Tenê ji bo civakeke xwedî wijdan… 2017-11-18 09:28:44 ÎZMÎR – Xwendekarên zanîngehê bi riya Tora Zarokên Rûerdê û Penaberan, ji bo zarokên ku ji civakê tên îzolekirin projeyan çê dikin. Endamên torê anîn ziman ku riya civakeke xwedî wijdan, bi zarokan dest pê dike.  Xwendekarên zanîngehan ên di bin banê Tora Zarokên Rûerdê û Penaberan de hatin cem hev, dixwazin piştevaniya zarok û derdorên din bikin. Endamên torê di bin banê Navenda Çand û Hunerê ya li semta Basmahane ya navçeya Konakê ya Îzmîrê xebatên xwe bi rê ve dibin. Endamên torê li kuçeya lîstikên şanoyî nîşan didin, rojên muzîkê li dar dixin û bi vî awayî hesasiyeta civakî peyda dikin.    Endamên torê, pirtûk û alîkariyên berhev dikin digihînin kesên hewcedar û her wiha diçin girtîgehan û kampên penaberan, li wan deran lîstikan nîşan didin û li gel vê binpêkirinên mafan ên li van deran xwe didin der jî tomar dikin. Lîstikvan Mehmet Jiyan Elma û Omer Akkaya behsa Tora Zarokên Rûerdê û Penaberan kir.    Lîstikvan Elma, anî ziman ku wî û hevalên xwe li ser pirsa “Em ê li metrepolan bikaribin çi bikin” fikirîne û paşê ew li ser fikra divê ew bi zarokan dest pê bikin bûne yek. Elma wiha got: “Guherandina mirovekî/e 50 salî jî girîng e, lê me xwest em ji zarokan dest pê bikin. Em fikirîn ku ji bo wek kesên xwedî wijdan mezin bibin û rê li ber aloziya civakî bigirin, divê em ji zarokan dest pê bikin.” Elma, diyar kir ku di nav tora ku wan ava kiriye de huqûqnas, bijîşk, rojnameger, derûnas û gelek kesên din hene û wiha got: “Di bin banê vê torê de em ji travmayeke herî biçûk heta zarokekî bê mal maye bi gelek tiştan re eleqedar dibin.” Her wiha Elma, got ku sedema ku wan Basmahane hilbijartiye jî ew e ku, herî zêde gelheya kurdan û penaberan li vir e.    Elma, diyar kir ku ew çîrokên penaberan ên ber bi Egeyê vê esas digirin û ji bo ew penaberan fêm bikin, tevî wan li ser Egeyê digerin û wiha domand: “Em bi xwe jî tevî penaberan di ser behrê re derbas bûn. Ji sê kesan yek jê dimire û ev yek me diêşîne. Mirina zarok û jinên ku qet behr nedîtine ji bo me pirsa sereke bû. Belkî ji bo wan rev azadî ye. Bi mêvanî hatin vir. Lê belê piştî demekê nehatin xwestin. Em li dijî vê yekê derketin. Me hewl de em wê pira di navbera gelan de ava bikin. Me bi kamerayên termal vê derbasbûyîn û rêwîtiya wan qeyd kir. Li gor van qeydan me hin tişt nîqaş kirin ka em ê karibin çi bikin. Û em gihaştin vê yekê ku çûyîna penaberan ne çareserî ye. Me hewl da tenê ne tirkiyeyî her kes dikare li Tirkiyeyê bijî, vebêjin. Kesên tevlî van xebatan bûn, fêm kirin ku êdî reva ber bi Yûnanîstanê ne azadî ye.”    PERWERDEHIYA PIRZIMANÎ WELAT DABEŞ NAKE    Elma, diyar kir ku tenê ne ji Sûriyeyê, gelek penaberên ji Afganîstan û welatên din jî hene û wiha domand: “Em bi kurdî, tirkî, erebî û îngilîzî perwerdehiyê didin zarokan. Îro li Tirkiyeyê tê îdiakirin ku perwerdehiya bi kurdî welat dabeş dike. Em bi 4 zimanan perwerdehiyê didin, ev yek welat dabeş nake. Berkesê wê mirov bêtir nêzî hevdu dibin.”    Elma, got ku dem bi dem xebatên ku ew dikin tên astengkirin û ew tenê ne bi şanoyê, bi alternatîfên din van astengiyan derbas dikin.    WÊ JI BO ZAROKAN DÎSE BI RIYA KEVIN    Omer Akkaya jî, diyar kir ku di dest wan de şekir û ew daketine kuçeyan. Akkaya, got ku ji bo ew deriyên dilên mirovan vebikin wan riyeke wisa hilbijartiye. Akkaya, dest nîşan kir ku dema mirov pêwendiyê bi zarokan re deyne, wê nifşeke nîjadperest, netewperest xwe nede der û wiha domand: “Wisa bawer dikim ku dê bi vî awayî her tişt bedewtir bibe.”    Akkaya, got ku kêm zêde ew bi alîkariyên sponsorî û yên din li ser piya disekinin. Akkaya, anî ziman ku ew ê di meha Kanûnê de biçin Hatayê û malzemeyên ku berhev kirine bidin zarokên penaber.    Akkaya, destn nîşan kir ku li Hatayê 2 hezar zarok li benda wan in û wiha domand: “Dema em biçin em ê lîstikên şanoyî jî nîşan bidin. Em ê ji wir bi dorê berê xwe bidin Sûr, Nisêbîn û Cizîrê. Em ê pêlîstok û eşyayên di dest xwe de bigihînin zarokên wan deran jî û em ê lîstikên şanoyî bilîzin.”    MA / Ahmet Kanbal