Ji ber ji bo grevên birçîbûnê 58 saniye rê girtin der barê wan de lêpirsîn hat destpêkirin 2019-06-05 09:03:27   EDENE – Der barê 11 kesên li Edeneyê ji bo balê bikişînin ser çalakiyên greva birçîbûnê û rojiya mirinê di roniya sor de 58 saniyeyan rê girtin, lêpirsîn hat destpêkirin.    Li Edeneyê, 11 kesên ji bo balê bikişînin ser çalakiyên greva birçîbûnê û rojiya mirinê li Kolana Înonuyê di dema ronahiya sor de 58 saniyeyan rê girtin lêpirsîn hat destpêkirin. Çalakî di 3'yê Gulanê de bi pêşengiya endamên Meclîsa Ciwanan a HDP'ê hatibû kirin.   Di çalakiyê de her 11 kesan wêneyê Hevseroka KCD'ê li ser û li ser "Leyla Guven mafdar e, divê tecrîd bi dawî bibe" nivîsandî hilgirtibûn û devê xwe bi maskeyê girtibûn û di dema ronahiya sor de rê girtibûn. Lê belê dozgeriyê ji bo ronahiya sor xwe li nedîtinê danî û xwest kesên tev li vê çalakiyê bûne îfadeyê bidin.    Kesên ji bo vê çûn emniyetê û îfade dan, destnîşan kirin ku armanca wan ne ew bûye ku rê li çûnahtinê bigirin û pergala cemaweriyê xirab bikin, armanca wan ji bo çalakiyên greva birçîbûnê bala raya giştî bikişînin.    MA / Hamdullah Kesen