25 sal in kujer diyar e, lê daraz bê biryar e

  • rojane
  • 10:18 2 Hezîran 2019
  • |
img
RIHA - Siyasetmedarê Kurd Muhsîn Melîk 25 sal berê ligel ajokarê xwe hat kuştin. Dodgehê dosyaya Melîk bi hinceta demborî heta niha "kujer nediyar" hişt.  Hevjîna Mûhsîn Şenay Melik, helwesta darazê rexne kir û wiha got: "Navê Muhsin Melîk aştî û xwişk û biratiya gelê Kurd û Tirk bibîr dixe." 
 
Siyasetmedarê kurd, sazumankarê ÎHD'ê ya Rihayê û Sazumankarê HEP û DEP'ê Muhsîn Melîk di 2'ê Hezîrana 1994'an de li Rihayê li gel ajokarê xwe di êrîşa çekdarî de hat kuştin. Di ser kuştina Muhsîn Melîk re 25 sal borîn, lê heta niha kujerê wî nehatine darizandin. Melîk di sala 1951'an de li Gundê Açmali ji dayik bû. Dibistana seretayî û navîn li gund xwend. Di sala 1970'an de Beşa Çandiniyê ya Zanîngeha Çukurova xwend. Melîk di sala 1968'an de tev li nava têkoşîna siyasî bû. Melîk piştî tev li têkoşîna siyasî bû li Amedê dest bi xebatê kir û yekem car li vir hat binçavkirin. Piştî lêpirsînê hat girtin û 2 mehan li Girtîgeha Amedê girtî ma. 
 
GIRTINA 2 MEHAN BÛ PÊNGAVEK NÛ 
 
Melîk piştî 2 mehan girtî ma, fikr û jiyana wî hat guhertin. Melîk piştî girtina 2 mehan bêtir tev li têkoşîna siyasî bû. Bêtir di nava têkoşîna şoreşgeriyê de cih girt. Li gel hemû zext û tundiyan gav paşve navêt. Piştî sirgûnî Çankiri bû, demek pir kin îstîfa kir û vegeriya Amedê. Demek şûnde li Rihayê bi cih bû û li Rihayê Odeya Çandiniyê ava kir û çotkar bi rêxistin kir. Piştî demekê di nava sazumankariya Şaxa ÎHD'ê ya Rihayê de cih girt. Di salên 1990’an de ji SHP'ê bû endamê Meclisa Giştî ya Bajarê Rihayê. Melîk piştî ji SHP'ê 7 parlamenterên kurd hatin îxrackirin, li gel hevalê xwe yê partiyê veqediya û di nava sazumankariya Partiya Kedê ya Gel (HEP) de cih girt. Demekê Serokê Navçeya Navendî ya Rihayê ya HEP'ê kir. Di sala 1991'an de di îtîfaqa SHP û HEP'ê de bû namzetê rêza yekemîn ê Rihayê. Melik, di hilbijartinê de bi 114 dengên kêm winda kir. Piştî HEP hat girtin, di sazumankariya Partiya Demokrasiyê (DEP) de cih girt. Melik,  di sala 1994'an de di heman demê de di nava rêveberiya Meclîsa Partiyê ya HADEP'ê de jî cih girt. 
 
KUJERÊ XWE DÎT 
 
Melîk, rojek beriya ku wekilê DEP'ê Savaş Buldan hat revandin, di 2'ê Hezîrana 1994'an dema li gel ajokarê xwe Mehmet Ayyildiz ji malê derdiket û diçû cihê kar ji aliyê hêzên kontra ve rastî êrîşa çekdarî hat û jiyana xwe ji dest dan. Melik, beriya ku li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest bide ji hevalên xwe re wiha got: "Ez êrîşkaran bi xwe nas dikim. Ji ber ku demek berê min dişopandin. Ez û wan gelek caran hatin ruqalî hev. Yên ku li ser min gule reşandin polîsên sivîl ên berê ez dişopandim bûn."  
 
BIRYARA DEMBORIYA DOSYAYÊ DAN
 
25 sal di ser kuştina Muhsîn Melîk û ajokarê wi Mehmet Ayyildiz re derbas bû, kujer ronî nekirin û dernexistin pêşberî darazê. Dadgehê herî dawî bi hinceta demborî serdosyayê girt. Di sala 2013'an de Serdozgeriya Komarê ya Amedê wekî dosyayên gelek kesên kujerên wan nediyar dosya Muhsîn jî ji ref daxist û dîsa dest bi lêpirsînê kir. Li gorî delîlên hatin komkirin û li dosyayê zêde kirin de hat diyar kirin ku Musîn Melîk û ajokarê xwe bi firmana Serowezîra wê demê Tansu Çiller Serfermandarê wê demê Dogan Gureş ve hatine kuştin. Navê Muhsîn û Mehmet wekî kesên "bi şik" derbasî dosyayan bûne. Lê dozger bêyî mijarê ronî bike û kujeran darizîne ser dosyayê girt. Piştî demekê bi hinceta dem borî dosya girt û dîsa xist ref. 
 
Hevjîna Muhsin Melîk Şenay Melîk bal kişand ser kesayetiya Melîk û kujerên wan. 
 
ŞENAY MELÎK: DI HEMÛ TEMENÊ XWE DE TÊKOŞIYA
 
Hevjîn Şenay Melîk, anî ziman ku Muhsîn di têkiliyên xwe de kesekî di milê cievakî û siyasî de her tem çêker, xweşbînî, bi hurmet, sebir û mutewazî bû û wiha got: "Mirovekî pir sade bû. Yekser bi pirsgirêkan eleqeder dibû. Li rihayê hezkirina her kesî qezenç kiribû. Her kes fam dikir û bi wan eleqeder dibû. Ji ber vê yekê li ser her kesên ku ew dît û bi wî re ketin nava temasê bandorek mezin li ser wî çêkir. Nirxên heq, edalet, azadî, wekhevî, aştî û demokrasiyê kirin malê girseyê. Her dem girse li pey xwe kaş kir. Di hemû temenê xwe de di vê oxirê de têkoşiya. Navê Muhsin Melîk aştî û xwişk û biratiya gelê Kurd û Tirk bibîr dixe." 
 
MA / Erdogan Alayumat - Bariş Polat
 

Sernavên din

04/06/2019
10:09 Berî serdana Soylû bi zorê al bi dikanan ve kirin
09:56 ÎRA: 157 rojnameger cejnê li girtîgehan pêşwazî dikin
09:52 Di cejnê de jî goristan hilweşandin
09:14 Nasir: Xebata me hêj nû dest pê dike
09:13 Li Şirnexê endamê meclîsê yê HDP'î ji peywirê hat dûrxistin
09:12 ÎHD: Girtî bi awayekî sûkî hatin muayenekirin
09:10 ‘Ji ber doz dirêj didomin û polîtîkaya bêcezatiyê, rê li ber cinayetên nû tê vekirin'
09:08 TEV-DEM: Ocalan zemîna diyalig û muzakereyê afirand
09:06 Încîn: Li Herêma Egeyê gelek girtî sewqî nexweşxaneyê nehatine kirin
09:05 Dayikên Laçik Spî: Divê ceza li kesên em bi erdê ve kişandin bihata birîn
09:03 'Heta aştî nebe rewşa aboriyê baş nebe'
09:01 Bi kenê xwe losemî têk bir
09:00 ROJEVA 4'Ê HEZÎRANA 2019'AN
03/06/2019
18:52 Baroya Rihayê: 4 sal in bi rêk û pêk îşkenceyê dikin
18:12 HDP’iyan goristan ziyaret kirin
17:20 'Cejn hat em nikarin cilan ji zarokên xwe re bistînin'
16:31 Hevşaredar Mizrakli: Her cihek pergala zindî û xwezayek wê heye
15:53 Sewqa girtiyên li Bandirma hiştin piştî cejnê
15:45 KESK'ê têkildarî îstîsmara jin û zarokan daxuyanî dan
15:37 Rojnameger Nurcan Baysal hat berdan
14:28 Bûldan, Karay û Yildirim li ser gorên xwe hatin bibîranîn
14:18 Mamosteyê ku tecawîzê xwendekareka kir hat girtin
14:01 ÎOP ji Ocalan, Erdogan, Kiliçdaroglû û Demîrtaş name şandin
13:40 ATK’ê ji bo girtiyê nexweş ê mehek temenê wî mayî, mehek şûnde randevû birî
13:05 Wesayîta eskerî qeza kir: 19 esker birîndar bûn
11:58 Rojnameger Nurcan Baysal binçav kirin
11:43 Balafirên şer ên TSK'ê çiyayê Licê bombe kir
11:14 Evran: Zirarên operasyona derveyî sînor dê mezin bin
11:02 Malbat ji bo di Cejna Remezanê de biçin Îmraliyê serlêdan kirin
10:45 Xizmên windayan: Di cejnê de gorek me ya em ziyaret bikin tune
10:13 Keca Savaş Buldan a bavê xwe nedît: Tenê cerekê be jî min her xwest te hembêz bikim
10:12 Temellî li Stenbolê xîtabî hilbijêran kir: A girîng berî pêşîn çûyîna ser sindoqane
10:07 Newaya Jin bi sernavê 'Berxwedana Laçik Spiyan' derket
09:51 Di vê cejnê de jî bi sedan cenaze li gorên 'bêkesan' e
09:16 Cezayê polîsekê ku kesek kuşt daxistin, dûre veguherandin pere û kirin 24 teqsît
09:15 Kolûman: Ji bo ku darizandin bêceza nemînin, divê em piştevaniyê xurtir bikin
09:15 Çawa ku îşkence ji dozger re vegot navber hat dayîn, dure got ‘îşkence nebû’
09:14 TTB’ê çalakgerên grevê û rêveberiya girtîgehe hişyar kir
09:13 Li Cizîrê, nêzî 3 hezar jimêrekên avê hatin dizîn
09:12 Akedemîsyen Ari yê îxrackirî: Ne pêwiste AYM li benda nerîna wezaretê be
09:12 Karkerên çandiniyê: Yewmiya didin me tê rê nake
09:00 ROJEVA 3'YÊ HEZÎRANA 2019'AN
02/06/2019
20:25 Ciwanên HDP'î li Menemenê Meclîs ava kir
19:06 Li 3 navçe û bajarokekê hilbijratin jinû de hat kirin
18:51 Meclîsa Ciwanên HDP'ê li Arnavûtkoy meclîs ava kir
17:00 Esker li Payizava derketin operasyonê
16:55 Yên piştgrî dane çalakgerên greva birçîbûnê rastî cezayê pereyan hatin
15:37 DYA: Em amade ne bi Îranê re hevdîtin bikin
14:58 Rêxistina HDP'ê li Manisayê konferans li dar xist
14:07 Helbestvan Ahmed Arîf li Amedê hat bibîranîn
14:06 Li Dersimê nexweşiya şerbê
13:53 Siyasetmedarê kurd Melîk li ser gora xwe hat bibîranîn
13:47 Li Amedê kesekî hevjîna xwe kuşt
13:12 Li Kandirayê du Sirri hatin cem hev
13:09 Ji ber deklarasyona çareseriyê der bare Buldan û Uca de fezleke amade kirin
12:23 Du malbat pevçûn: Jina 87 salî hat kuştin
11:37 'Ahmed Arîf mora xwe li rihê helbestê daye'
11:36 Kedxwariya Demsalî: Ji bo 40 TL 12 saetan kar dikin
10:20 Hêviya ku ji cejnê dikirin nedîtin
10:18 25 sal in kujer diyar e, lê daraz bê biryar e
10:01 Li Colemêrgê pevçûn: 2 leşkeran jiyana xwe ji dest da
09:12 Pirtûka der barê 30 sal in çapemeniya azad de: Îlgînç zamanlarda yaşamak
09:12 Şaredariya Peyasê protokolên qeyûm betal kirin
09:11 Tenê dixwazin îşekncekar bên darizandin
09:10 Îsal berê zebeşan kêm e
09:09 Hevberdevkê HDK'ê Şenoglû: Ocalan ji bo şer kûrtir nebe me hişyar dike
09:08 Parêzer tayînî doza zarokên rastî îstismarê hatin nekirin
09:07 Veguhêzkaran jî nesîbê xwe ji krîza aborî girt
09:00 ROJEVA 2'YÊ HEZÎRANA 2019'AN
01/06/2019
18:03 Huda Kaya: Di cîhana îslamê de rizîbûnek kûr heye
17:03 Ji bo Heskîf û Geliyê Dîcleyê banga çalakiya kûrewî hat kirin
16:03 Berdana girtiyê nexweş Gungor hat xwestin
15:54 BASK-DER: Endamên me û malbatên wan rastî gefên polîsan tên
15:41 Baroya Edeneyê: ‘Reforma darazê’ xapandina beriya 23’ê Hezîranê ye
15:18 Bal kişandin ser rewşa girtiyê nexweş Îvrendî
15:06 Li faîlên Bahrî Budak û neviyê wî Metîn Budak pirsîn
14:42 Dayikên Şemiyê: Bila Çîler û Agar bên darizandin
14:38 Xizmên Windayan: Di vê cejnê de ji me re surprîzê bikin
14:32 Çavê çalakgerê greva birçîbûnê kor bû
13:50 'Ji Dadgehên Parastina Gel darizandin: Tolhildan ji bo qelsan e
13:15 Li malê dermankirina xwe didomînin
12:19 Ji HDP’ê pêşniyara ‘Plana Çalakiya Mafê Mirov'
12:02 Li Edenê kesên ji ber medya civakî hatibûn binçavkirin, hatin berdan
11:55 Li Îdirê şer: 2 eskeran jiyana xwe ji dest dan 5 esker birîndar bûn
11:37 Balûken bi pirtûka duyemîn derdikeve pêşberî xwînerê xwe
11:23 Girtiyên ku birin jêrzemîna nexweşxanê tedawî red kirin
11:04 Li Amedê girtiyek sewqî nexweşxaneyê kirin
10:55 Girtiyên ku sewqî nexweşxaneyê nehatin kirin xwîn vedireşin
09:22 Parêzerên Ocalan behsa hevdîtina 22'yê Gulanê kirin
09:19 Texsî li ser Pira Deh Derî peyaseyê dikin!
09:18 Bi salan e bi nanê li ser çopan debara xwe dike
09:18 Nivîskarê romana 'Yol' Evîz 37 roj in di greva birçîbûnê de ye
09:17 Dest vala vedigerin malê
09:16 Hevserokê KCD'ê Ozturk: Çareserî diyalog û muzakere ye
09:15 Piştî tabûrcî bû ewilî pirtûk ji girtiyan re şand
09:15 Dadgehê li rojnamevanê jiyana xwe ji dest da ceza birî
09:14 Endamên meclîsa şaredariyê yên hatin derbkirin wê gilî bikin
09:13 Li Edeneyê polîs gefan li ciwanan dixwin
09:00 ROJEVA 1'Ê HEZÎRANA 2019'AN
31/05/2019
16:46 Hemû daxwazên parêzeran a doza Sakçi yê got 'Em kurdin' û hat kuştin red kirin