li ber Tirkiyeyê du rê hene; an wê ji nû ve ew û Esad li hev bikin an jî wê têkiliyên polîtîk bi rêveberiya herêma bakurê Sûriyeyêr e deyne. DYA, bi awayekî ne yesker di navbera Enqere û HSD'ê de pêwendiyêd atîne û dibe ev yek di rojên pêş de veguhere têkiliyên rasterast."    MA / Ferhat Çelik