Hevserokê HDP'a Bahçelîevlerê hat binçavkirin 2017-11-18 11:33:05 STENBOL – Hevserokê HDP'a Bahçelîevler Mehmet Karadag, duh bi şev di serdagirtina malê de hat binçavkirin. Duh bi şev li Stenbolê serdagirtinên malan çêbûn, hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Bahçelîevlerê Mehmet Karadag hat binçavkirin. Piştî li malê lêgerîn pêk hat, Karadag birin Şaxa TEM'ê ya Miduryeta Polîsan a Stenbolê. Miduryeta TEM'ê li ser Kolana Vatanê ye.   Karadag ji ber çi hatiye binçavkirin nehat zanîn.