Guneş: Nûnertiya HUDA-PAR a li Hewlerê me dixe nava fikaran 2019-06-05 09:17:01   HEWLER - Hevseroka Nûnertiya HDP'ê ya Newlerê Muzeyyen Guneş bal kişan ser avakirina nûnertiya HUDA-PAR'ê ya li Hewlerê û destnîşan kir ku armanca wan pir cuda ye û wiha got: "Çima bi taybet li Başûr nûnertî ava kirin? Ne partiyek mezin e û endamê wê jî li vir tune. Çima pêwistiyê dibîne? Gelê vir cih nedan wan çûn li nokteya MÎT'ê ya li vir nûnertî ava kirin. Ev nîşan dide ku rengekî din ê MÎT'ê ye."   Partiya Hur Dava (HUDA PAR), di 1'ê Gulanê de li Bajarê Hewlerê, bi tevlêbûna Serokê Giştî yê HUDA PAR'ê Îshak Saglam, Cîgirê Serokê Giştî Zekeriya Yapicioglu û gelek rêveberên wê nûnertiya xwe vekir. Hevseroka Nûnertiya HDP'ê ya Hewlerê Muzeyyen Guneş, têkildarî avakirina nûnertiya HUDA-PAR'ê û nakokiyên PDK'ê yên li dijî partiyên kurdan ji Ajansa Mezopotamya re axivî. Guneş, bal kişand ser dîroka avakirina HUDA-PAR'ê û wiha got: "Bingeha wê li ser hîzbûllahê hatiye avakirin. Hîzbûllahê gelek ciwanên kurd kuştin û hêj kujerê wan bi awayekî fermî nehatiye diyarkirin. Dewletê bi her awayî parastina hîzbûllahê kir. Dewletê bi rêya MÎT'ê hîzbullah da ava kirin û li dijî ciwanên kurd da şerkirin. Yên ku HUDA-PAR ava kirine ev kesên di salên 1990'an de ciwanên kurd revandin û winda kirin ne. Niha tenê navê xwe guhertine. Hem piştgiriya xwe ji milê Îranê digirin û hem jî ji hikûmeta Erdogan digirin. Avakirina Nûnertiya vana ya li Hewlerê me dixe nava raman û fikaran. Meseleya vana ne tenê partiyek Kurd a masûm e. Ger ku partiyek Kurd bûya niha gelek partiyên Kurd ên li Rojava, Rojhilat û heremên din dixwazin ava bikin lê destûr nadin avakirina wan. Mînak HDP'ê niha li vir nûnertî ava kiriye, lê hej bi awayekî fermî nûnertiya wê qebûl nekirine."    HUDA-PAR'Ê SÎWANA HDP'Ê QEBÛL NEKIR    Guneş, da zanîn ku beriya hilbijartinê gelek partiyên Kurd di bin sîwana HDP'ê de kom bûn, lê HUDA-PAR ev yek qebûl nekir û wiha axivî: "Beriya hilbijartinê 6 partiyên kurd di bin sîwana HDP'ê de kom bûn û tifaqa Kurd ava kirin. Li ser berjewendiyên Kurdan, ji bo aştî, demokrasî û azadiya kurdan bûn yek. Ev gavek pir kêfxweşiyê dide mirov. Gavek gelek pîroz avêtin. Di bin sîwanekê de çûn hilbijartinê. Lê wê demê HUDA-PAR bi tu rengî nêzî vê yekê nebû. Me nikarîbû bi tu awayî bi wan re hevdîtin bikiraya. Çima ji ber dijberiya kurdan kir. Li ser navê kurd û îslamiyetê dijberiya herî xerab dimeşînin.    ÇIMA BI TAYBET BAŞÛR?    Guneş, destnîşan kir ku avakirina wan a Başur cihê fikar û fikrê ye û wiha got: "Çima bi taybet li Başûr nûnertî ava kirin? Ne partiyek mezin e û endamê wê jî li vir tune? Çima pêwistiyê dibîne? Endamên wan pir kêm in. Yên çidin serdana wan jî, rengê wan ne ew kesên bi siyasetê re mijûl dibin. Wekî endamên perwerdekirî yên MÎT'ê û milîtanên wan in. Yên ku çûne serdawa wan diyar dikin ku rengî din ê MÎT'ê ye. Kirasekî cuda li xwe kirine. HUDA-PAR ji bo nûnertiya xwe ava bikin li gelek cih geriya ne. Lê ji ber gelê Başur cih nedaye wan niha hatine li nokteya barageha MÎT'ê nûnerti ava kirine. Nokteya MÎT'ê wekî cihekî alîkariyê fermiyeta wê hebû. Ne partiyek mezin e û tu pêwistiya wê bi nûnertiyê jî tune. Lê em dipirsin çima bi taybet hatiye vir Nûnertiyê ava dike. Çi pêwistiya wê pê heye?    JI BO TEVLIHEVIYÊ DERXIN HATINE VIR   Guneş, da zanîn ku meseleya vana ji bo tevliheviyekê derxin hatine vir û wiha berdewam kir: "Tirkiye çend baragehên eskerî li Başur ava kirine. Tu ferqa van û baragehan ji hev tune. Tenê ev ferqa wan a siyasî ye. Em pir aşkere dibêjin evana ji her alî ve dijberiya kurdan dikin. Dixwazin hêza çekdar di nava milletên sivîl de ava bikin, bi vê nûnertiyê amadekariya vê yekê dikin. Ferqa wan û AKP'ê ji hev tu ne ye. AKP bihata vir jî nikarîbû xwe bi gelê vir bide qebûlkirin û nikarîbû xwe bi rêxistin bike. Lê HUDA-PAR em nasnameya Kurd û hem jî nasnameya olî bikar tîne û li gorî AKP'ê bi hêsanîtir dikare xwe bi rêxistin bike. Dixwazin li ser navê kurdan tev bigerin. Ji ber ku her dem xwestine Kurdan bi destê Kurdan bixin. Tirkek naxwaze were xwe li ber çavê Kurdan reş bike. Heta niha her dem kurd bi destê kurdekî din şikandine, xistine û perçe kirine. Niha dîsa bi destê Kurdan li ser Kurdan şerekî taybet dimeşînin. Ji ber bi navê Kurd û îslamê tev digere li gorî AKP'ê pêşiya HUDA-PAR'ê bêtir vekirî ye. Niha şerê Îranê, Şerê li Qandîlê û operasyonên li dijî Şengalê di rojevê de ye. Tirkiye ji bo van operasyonên difikire dixwaze ji bo pêşerojê bingehekê li vir ava bike.    'EM 8 SALIN LI VIR IN LÊ HÊJ BI FERMÎ NÛNERTIYA ME QEBÛL NEKIRINE'    HDP partiya sêyemîn a Tirkiye ye û partiya hevsengiya demokrasiyê ye. Lê li gel ve yekê dîsa fermiyetê nadin me. Ji bo ku Tirkiye ji PDK'ê re sibê pirsgirêk dernexe li vir fermiyetê nadin me. Ji bo HUDA-PAR'e jî li gorî xwesteka Tirkiye tev digerin. 8 salin em li vir in, heta niha tu gavên me yên neyînî der barê partiyên li vir de çê nebûne. Em dixwazin bi hevre di nava aştî û demokrasiyê dexebatê bikin. Ji bo ku nûnertiya me qebûl bikin me dostayên xwe amade kirine û emê dîsa serlêdan bikin. Ji ber ku me partiyek kurd a mezin in. Piraniya endamên me li vir in. Hemû endamên me yên li vir hilbijêr in û siyaset li wan hatine qedexekirin. Ji ber ku rêya siyasetê li wan hatiye girtin hatine vir. Ji ber vê yekê nûnertiya li vir mafekî me yê rewa ye. Yên bi qaçaxî hatine vir hemû rêveberên HDP'ê ne. Rêveberên bajar, naveyan, hevserok û hevşaredar in. Lê heta niha hêj wekî penaberên siyasî li vir in. Heta niha ji xeynî nasnameya Yekîtiya Ewropa tu nasname nedame endamên me yên vir. Ji bo nasnameyê bidin wan û endamtiya wan bê qebûlkirin emê dîsa serlêdan bikin ku nûnertiya me fermî bibe.    MA / Mehmet Alî Ertaş