STENBOL – Hevserokê HDP'a Bahçelîevler Mehmet Karadag, duh bi şev di serdagirtina malê de hat binçavkirin.
Duh bi şev li Stenbolê serdagirtinên malan çêbûn, hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Bahçelîevlerê Mehmet Karadag hat binçavkirin. Piştî li malê lêgerîn pêk hat, Karadag birin Şaxa TEM'ê ya Miduryeta Polîsan a Stenbolê. Miduryeta TEM'ê li ser Kolana Vatanê ye.
Karadag ji ber çi hatiye binçavkirin nehat zanîn.