Nivîskarê romana 'Yol' Evîz 37 roj in di greva birçîbûnê de ye 2019-06-01 09:18:29 AMED - Nivîskarê romana "Yol" Bûrhan Evîz, ji ber sewqî Girtîgeha Tîpa T a Eşenê ku girtiyên siyasî lê tune ne hat kirin dest bi greva birçîbûnê kir. Evîz, di hucreyê de dimîne û ragihand ku heta daxwaza wî neyê qebûl kirin ew ê dev ji çalakiya xwe bernede.  Nivîskarê romana "Yol" Bûrhan Evîz, di sala 2006'an de li Gumuşhaneyê hat girtin û ji ber endamtiya rêxistinê û hin tawanbariyên din cezayê muebetê û 68 sal cezayê girtîgehê lê hat birîn. Di 24'ê Nîsanê de ji Girtîgeha Jimare 1 a Bandirmayê sewqî Girtîgeha Tîpa T a Eşen a Mûglayê hat kirin. Piştî Evîz dît li vê girtîgehê girtiyên siyasî tune ye, di 25'ê Nîsanê de dest bi greva birçîbûnê kir.  Evîz, ji roja ku sewqî vê girtîgehê navbirî hatiye kirin di hucreyê de dimîne. Di 6'ê Gulanê de li ser daxwaza Serokê Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Îzmîrê Zafer Încîn, parêzer Nejat Evren çû girtîgehê û Evîz dît.    Evîz, ji parêzer Evren re gotiye roja sewqî girtîgehê hatiye kirin lêgerîna tazî lê ferz kirine û ji roja dest bi greva birçîbûnê kiriye jî rojê tenê 200 xiram şekir, 50 xiram xwê, 2 lîmon û 200 ml ava fêkiyan didinê, lê belê vîtamînan nadinê. Parêzer Evren, piştî hevdîtin raporek amade kir û di raporê de got: "Wexta li Girtîgeha Bandirmayê bûye di qawîşeke 17 eksî de dima û nûnerê girtîgehê bûye. Nûnerê berê yê girtîgehê li ser daxwaza xwe sewqî girtîgeheke din hatiye kirin û ji ber wî şandine girtîgeheke girtiyên siyasî lê tune ne şik û gumanên xw eragihandiye. Roja sewqî girtîgehê hatiye kirin û rayedarên girtîgehê ku navêw an nizane jê re gotine 'Li vira em girtiyên siyasî nahewînin û nahêlin bijîn. Wê greva birçîbûnê bi kêrî te neyê.' Diyar kir ku bi qasî ji girtiyên edlî bihîstiye, tu ewlehiya wan a jiyanî tune ye û girtiyê edlî yê bi navê Tekîn Aras jê re gotiye wî giliyê îdareyê kiriye lê belê daxwaznameya wî neşandine meqamên erdkdar."    ‘HETA DAXWAZA MIN NEYÊ QEBÛLKIRIN EZ Ê DEV JI ÇALAKIYA XWE BERNEDIM'    Her wiha evren di 27'ê Gulanê de careke din Evîz dît û raporeke din amade kir. Di rapora dudoyan de li girtîgehê di 15'ê Gulanê de Omer Açar û Evîz xistine qawîşeke du kesî. Di raporê de hat diyar kirin ku ji ber li dijî jimariya leşkerî derketine Evîz û Omer xistine hucreyan. Di raporê de hat diyarkirin ku di 33 rojên greva birçîbûnê de 11 kîlo û nîv zihîf bûye, her roj tê kontrolkirin û îdareya girtîgehê wekî di rojiya mirinê de be nêzî wî dibe. Di raporê de hat destnîşankirin ku Evîz gootiye ew ê tu carî tecrîdê û pêkanînên derî rûmetê qebûl neke û heta ji vê girtîgehê neyê sewqkirin ew ê dev ji çalakiya xwe ya greva birçîbûnê bernede.    Evren, anî ziman ku cezayê dîsîplînê yê Evîz tune ye lê belê wî xistine hucreyê û ev yek wekî tecrîdê nirxand. Evren, destnîşan kir ku divê li Meclîsê HDP ji bo vê mijarê tev bigere û rêxistinên civaka sivîl ên wek ÎHD'ê bi hesasiyet tev bigerin û hevdîtinê bi Wezareta Dadê û Midûriyeta Girtîgehan re çêbikin û daxwaza Evîz demildest bê qebûlkirin û sewqî girtîgeheke din bê kirin.    Piştî evan pêkanînan Parlementerê HDP'ê yê Şirnexê Hasan Ozguneş li ser hesabê xwe yê twîtterê diyar kir ku ew çûye girtîgehê û Evîz dîtiye û hevdîtin bi midûrê girtîgehê re çêkiriye û midûr soz daye ku dê pirsgirêk bê çareserkirin.    Parêzerê malbata Evîz Yûsûf Çakas jî diyar kir ku hevdîtina parlementerên HDP'î û Wezareta Dadê û Midûiryeta Girtîgehan baş derbas bûye lê belê heta niha daxwaza Evîz pêk nehatiye.    Bira Ahmet Evîz jî anî ziman ku roja sêşemê bi telefonê bi birayê xwe re axiviye û got: "Di hucreyeke yek kesî de ye, lê garidyan jimareya li ser piyan lê ferz dikin. her tim dibêje tu ewlehiya wî jiyanî tune ye. Di vî warî de şik û gumanê me jî hene. Em nizanin rewşa tenduristiya wî çawa ye. 11 kîlo dane. Em dixwazin rojek berî rojekê daxwaza wî bê qebûlkirin û wî sewqî girtîgeheke ku girtiyên siyasî lê ne bê kirin. Di serî de ÎHD em bang li hemû saziyên civaka sivîl dikin ku bi hesas tev bigerin."    MA / Aydin Atay