25 sal in kujer diyar e, lê daraz bê biryar e 2019-06-02 10:18:55   RIHA - Siyasetmedarê Kurd Muhsîn Melîk 25 sal berê ligel ajokarê xwe hat kuştin. Dodgehê dosyaya Melîk bi hinceta demborî heta niha "kujer nediyar" hişt.  Hevjîna Mûhsîn Şenay Melik, helwesta darazê rexne kir û wiha got: "Navê Muhsin Melîk aştî û xwişk û biratiya gelê Kurd û Tirk bibîr dixe."    Siyasetmedarê kurd, sazumankarê ÎHD'ê ya Rihayê û Sazumankarê HEP û DEP'ê Muhsîn Melîk di 2'ê Hezîrana 1994'an de li Rihayê li gel ajokarê xwe di êrîşa çekdarî de hat kuştin. Di ser kuştina Muhsîn Melîk re 25 sal borîn, lê heta niha kujerê wî nehatine darizandin. Melîk di sala 1951'an de li Gundê Açmali ji dayik bû. Dibistana seretayî û navîn li gund xwend. Di sala 1970'an de Beşa Çandiniyê ya Zanîngeha Çukurova xwend. Melîk di sala 1968'an de tev li nava têkoşîna siyasî bû. Melîk piştî tev li têkoşîna siyasî bû li Amedê dest bi xebatê kir û yekem car li vir hat binçavkirin. Piştî lêpirsînê hat girtin û 2 mehan li Girtîgeha Amedê girtî ma.    GIRTINA 2 MEHAN BÛ PÊNGAVEK NÛ    Melîk piştî 2 mehan girtî ma, fikr û jiyana wî hat guhertin. Melîk piştî girtina 2 mehan bêtir tev li têkoşîna siyasî bû. Bêtir di nava têkoşîna şoreşgeriyê de cih girt. Li gel hemû zext û tundiyan gav paşve navêt. Piştî sirgûnî Çankiri bû, demek pir kin îstîfa kir û vegeriya Amedê. Demek şûnde li Rihayê bi cih bû û li Rihayê Odeya Çandiniyê ava kir û çotkar bi rêxistin kir. Piştî demekê di nava sazumankariya Şaxa ÎHD'ê ya Rihayê de cih girt. Di salên 1990’an de ji SHP'ê bû endamê Meclisa Giştî ya Bajarê Rihayê. Melîk piştî ji SHP'ê 7 parlamenterên kurd hatin îxrackirin, li gel hevalê xwe yê partiyê veqediya û di nava sazumankariya Partiya Kedê ya Gel (HEP) de cih girt. Demekê Serokê Navçeya Navendî ya Rihayê ya HEP'ê kir. Di sala 1991'an de di îtîfaqa SHP û HEP'ê de bû namzetê rêza yekemîn ê Rihayê. Melik, di hilbijartinê de bi 114 dengên kêm winda kir. Piştî HEP hat girtin, di sazumankariya Partiya Demokrasiyê (DEP) de cih girt. Melik,  di sala 1994'an de di heman demê de di nava rêveberiya Meclîsa Partiyê ya HADEP'ê de jî cih girt.    KUJERÊ XWE DÎT    Melîk, rojek beriya ku wekilê DEP'ê Savaş Buldan hat revandin, di 2'ê Hezîrana 1994'an dema li gel ajokarê xwe Mehmet Ayyildiz ji malê derdiket û diçû cihê kar ji aliyê hêzên kontra ve rastî êrîşa çekdarî hat û jiyana xwe ji dest dan. Melik, beriya ku li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest bide ji hevalên xwe re wiha got: "Ez êrîşkaran bi xwe nas dikim. Ji ber ku demek berê min dişopandin. Ez û wan gelek caran hatin ruqalî hev. Yên ku li ser min gule reşandin polîsên sivîl ên berê ez dişopandim bûn."     BIRYARA DEMBORIYA DOSYAYÊ DAN   25 sal di ser kuştina Muhsîn Melîk û ajokarê wi Mehmet Ayyildiz re derbas bû, kujer ronî nekirin û dernexistin pêşberî darazê. Dadgehê herî dawî bi hinceta demborî serdosyayê girt. Di sala 2013'an de Serdozgeriya Komarê ya Amedê wekî dosyayên gelek kesên kujerên wan nediyar dosya Muhsîn jî ji ref daxist û dîsa dest bi lêpirsînê kir. Li gorî delîlên hatin komkirin û li dosyayê zêde kirin de hat diyar kirin ku Musîn Melîk û ajokarê xwe bi firmana Serowezîra wê demê Tansu Çiller Serfermandarê wê demê Dogan Gureş ve hatine kuştin. Navê Muhsîn û Mehmet wekî kesên "bi şik" derbasî dosyayan bûne. Lê dozger bêyî mijarê ronî bike û kujeran darizîne ser dosyayê girt. Piştî demekê bi hinceta dem borî dosya girt û dîsa xist ref.    Hevjîna Muhsin Melîk Şenay Melîk bal kişand ser kesayetiya Melîk û kujerên wan.    ŞENAY MELÎK: DI HEMÛ TEMENÊ XWE DE TÊKOŞIYA   Hevjîn Şenay Melîk, anî ziman ku Muhsîn di têkiliyên xwe de kesekî di milê cievakî û siyasî de her tem çêker, xweşbînî, bi hurmet, sebir û mutewazî bû û wiha got: "Mirovekî pir sade bû. Yekser bi pirsgirêkan eleqeder dibû. Li rihayê hezkirina her kesî qezenç kiribû. Her kes fam dikir û bi wan eleqeder dibû. Ji ber vê yekê li ser her kesên ku ew dît û bi wî re ketin nava temasê bandorek mezin li ser wî çêkir. Nirxên heq, edalet, azadî, wekhevî, aştî û demokrasiyê kirin malê girseyê. Her dem girse li pey xwe kaş kir. Di hemû temenê xwe de di vê oxirê de têkoşiya. Navê Muhsin Melîk aştî û xwişk û biratiya gelê Kurd û Tirk bibîr dixe."    MA / Erdogan Alayumat - Bariş Polat