Tenê ji bo civakeke xwedî wijdan…

  • rojane
  • 09:28 18 Mijdar 2017
  • |
img

ÎZMÎR – Xwendekarên zanîngehê bi riya Tora Zarokên Rûerdê û Penaberan, ji bo zarokên ku ji civakê tên îzolekirin projeyan çê dikin. Endamên torê anîn ziman ku riya civakeke xwedî wijdan, bi zarokan dest pê dike. 

Xwendekarên zanîngehan ên di bin banê Tora Zarokên Rûerdê û Penaberan de hatin cem hev, dixwazin piştevaniya zarok û derdorên din bikin. Endamên torê di bin banê Navenda Çand û Hunerê ya li semta Basmahane ya navçeya Konakê ya Îzmîrê xebatên xwe bi rê ve dibin. Endamên torê li kuçeya lîstikên şanoyî nîşan didin, rojên muzîkê li dar dixin û bi vî awayî hesasiyeta civakî peyda dikin. 
 
Endamên torê, pirtûk û alîkariyên berhev dikin digihînin kesên hewcedar û her wiha diçin girtîgehan û kampên penaberan, li wan deran lîstikan nîşan didin û li gel vê binpêkirinên mafan ên li van deran xwe didin der jî tomar dikin. Lîstikvan Mehmet Jiyan Elma û Omer Akkaya behsa Tora Zarokên Rûerdê û Penaberan kir. 
 
Lîstikvan Elma, anî ziman ku wî û hevalên xwe li ser pirsa “Em ê li metrepolan bikaribin çi bikin” fikirîne û paşê ew li ser fikra divê ew bi zarokan dest pê bikin bûne yek. Elma wiha got: “Guherandina mirovekî/e 50 salî jî girîng e, lê me xwest em ji zarokan dest pê bikin. Em fikirîn ku ji bo wek kesên xwedî wijdan mezin bibin û rê li ber aloziya civakî bigirin, divê em ji zarokan dest pê bikin.” Elma, diyar kir ku di nav tora ku wan ava kiriye de huqûqnas, bijîşk, rojnameger, derûnas û gelek kesên din hene û wiha got: “Di bin banê vê torê de em ji travmayeke herî biçûk heta zarokekî bê mal maye bi gelek tiştan re eleqedar dibin.” Her wiha Elma, got ku sedema ku wan Basmahane hilbijartiye jî ew e ku, herî zêde gelheya kurdan û penaberan li vir e. 
 
Elma, diyar kir ku ew çîrokên penaberan ên ber bi Egeyê vê esas digirin û ji bo ew penaberan fêm bikin, tevî wan li ser Egeyê digerin û wiha domand: “Em bi xwe jî tevî penaberan di ser behrê re derbas bûn. Ji sê kesan yek jê dimire û ev yek me diêşîne. Mirina zarok û jinên ku qet behr nedîtine ji bo me pirsa sereke bû. Belkî ji bo wan rev azadî ye. Bi mêvanî hatin vir. Lê belê piştî demekê nehatin xwestin. Em li dijî vê yekê derketin. Me hewl de em wê pira di navbera gelan de ava bikin. Me bi kamerayên termal vê derbasbûyîn û rêwîtiya wan qeyd kir. Li gor van qeydan me hin tişt nîqaş kirin ka em ê karibin çi bikin. Û em gihaştin vê yekê ku çûyîna penaberan ne çareserî ye. Me hewl da tenê ne tirkiyeyî her kes dikare li Tirkiyeyê bijî, vebêjin. Kesên tevlî van xebatan bûn, fêm kirin ku êdî reva ber bi Yûnanîstanê ne azadî ye.” 
 
PERWERDEHIYA PIRZIMANÎ WELAT DABEŞ NAKE 
 
Elma, diyar kir ku tenê ne ji Sûriyeyê, gelek penaberên ji Afganîstan û welatên din jî hene û wiha domand: “Em bi kurdî, tirkî, erebî û îngilîzî perwerdehiyê didin zarokan. Îro li Tirkiyeyê tê îdiakirin ku perwerdehiya bi kurdî welat dabeş dike. Em bi 4 zimanan perwerdehiyê didin, ev yek welat dabeş nake. Berkesê wê mirov bêtir nêzî hevdu dibin.” 
 
Elma, got ku dem bi dem xebatên ku ew dikin tên astengkirin û ew tenê ne bi şanoyê, bi alternatîfên din van astengiyan derbas dikin. 
 
WÊ JI BO ZAROKAN DÎSE BI RIYA KEVIN 
 
Omer Akkaya jî, diyar kir ku di dest wan de şekir û ew daketine kuçeyan. Akkaya, got ku ji bo ew deriyên dilên mirovan vebikin wan riyeke wisa hilbijartiye. Akkaya, dest nîşan kir ku dema mirov pêwendiyê bi zarokan re deyne, wê nifşeke nîjadperest, netewperest xwe nede der û wiha domand: “Wisa bawer dikim ku dê bi vî awayî her tişt bedewtir bibe.” 
 
Akkaya, got ku kêm zêde ew bi alîkariyên sponsorî û yên din li ser piya disekinin. Akkaya, anî ziman ku ew ê di meha Kanûnê de biçin Hatayê û malzemeyên ku berhev kirine bidin zarokên penaber. 
 
Akkaya, destn nîşan kir ku li Hatayê 2 hezar zarok li benda wan in û wiha domand: “Dema em biçin em ê lîstikên şanoyî jî nîşan bidin. Em ê ji wir bi dorê berê xwe bidin Sûr, Nisêbîn û Cizîrê. Em ê pêlîstok û eşyayên di dest xwe de bigihînin zarokên wan deran jî û em ê lîstikên şanoyî bilîzin.” 
 
MA / Ahmet Kanbal

Sernavên din

20/11/2017
09:14 Li girtîgehan 75 jinên nexweş girtî ne
09:14 13 salin li dijî tundiyê têdikoşe
09:13 ‘AKP'ê zarok radestî cemaetan kirin'
09:12 Navenda jinan veguherandin unîteya paqijiyê
09:11 ÎHD: Bi destê dewletê zarok tên kuştin
09:00 ROJEVA 20'Ê MIJDARA 2017'AN
19/11/2017
16:17 Baroya Amedê: Di 10 salên dawî de îstîsmara zarokan ji sedî 700 zêde bû
15:47 Jin dê ji 25’ê Mijdarê heta 8’ê Adarê li qadan bin
15:27 Ocalan: Ger pêvajoya çareseriyê biqede dê Tirkiye bibe hedefa operasyonên NATO
14:31 Ewil abîdeya Ehmedê Xanî xerakirin pişt re tabela rakirin
14:01 Hilbijartina serokatiya meclîsê sibê ye: Namzeta HDP'ê girtî ye
13:31 Rastak, dê hatina konserê ji Kirmanşanê re bişîne
13:21 Jinên Îzmîrî li Alsancakê dicivin
12:58 Walîtiya Enqereyê çalakî li LGBTÎ'yan xedexe kir
11:35 Di şerê 2016'an de 45 zarok hatin kuştin
11:24 Di Roja Mafê Zarokên Cîhanê de zarokên Êzîdî
10:02 Şerîn a ji Reqayê: Daxwaz û têkoşîna me azadî bû
10:01 Asîstanê Muhsîn Kizilkaya gef li welatiyê avahiya xwe da DBP'ê xwarin
09:15 ‘Divê piştevaniya ji bo Şirnexê bê xurtkirin'
09:14 Hevserokê HDP'ê Camci: Amed tu caran bêdeng nabe
09:12 Banga Jinan: Li dijî OHAL'ê dakevin qadan
09:10 'Pergala îktîdarê ji tirsan êrîşî pergala hevserokatiyê dike'
09:09 'Îsal li gorî par rewşa narenciyeyê baştir e'
09:08 Kanar: AYM di biryara wekîla HDP'î de xwe înkar kir
09:00 ROJEVA 19'Ê MIJDARA 2017'AN
18/11/2017
22:26 Li Erdîşê mirineke bi guman
17:38 Ayhan Bilgen: Ji bo çareseriyê rol dikeve ser milê sêyemin
16:51 Li Hatayê qeza: 2 karker mirin 28 karker birîndar bûn
16:46 Li Agiriyê zarokek hat kuştin
16:19 'Desthilatdariyê li Dêrsimê komkujî pêk anî'
16:13 Aqûbeta Mordeniz pirsîn: Hêj gora wan nehatiye dîtin
16:12 ‘Bila Aydin Nas serbest bê berdan’
15:31 Seyît Riza û hevalên wî li Mêrsînê hatin bi bîranîn
15:25 Xizmên windayan: Vexwendina Çiller a panelê nayê qebûlkirin
15:09 Dayika 67 salî û kurê wê girtin
15:01 Dozger xwest Yetkîn bi cezayê heta hetayê bê darizandin
14:59 Li Kolana Yukselê 5 kes hatin binçavkirin
14:34 Îrmez bersiva Serokwezîr da: Ez şahidê her tiştî me
14:20 Dayikên Şemiyê: Îktîdarên faîlan diparêzin şirîkên sûc in
13:42 Daristana Kinzir a Dêrsimê dişewite
12:52 Serokê TAR-VAK'ê: Divê girîngiyê bidin hilberîna genim
11:54 Rejîma Sûriyeyê û Hîzbûllah şer dikin
11:46 Nivîskar nikarin pirtûkên xwe bixwînin
11:33 Hevserokê HDP'a Bahçelîevlerê hat binçavkirin
11:25 Mescîda li goristanê rûxandin qereqol ava kirin!
11:14 Hunera nefes û qamişê: Bilûr
11:01 Pirtûka bi zimanê fransî hatibû nivîsîn, wergerî kurdî kirin
10:45 Bi hinceta 'Ewlehiyê' rezên sûryaniyan birîn
10:19 16 zarok bi maşîneyên zirxî hatin kuştin
10:12 Fîlmê '14'ê Tîrmehê' li Cenevreyê hat temaşekirin
09:53 Şeker: Li dijî polîtîkaya teslîmgirtinê stûyê xwe netewînin
09:52 Qedexeya derketina derve ya li Farqînê bi dawî bû
09:32 Li Girtîgeha Panosê rêbazên îşkenceyê cuda ne
09:31 ‘Di avakirina civaka demokratîk a Ocalan de jin pêşeng e’
09:30 Weşanên Aryenê 3 pirtûkên nû çap kirin
09:28 Tenê ji bo civakeke xwedî wijdan…
09:27 Hîndekarên kirtasiye vekirin: Em ê pêşeroja bi rûmet ava bikin
09:27 Keça xwe 7 kîlometreyan li ser pişta xwe dibe rehabîlîtasyonê
09:22 Hîndekara hat îxrackirin: Nexwe min ew nerihet kirine
09:21 Jin li dijî koletiyê tora piştevaniyê ava dikin
09:19 Jinên hatin îxracatkirin: Em di 25’ê Mijdarê de bibin yek
09:00 ROJEVA 18'Ê MIJDARA 2017'AN
17/11/2017
18:59 Rojnameger Turfent dîsa nehat tehliyekirin
17:46 DAIŞ'ê li Dêra Zorê 20 sivîl qetilkirin
16:51 Selîm Sadak hat berdan
16:26 Li Edeneyê 3 kes hatin binçavkirin
16:02 8 kesên li Enqereyê hatibûn binçavkirin serbest in
15:15 Di lêpirsîna Elçî de tu pêşketin tune
14:47 Endamê OHP’ê Parêzer Îsteklî hat binçavkirin
14:46 3 kesên piştgirî dan Gulmen û Ozakça hatin binçavkirin
14:32 Turfent: Kes nikare rojnamegeran wekî terorîst bibîne
14:30 Wekîlên CHP’ê li Amedê komxebata tenduristiyê li dar dixin
14:29 Baroya Amedê: Li Girtîgeha Xarpêtê îşkence û êrîşa zayendî heye
14:28 ‘Divê prîm nedin qeyûman’
14:16 Dê tuwaleta li ser goristana Ermeniyan çêkirin, rakin
13:36 Parêzerên Ocalan rapora Îmraliyê ji CPT re şandin
13:30 Xebatkarên berê yên Sputnikê: Gefan li me dixwen
12:58 Li gundên Pasûrê qedexeya derketina derve
12:31 Ji bo Serokwezîr Yildirim li Cizîrê anonsên ‘mecbûrî’ tên kirin
12:15 3 kes li Tarsusê hatin binçavkirin
12:15 Gulmen: Ez hemû kesên ku em tenê nehiştin silav dikim
12:08 Rêxistinên kedê ji HDP'ê piştgirî xwestin
12:07 Doza rojnameger Nedim Turfent dest pê kir
11:45 Têkiliya Erdogan-Flynn tê şopandin: Ger ku Zarrab mukir bê...
11:32 Beştaş: AYM ji desthilatdariyê ditirse
11:32 Rojnamegera jin a nûçe dişopand hat kuştin
11:07 Der barê 42 personelên Zanîngeha Marmarayê de biryara binçavkirinê
10:47 'Raza BBC'yê: Mudaxaleya li gorî îngilizan
10:27 Di şerê Bagera Cizîrê de 34 DAIŞ’î hatin kuştin
10:20 Dadgehê kesê 'Serok Apo' parve kir beraat kir
10:13 Heşdî Şehbî û DAIŞ'ê şer kirin: 9 kes hatin kuştin
09:19 21 meh in li benda îdianameyê ne
09:09 Muzîkjenên li kolanan: Muzîka li kolanan watedartir e
09:07 Dengbêj Seyranoglû: Televîzyonên hatin girtin dengê me bûn
09:06 Daxwaza ji bo çayên nebatî zêde bû
09:05 ‘Wê tu şîdet di tariyê de nemîne’
09:04 Jina êzidî Hewlo hovîtiya DAIŞ’ê vegot
09:03 'AKP ji paradîgmaya jinê ya HDP'ê ditirse'
09:00 ROJEVA 17'Ê MIJDARA 2017'AN
16/11/2017
19:02 Ahmet Kaya li Parîsê hat bibîranîn