EDENE – Der barê 11 kesên li Edeneyê ji bo balê bikişînin ser çalakiyên greva birçîbûnê û rojiya mirinê di roniya sor de 58 saniyeyan rê girtin, lêpirsîn hat destpêkirin.
Li Edeneyê, 11 kesên ji bo balê bikişînin ser çalakiyên greva birçîbûnê û rojiya mirinê li Kolana Înonuyê di dema ronahiya sor de 58 saniyeyan rê girtin lêpirsîn hat destpêkirin. Çalakî di 3'yê Gulanê de bi pêşengiya endamên Meclîsa Ciwanan a HDP'ê hatibû kirin.
Di çalakiyê de her 11 kesan wêneyê Hevseroka KCD'ê li ser û li ser "Leyla Guven mafdar e, divê tecrîd bi dawî bibe" nivîsandî hilgirtibûn û devê xwe bi maskeyê girtibûn û di dema ronahiya sor de rê girtibûn. Lê belê dozgeriyê ji bo ronahiya sor xwe li nedîtinê danî û xwest kesên tev li vê çalakiyê bûne îfadeyê bidin.
Kesên ji bo vê çûn emniyetê û îfade dan, destnîşan kirin ku armanca wan ne ew bûye ku rê li çûnahtinê bigirin û pergala cemaweriyê xirab bikin, armanca wan ji bo çalakiyên greva birçîbûnê bala raya giştî bikişînin.
MA / Hamdullah Kesen