Nivîskarê romana 'Yol' Evîz 37 roj in di greva birçîbûnê de ye

  • rojane
  • 09:18 1 Hezîran 2019
  • |
img

AMED - Nivîskarê romana "Yol" Bûrhan Evîz, ji ber sewqî Girtîgeha Tîpa T a Eşenê ku girtiyên siyasî lê tune ne hat kirin dest bi greva birçîbûnê kir. Evîz, di hucreyê de dimîne û ragihand ku heta daxwaza wî neyê qebûl kirin ew ê dev ji çalakiya xwe bernede. 

Nivîskarê romana "Yol" Bûrhan Evîz, di sala 2006'an de li Gumuşhaneyê hat girtin û ji ber endamtiya rêxistinê û hin tawanbariyên din cezayê muebetê û 68 sal cezayê girtîgehê lê hat birîn. Di 24'ê Nîsanê de ji Girtîgeha Jimare 1 a Bandirmayê sewqî Girtîgeha Tîpa T a Eşen a Mûglayê hat kirin. Piştî Evîz dît li vê girtîgehê girtiyên siyasî tune ye, di 25'ê Nîsanê de dest bi greva birçîbûnê kir.  Evîz, ji roja ku sewqî vê girtîgehê navbirî hatiye kirin di hucreyê de dimîne. Di 6'ê Gulanê de li ser daxwaza Serokê Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Îzmîrê Zafer Încîn, parêzer Nejat Evren çû girtîgehê û Evîz dît. 
 
Evîz, ji parêzer Evren re gotiye roja sewqî girtîgehê hatiye kirin lêgerîna tazî lê ferz kirine û ji roja dest bi greva birçîbûnê kiriye jî rojê tenê 200 xiram şekir, 50 xiram xwê, 2 lîmon û 200 ml ava fêkiyan didinê, lê belê vîtamînan nadinê. Parêzer Evren, piştî hevdîtin raporek amade kir û di raporê de got: "Wexta li Girtîgeha Bandirmayê bûye di qawîşeke 17 eksî de dima û nûnerê girtîgehê bûye. Nûnerê berê yê girtîgehê li ser daxwaza xwe sewqî girtîgeheke din hatiye kirin û ji ber wî şandine girtîgeheke girtiyên siyasî lê tune ne şik û gumanên xw eragihandiye. Roja sewqî girtîgehê hatiye kirin û rayedarên girtîgehê ku navêw an nizane jê re gotine 'Li vira em girtiyên siyasî nahewînin û nahêlin bijîn. Wê greva birçîbûnê bi kêrî te neyê.' Diyar kir ku bi qasî ji girtiyên edlî bihîstiye, tu ewlehiya wan a jiyanî tune ye û girtiyê edlî yê bi navê Tekîn Aras jê re gotiye wî giliyê îdareyê kiriye lê belê daxwaznameya wî neşandine meqamên erdkdar." 
 
‘HETA DAXWAZA MIN NEYÊ QEBÛLKIRIN EZ Ê DEV JI ÇALAKIYA XWE BERNEDIM' 
 
Her wiha evren di 27'ê Gulanê de careke din Evîz dît û raporeke din amade kir. Di rapora dudoyan de li girtîgehê di 15'ê Gulanê de Omer Açar û Evîz xistine qawîşeke du kesî. Di raporê de hat diyar kirin ku ji ber li dijî jimariya leşkerî derketine Evîz û Omer xistine hucreyan. Di raporê de hat diyarkirin ku di 33 rojên greva birçîbûnê de 11 kîlo û nîv zihîf bûye, her roj tê kontrolkirin û îdareya girtîgehê wekî di rojiya mirinê de be nêzî wî dibe. Di raporê de hat destnîşankirin ku Evîz gootiye ew ê tu carî tecrîdê û pêkanînên derî rûmetê qebûl neke û heta ji vê girtîgehê neyê sewqkirin ew ê dev ji çalakiya xwe ya greva birçîbûnê bernede. 
 
Evren, anî ziman ku cezayê dîsîplînê yê Evîz tune ye lê belê wî xistine hucreyê û ev yek wekî tecrîdê nirxand. Evren, destnîşan kir ku divê li Meclîsê HDP ji bo vê mijarê tev bigere û rêxistinên civaka sivîl ên wek ÎHD'ê bi hesasiyet tev bigerin û hevdîtinê bi Wezareta Dadê û Midûriyeta Girtîgehan re çêbikin û daxwaza Evîz demildest bê qebûlkirin û sewqî girtîgeheke din bê kirin. 
 
Piştî evan pêkanînan Parlementerê HDP'ê yê Şirnexê Hasan Ozguneş li ser hesabê xwe yê twîtterê diyar kir ku ew çûye girtîgehê û Evîz dîtiye û hevdîtin bi midûrê girtîgehê re çêkiriye û midûr soz daye ku dê pirsgirêk bê çareserkirin. 
 
Parêzerê malbata Evîz Yûsûf Çakas jî diyar kir ku hevdîtina parlementerên HDP'î û Wezareta Dadê û Midûiryeta Girtîgehan baş derbas bûye lê belê heta niha daxwaza Evîz pêk nehatiye. 
 
Bira Ahmet Evîz jî anî ziman ku roja sêşemê bi telefonê bi birayê xwe re axiviye û got: "Di hucreyeke yek kesî de ye, lê garidyan jimareya li ser piyan lê ferz dikin. her tim dibêje tu ewlehiya wî jiyanî tune ye. Di vî warî de şik û gumanê me jî hene. Em nizanin rewşa tenduristiya wî çawa ye. 11 kîlo dane. Em dixwazin rojek berî rojekê daxwaza wî bê qebûlkirin û wî sewqî girtîgeheke ku girtiyên siyasî lê ne bê kirin. Di serî de ÎHD em bang li hemû saziyên civaka sivîl dikin ku bi hesas tev bigerin." 
 
MA / Aydin Atay

Sernavên din

04/06/2019
10:09 Berî serdana Soylû bi zorê al bi dikanan ve kirin
09:56 ÎRA: 157 rojnameger cejnê li girtîgehan pêşwazî dikin
09:52 Di cejnê de jî goristan hilweşandin
09:14 Nasir: Xebata me hêj nû dest pê dike
09:13 Li Şirnexê endamê meclîsê yê HDP'î ji peywirê hat dûrxistin
09:12 ÎHD: Girtî bi awayekî sûkî hatin muayenekirin
09:10 ‘Ji ber doz dirêj didomin û polîtîkaya bêcezatiyê, rê li ber cinayetên nû tê vekirin'
09:08 TEV-DEM: Ocalan zemîna diyalig û muzakereyê afirand
09:06 Încîn: Li Herêma Egeyê gelek girtî sewqî nexweşxaneyê nehatine kirin
09:05 Dayikên Laçik Spî: Divê ceza li kesên em bi erdê ve kişandin bihata birîn
09:03 'Heta aştî nebe rewşa aboriyê baş nebe'
09:01 Bi kenê xwe losemî têk bir
09:00 ROJEVA 4'Ê HEZÎRANA 2019'AN
03/06/2019
18:52 Baroya Rihayê: 4 sal in bi rêk û pêk îşkenceyê dikin
18:12 HDP’iyan goristan ziyaret kirin
17:20 'Cejn hat em nikarin cilan ji zarokên xwe re bistînin'
16:31 Hevşaredar Mizrakli: Her cihek pergala zindî û xwezayek wê heye
15:53 Sewqa girtiyên li Bandirma hiştin piştî cejnê
15:45 KESK'ê têkildarî îstîsmara jin û zarokan daxuyanî dan
15:37 Rojnameger Nurcan Baysal hat berdan
14:28 Bûldan, Karay û Yildirim li ser gorên xwe hatin bibîranîn
14:18 Mamosteyê ku tecawîzê xwendekareka kir hat girtin
14:01 ÎOP ji Ocalan, Erdogan, Kiliçdaroglû û Demîrtaş name şandin
13:40 ATK’ê ji bo girtiyê nexweş ê mehek temenê wî mayî, mehek şûnde randevû birî
13:05 Wesayîta eskerî qeza kir: 19 esker birîndar bûn
11:58 Rojnameger Nurcan Baysal binçav kirin
11:43 Balafirên şer ên TSK'ê çiyayê Licê bombe kir
11:14 Evran: Zirarên operasyona derveyî sînor dê mezin bin
11:02 Malbat ji bo di Cejna Remezanê de biçin Îmraliyê serlêdan kirin
10:45 Xizmên windayan: Di cejnê de gorek me ya em ziyaret bikin tune
10:13 Keca Savaş Buldan a bavê xwe nedît: Tenê cerekê be jî min her xwest te hembêz bikim
10:12 Temellî li Stenbolê xîtabî hilbijêran kir: A girîng berî pêşîn çûyîna ser sindoqane
10:07 Newaya Jin bi sernavê 'Berxwedana Laçik Spiyan' derket
09:51 Di vê cejnê de jî bi sedan cenaze li gorên 'bêkesan' e
09:16 Cezayê polîsekê ku kesek kuşt daxistin, dûre veguherandin pere û kirin 24 teqsît
09:15 Kolûman: Ji bo ku darizandin bêceza nemînin, divê em piştevaniyê xurtir bikin
09:15 Çawa ku îşkence ji dozger re vegot navber hat dayîn, dure got ‘îşkence nebû’
09:14 TTB’ê çalakgerên grevê û rêveberiya girtîgehe hişyar kir
09:13 Li Cizîrê, nêzî 3 hezar jimêrekên avê hatin dizîn
09:12 Akedemîsyen Ari yê îxrackirî: Ne pêwiste AYM li benda nerîna wezaretê be
09:12 Karkerên çandiniyê: Yewmiya didin me tê rê nake
09:00 ROJEVA 3'YÊ HEZÎRANA 2019'AN
02/06/2019
20:25 Ciwanên HDP'î li Menemenê Meclîs ava kir
19:06 Li 3 navçe û bajarokekê hilbijratin jinû de hat kirin
18:51 Meclîsa Ciwanên HDP'ê li Arnavûtkoy meclîs ava kir
17:00 Esker li Payizava derketin operasyonê
16:55 Yên piştgrî dane çalakgerên greva birçîbûnê rastî cezayê pereyan hatin
15:37 DYA: Em amade ne bi Îranê re hevdîtin bikin
14:58 Rêxistina HDP'ê li Manisayê konferans li dar xist
14:07 Helbestvan Ahmed Arîf li Amedê hat bibîranîn
14:06 Li Dersimê nexweşiya şerbê
13:53 Siyasetmedarê kurd Melîk li ser gora xwe hat bibîranîn
13:47 Li Amedê kesekî hevjîna xwe kuşt
13:12 Li Kandirayê du Sirri hatin cem hev
13:09 Ji ber deklarasyona çareseriyê der bare Buldan û Uca de fezleke amade kirin
12:23 Du malbat pevçûn: Jina 87 salî hat kuştin
11:37 'Ahmed Arîf mora xwe li rihê helbestê daye'
11:36 Kedxwariya Demsalî: Ji bo 40 TL 12 saetan kar dikin
10:20 Hêviya ku ji cejnê dikirin nedîtin
10:18 25 sal in kujer diyar e, lê daraz bê biryar e
10:01 Li Colemêrgê pevçûn: 2 leşkeran jiyana xwe ji dest da
09:12 Pirtûka der barê 30 sal in çapemeniya azad de: Îlgînç zamanlarda yaşamak
09:12 Şaredariya Peyasê protokolên qeyûm betal kirin
09:11 Tenê dixwazin îşekncekar bên darizandin
09:10 Îsal berê zebeşan kêm e
09:09 Hevberdevkê HDK'ê Şenoglû: Ocalan ji bo şer kûrtir nebe me hişyar dike
09:08 Parêzer tayînî doza zarokên rastî îstismarê hatin nekirin
09:07 Veguhêzkaran jî nesîbê xwe ji krîza aborî girt
09:00 ROJEVA 2'YÊ HEZÎRANA 2019'AN
01/06/2019
18:03 Huda Kaya: Di cîhana îslamê de rizîbûnek kûr heye
17:03 Ji bo Heskîf û Geliyê Dîcleyê banga çalakiya kûrewî hat kirin
16:03 Berdana girtiyê nexweş Gungor hat xwestin
15:54 BASK-DER: Endamên me û malbatên wan rastî gefên polîsan tên
15:41 Baroya Edeneyê: ‘Reforma darazê’ xapandina beriya 23’ê Hezîranê ye
15:18 Bal kişandin ser rewşa girtiyê nexweş Îvrendî
15:06 Li faîlên Bahrî Budak û neviyê wî Metîn Budak pirsîn
14:42 Dayikên Şemiyê: Bila Çîler û Agar bên darizandin
14:38 Xizmên Windayan: Di vê cejnê de ji me re surprîzê bikin
14:32 Çavê çalakgerê greva birçîbûnê kor bû
13:50 'Ji Dadgehên Parastina Gel darizandin: Tolhildan ji bo qelsan e
13:15 Li malê dermankirina xwe didomînin
12:19 Ji HDP’ê pêşniyara ‘Plana Çalakiya Mafê Mirov'
12:02 Li Edenê kesên ji ber medya civakî hatibûn binçavkirin, hatin berdan
11:55 Li Îdirê şer: 2 eskeran jiyana xwe ji dest dan 5 esker birîndar bûn
11:37 Balûken bi pirtûka duyemîn derdikeve pêşberî xwînerê xwe
11:23 Girtiyên ku birin jêrzemîna nexweşxanê tedawî red kirin
11:04 Li Amedê girtiyek sewqî nexweşxaneyê kirin
10:55 Girtiyên ku sewqî nexweşxaneyê nehatin kirin xwîn vedireşin
09:22 Parêzerên Ocalan behsa hevdîtina 22'yê Gulanê kirin
09:19 Texsî li ser Pira Deh Derî peyaseyê dikin!
09:18 Bi salan e bi nanê li ser çopan debara xwe dike
09:18 Nivîskarê romana 'Yol' Evîz 37 roj in di greva birçîbûnê de ye
09:17 Dest vala vedigerin malê
09:16 Hevserokê KCD'ê Ozturk: Çareserî diyalog û muzakere ye
09:15 Piştî tabûrcî bû ewilî pirtûk ji girtiyan re şand
09:15 Dadgehê li rojnamevanê jiyana xwe ji dest da ceza birî
09:14 Endamên meclîsa şaredariyê yên hatin derbkirin wê gilî bikin
09:13 Li Edeneyê polîs gefan li ciwanan dixwin
09:00 ROJEVA 1'Ê HEZÎRANA 2019'AN
31/05/2019
16:46 Hemû daxwazên parêzeran a doza Sakçi yê got 'Em kurdin' û hat kuştin red kirin