Guneş: Nûnertiya HUDA-PAR a li Hewlerê me dixe nava fikaran

  • rojane
  • 09:17 5 Hezîran 2019
  • |
img
HEWLER - Hevseroka Nûnertiya HDP'ê ya Newlerê Muzeyyen Guneş bal kişan ser avakirina nûnertiya HUDA-PAR'ê ya li Hewlerê û destnîşan kir ku armanca wan pir cuda ye û wiha got: "Çima bi taybet li Başûr nûnertî ava kirin? Ne partiyek mezin e û endamê wê jî li vir tune. Çima pêwistiyê dibîne? Gelê vir cih nedan wan çûn li nokteya MÎT'ê ya li vir nûnertî ava kirin. Ev nîşan dide ku rengekî din ê MÎT'ê ye."
 
Partiya Hur Dava (HUDA PAR), di 1'ê Gulanê de li Bajarê Hewlerê, bi tevlêbûna Serokê Giştî yê HUDA PAR'ê Îshak Saglam, Cîgirê Serokê Giştî Zekeriya Yapicioglu û gelek rêveberên wê nûnertiya xwe vekir. Hevseroka Nûnertiya HDP'ê ya Hewlerê Muzeyyen Guneş, têkildarî avakirina nûnertiya HUDA-PAR'ê û nakokiyên PDK'ê yên li dijî partiyên kurdan ji Ajansa Mezopotamya re axivî. Guneş, bal kişand ser dîroka avakirina HUDA-PAR'ê û wiha got: "Bingeha wê li ser hîzbûllahê hatiye avakirin. Hîzbûllahê gelek ciwanên kurd kuştin û hêj kujerê wan bi awayekî fermî nehatiye diyarkirin. Dewletê bi her awayî parastina hîzbûllahê kir. Dewletê bi rêya MÎT'ê hîzbullah da ava kirin û li dijî ciwanên kurd da şerkirin. Yên ku HUDA-PAR ava kirine ev kesên di salên 1990'an de ciwanên kurd revandin û winda kirin ne. Niha tenê navê xwe guhertine. Hem piştgiriya xwe ji milê Îranê digirin û hem jî ji hikûmeta Erdogan digirin. Avakirina Nûnertiya vana ya li Hewlerê me dixe nava raman û fikaran. Meseleya vana ne tenê partiyek Kurd a masûm e. Ger ku partiyek Kurd bûya niha gelek partiyên Kurd ên li Rojava, Rojhilat û heremên din dixwazin ava bikin lê destûr nadin avakirina wan. Mînak HDP'ê niha li vir nûnertî ava kiriye, lê hej bi awayekî fermî nûnertiya wê qebûl nekirine." 
 
HUDA-PAR'Ê SÎWANA HDP'Ê QEBÛL NEKIR 
 
Guneş, da zanîn ku beriya hilbijartinê gelek partiyên Kurd di bin sîwana HDP'ê de kom bûn, lê HUDA-PAR ev yek qebûl nekir û wiha axivî: "Beriya hilbijartinê 6 partiyên kurd di bin sîwana HDP'ê de kom bûn û tifaqa Kurd ava kirin. Li ser berjewendiyên Kurdan, ji bo aştî, demokrasî û azadiya kurdan bûn yek. Ev gavek pir kêfxweşiyê dide mirov. Gavek gelek pîroz avêtin. Di bin sîwanekê de çûn hilbijartinê. Lê wê demê HUDA-PAR bi tu rengî nêzî vê yekê nebû. Me nikarîbû bi tu awayî bi wan re hevdîtin bikiraya. Çima ji ber dijberiya kurdan kir. Li ser navê kurd û îslamiyetê dijberiya herî xerab dimeşînin. 
 
ÇIMA BI TAYBET BAŞÛR? 
 
Guneş, destnîşan kir ku avakirina wan a Başur cihê fikar û fikrê ye û wiha got: "Çima bi taybet li Başûr nûnertî ava kirin? Ne partiyek mezin e û endamê wê jî li vir tune? Çima pêwistiyê dibîne? Endamên wan pir kêm in. Yên çidin serdana wan jî, rengê wan ne ew kesên bi siyasetê re mijûl dibin. Wekî endamên perwerdekirî yên MÎT'ê û milîtanên wan in. Yên ku çûne serdawa wan diyar dikin ku rengî din ê MÎT'ê ye. Kirasekî cuda li xwe kirine. HUDA-PAR ji bo nûnertiya xwe ava bikin li gelek cih geriya ne. Lê ji ber gelê Başur cih nedaye wan niha hatine li nokteya barageha MÎT'ê nûnerti ava kirine. Nokteya MÎT'ê wekî cihekî alîkariyê fermiyeta wê hebû. Ne partiyek mezin e û tu pêwistiya wê bi nûnertiyê jî tune. Lê em dipirsin çima bi taybet hatiye vir Nûnertiyê ava dike. Çi pêwistiya wê pê heye? 
 
JI BO TEVLIHEVIYÊ DERXIN HATINE VIR
 
Guneş, da zanîn ku meseleya vana ji bo tevliheviyekê derxin hatine vir û wiha berdewam kir: "Tirkiye çend baragehên eskerî li Başur ava kirine. Tu ferqa van û baragehan ji hev tune. Tenê ev ferqa wan a siyasî ye. Em pir aşkere dibêjin evana ji her alî ve dijberiya kurdan dikin. Dixwazin hêza çekdar di nava milletên sivîl de ava bikin, bi vê nûnertiyê amadekariya vê yekê dikin. Ferqa wan û AKP'ê ji hev tu ne ye. AKP bihata vir jî nikarîbû xwe bi gelê vir bide qebûlkirin û nikarîbû xwe bi rêxistin bike. Lê HUDA-PAR em nasnameya Kurd û hem jî nasnameya olî bikar tîne û li gorî AKP'ê bi hêsanîtir dikare xwe bi rêxistin bike. Dixwazin li ser navê kurdan tev bigerin. Ji ber ku her dem xwestine Kurdan bi destê Kurdan bixin. Tirkek naxwaze were xwe li ber çavê Kurdan reş bike. Heta niha her dem kurd bi destê kurdekî din şikandine, xistine û perçe kirine. Niha dîsa bi destê Kurdan li ser Kurdan şerekî taybet dimeşînin. Ji ber bi navê Kurd û îslamê tev digere li gorî AKP'ê pêşiya HUDA-PAR'ê bêtir vekirî ye. Niha şerê Îranê, Şerê li Qandîlê û operasyonên li dijî Şengalê di rojevê de ye. Tirkiye ji bo van operasyonên difikire dixwaze ji bo pêşerojê bingehekê li vir ava bike. 
 
'EM 8 SALIN LI VIR IN LÊ HÊJ BI FERMÎ NÛNERTIYA ME QEBÛL NEKIRINE' 
 
HDP partiya sêyemîn a Tirkiye ye û partiya hevsengiya demokrasiyê ye. Lê li gel ve yekê dîsa fermiyetê nadin me. Ji bo ku Tirkiye ji PDK'ê re sibê pirsgirêk dernexe li vir fermiyetê nadin me. Ji bo HUDA-PAR'e jî li gorî xwesteka Tirkiye tev digerin. 8 salin em li vir in, heta niha tu gavên me yên neyînî der barê partiyên li vir de çê nebûne. Em dixwazin bi hevre di nava aştî û demokrasiyê dexebatê bikin. Ji bo ku nûnertiya me qebûl bikin me dostayên xwe amade kirine û emê dîsa serlêdan bikin. Ji ber ku me partiyek kurd a mezin in. Piraniya endamên me li vir in. Hemû endamên me yên li vir hilbijêr in û siyaset li wan hatine qedexekirin. Ji ber ku rêya siyasetê li wan hatiye girtin hatine vir. Ji ber vê yekê nûnertiya li vir mafekî me yê rewa ye. Yên bi qaçaxî hatine vir hemû rêveberên HDP'ê ne. Rêveberên bajar, naveyan, hevserok û hevşaredar in. Lê heta niha hêj wekî penaberên siyasî li vir in. Heta niha ji xeynî nasnameya Yekîtiya Ewropa tu nasname nedame endamên me yên vir. Ji bo nasnameyê bidin wan û endamtiya wan bê qebûlkirin emê dîsa serlêdan bikin ku nûnertiya me fermî bibe. 
 
MA / Mehmet Alî Ertaş
 

Sernavên din

07/06/2019
16:25 Di ser cînayeta Hafiz Akdemîr re 27 sal borîn lê...
15:59 Aktaş: S-400 li serê Tirkiyeyê bû bela
15:54 Pirtûka ‘Bênder’ a Dîba Keskîn hat nasandin
15:07 Jinên ÎHD'î dê biçin Xalfetiyê
15:05 Buldan: Em ê di 23'ê Hezîranê de carek din bi ser bikevin
13:39 Li Rihayê mizgefta ku Yildirim lê nimêj bike dorpêç kirin
13:09 Li Heskifê di roja Çalakiya Kurevî de hilweşîn didome
12:17 350 dolar pêşniyarî kesên Wezîrê Dadê Gul guhdar bikin kirin
12:16 Gundiyên Xelîfan ku dibin hedefa êrîşan: Jiyana me di bin talûkeyê de ye
11:48 Li kampa penaberan 400 kes bi jana zirav ketin
11:45 Wezîrê Perwerdehiyê yê Îranê îstîfa kir
11:11 Li 3 kesên ku şilêran berhev kirin 180 hezar ceza hat birîn
11:10 Li Pirsûsê zarokek qeniqî
11:06 Ocalan: Dewleta Tirkiye bi polîtîkayên înkar û îmhayê encam nagire
10:30 Temellî: Bîra gel teze ye bi gotina Kurdistanê deng nade we
10:10 HDP: Hilbijartina 7'ê Hezîranê nehata betalkirin hilbijartina Stenbol betal nedibû
09:19 Farisogûllari: Heke hûn samîmî ne daxwazên Kurdisdtanê bibersivînin
09:15 Berteka ji bo daxistina tabeleyên kurdî: Dixwazin kurdî ji kuçeyan jî biqewirînin
09:14 Tenê dixwazin îşkencekar bên cezakirin
09:11 'Eger kurdî bibe zimanê perwerdehiyê wê bibe yek ji zimanê herî pêşketî yê cîhanê'
09:10 Gelek bazarvanên jin dezgehên xwe girtine
09:09 Di mijara S-400 û F-35'an de wê Enqere çi bike?
09:08 Çûn serdana dîroka 10 hezar salî
09:01 Prof. Dr. Dinçer: Divê li Sûrê banga agahiyan bê avakirin
09:01 'Ocalan rêya xelasiyê ya ji aloziyê nîşan da'
09:00 ROJEVA 7'Ê HEZÎRANA 2019'AN
06/06/2019
20:07 Şaredariya Tetwanê jî tabeleya bi kurdî daxist
18:28 Temellî: Guh bidin Ocalan
17:15 Buldan li Qersê got: Em ê di 23’ê Hezîranê de jî dersê bidin wan
16:40 Piştî 4 salan çû Îmraliyê: Heke dikaribim hevdîtinê bînim ziman dê bibe pirtûk
15:43 Li qada seyranê ya Gabarê şewat derket
15:28 Li Amedê di qezayên trafîqê de 16 kes birîndar bûn
15:27 Salar: Şaredarê Bedlîsê pêkanînên qeyûman derbas kir
15:10 Mîhrîcana Zarokan a Sûrê ya di şopa çand û ziman de ye dest pê dike
14:44 Parlamenter Temel: Ev pêvajo ji bo AKP’ê fersendek e
13:42 DMME’yê serlêdana ‘Balyozê’ red kir
13:19 Japonya amadekariya 'navbeykariyê' dike
12:38 Di depoya lojîstîkê de şewat derket
12:14 VÎP'ê ji Îmamoglû re qedexe kirin
12:02 Li Sûdanê hêjmara kuştiyan derket 100 kesan
10:46 Esnaf bi derd e gel jî bê çare ye
10:26 Ji butçeya şaredariyê kamera li dibistanên gundan bi cih kirin
09:15 Mîhrîcana Zarokan a Sûrê dest pê dike
09:14 Ji bo Heskîfê li 35 deveran çalakî
09:12 ‘Li Sûrê UNESCO peywira xwe bi cih nayne, desteya parastinê jî sûc dike'
09:10 Îşkenceya li TEM'a Rihayê li wan hat kirin vegotin
09:08 ‘Berjwendiyên cemaweriyê dewrî şîrketan dikin'
09:06 Jinên bazarvan: Em ne kebanî ne, jinên kedkar in
09:03 Koçberiya masîpankan dest pê kir
09:02 Dozger ji mêrê rûyê hevjîna xwe şewitand re muebbetê xwest
09:00 ROJEVA 6'Ê HEZÎRANA 2019'AN
05/06/2019
20:49 Malbat ji Îmraliyê vegeriyan
19:04 HDP: Em komkujiya 5’ê Hezîranê ji bîr nakin
18:37 Freedom House: Li Tirkiye 150 saziyên çapemeniyê hatin girtin
18:18 Aktivîstên TJA'yê Leyla Guven ziyaret kirin
15:19 Li HDP'ê pîrozbahiya cejnê: Têkoşîna demokrasiyê dê bi dome
14:36 Dr. Kameran Mentik: Divê em li dijî êrîşan xwedî helwestek neteweyî bin
14:36 Partiyên siyasî cejna HDP'ê pîroz kirin: Em bi aştî û heskirinê hev hembêz bikin
14:20 Li Ûgandayê erd xişikî Gelek kes winda ne
13:41 'Heta em ji kapitalizminê rizgar nebin em nikarin xweza û cîhanê rizgar bikin'
13:00 Ciwanên Sîlopiyî çalakiya 'Emê rê nedin fihûşê' li dar xistin
12:46 Dozger biryara beraetê ya Rojnameger Taşkin îtîraz kir
12:08 TIR li maşîne qelibî: 5 kesan jiyana xwe ji dest dan
11:14 Mamosteya 21 salî ku tayîna wê derneket dawî li jiyana xwe anî
10:37 Balafirên TSK'ê bombebaran kirin: 3 pêşmerge birîndar bûn
10:32 ‘Sûr tenê bi xwediyê xwe yê esil bi wate dibe'
10:00 Komeleya Rosa: Têkoşîna hevpar şerte
09:19 Alozî û rageşiya navbera DYA û Îranê kûr dibe
09:17 Guneş: Nûnertiya HUDA-PAR a li Hewlerê me dixe nava fikaran
09:15 ‘Peyama Ocalan ji bo Rojhilata Navîn bêhn û nexşerêya gelan e'
09:13 Ji ber 'Baxçeyê Gel' dîwarê Sûrê rûxiya
09:11 Meclîsa ÎSÎG a Amedê tê avakirin
09:09 Girtiyê nexweş Engîn 2 sal in nayê tedawîkirin
09:06 ‘Zindanan peywira xwe bi cih anî, dor a me ye'
09:05 ‘Ocalan rêya jiyana bihev re nîşan da'
09:03 Ji ber ji bo grevên birçîbûnê 58 saniye rê girtin der barê wan de lêpirsîn hat destpêkirin
09:02 Polîs gefan li endamên Meclîsa Ciwana ya HDP'ê dixwin
09:00 ROJEVA 5'Ê HEZÎRANA 2019'AN
08:54 Malbat ji bo hevdîtina cejnê ber bi Îmraliyê ve ketin rê
04/06/2019
18:23 Di qezayên betlana Cejna Remezanê de 34 kes mirin 337 kes birîndar bûn
17:44 Bavê ciwanê êzidî: Îro kurê min qetil kirin sibê wê ciwanên din qetil bikin
17:26 Leyla Guven: Dengê Ocalan gihişt me
16:50 Li Xakûrkê agir berdan arazî û ziyaretgehan, gelê herêmê bertek nîşanî eskeran dan
15:21 ‘Muşevîrê Çapemeniya THY'ê, rêveberê şîrketên 40 qeyûman e'
14:47 Dayikên berxwedêr çûn girtîgehê û cejna zarokên xwe pîroz kirin
14:35 Eskerên TSK'ê ciwanekî êzidî kuşt
13:26 Roja cejnê ya ewil beziyan ser gorên zarokên xwe
13:14 30 dolim genim şewitî
12:12 ÎHD'ê: Pêwiste jinên girtî yên tenduristiya wan xerab bên dermankirin
11:36 Di ser êrîşa li dijî mîtînga 'Mirovahiya Mezin' re 4 sal barîn
11:10 Di serdanên goran de hêviyên ‘çareseriyê’
10:54 ‘Vedat Aydin tu carî teslîm nebû’
10:51 Ji HDP'ê peyama Cejna Remezanê
10:33 Mêr li Tarsusê jinek kuşt
10:27 Li Xakurkê çi dibe?
10:19 Ji ber deynan întîxar kir
10:09 Berî serdana Soylû bi zorê al bi dikanan ve kirin
09:56 ÎRA: 157 rojnameger cejnê li girtîgehan pêşwazî dikin
09:52 Di cejnê de jî goristan hilweşandin
09:14 Nasir: Xebata me hêj nû dest pê dike