921 roj in li Wanê çalakî qedexe ne!

  • rojane
  • 09:08 31 Gulan 2019
  • |
img

WAN - 921 roj in li Wanê çalakî qedexe ne. Nûnerên rêxistinên civaka sivîl û partiyên siyasî yên li Wanê, bal kişandin ser vê qedeya walîtiyê û hişyar kirin ku ev yek dibe ku di civakê de bibe sedema aloziyê. 

Piştî hewldana darbeyê bi hinceta Rewşa Awarte ya hat îlankirin, di 21'ê Mijdara 2016'an de li Wanê biryara qedexekirina çalakiyan hat girtin. Waliyê wê demê Îrahîm Taşyapan ev biryar girt û paşê Walî Mûrat Zoroglû û Mehmet Emîn Bîlmez ev biryar domandin. Li bajêr tam 921 roj in ev biryar didome. Ev biryar geh mehekê geh jî 15 rojan didome û cardin tê dayîn. Nûnerên rêxistinên civaka sivîl û partiyên siyasî yên li Wanê bal kişandin ser vê yekê û diyar kirin ku dibe ku ev qedexebûyîn di civakê de bibe sedema aloziyê. 
 
 
HDP: NAYÊ QEBÛLKIRIN 
 
Hevserokê HDP'a Wanê Umît Dede, diyar kir ku walî tim ji bo 10 rojan, hefteyekê çalakiyan qedexe dike lê belê ev yek bi tu awayî nayê qebûlkirin. Dede, got: "Di çarçoveya pergala serokatiyê û şertên Rewşa Awarte de hin erk dane destê waliyan. Lê ev nayê wateya ku walî evan erkan bêsînor bi kar bînin. Azadiya lihevkombûnê, azadiya fikr û ramanê hem di peymanên navnetewî hem jî di qanûna bingehîn de hatine mîsogerkirin. Bi giştînameya waliyekî hilawistina mafên qanûna bingehîn nayê qebûlkirin." 
 
Dede, diyar kir ku niha civak hatiye asêkirin û got: "Heta ku civakê keysa xweîfadekirinê bi dest nexe, dibe di pêvajoyên pêş de jî serî li rê û rêbazên cuda bên dayîn. Em tu carî naxwazin li bajarê me alozî û rageşî hebe. Divê xwepêşandanên aştiyane û mafê xweîfadekirinê hebe." 
 
KESK: SEDEMA SEREKE TIRS E 
 
Serokê Şaxa Egîtîm Sen a Wanê Bedrî Yamaç jî bertek nîşanî vê biryara walîtiyê da û got, qedexekirin "pêkanîneke antîdemokratîk" e. Yamaç, bilêv kir ku ew evan qedexeyan qebûl nakin. Yamaç, diyar kir ku bi erkên bi rêya Rewşa Awarte û KHK'yan ketine destê waliyan êdî veguherîne erkên berdewamiyî û got: "Armanca sereke tirs e. Bi rastî jî danberheviyeke cidî ya civakê çêbûye. Ji bo ev danberhevî nepeqe serî li qedexeyan dane." Yamaç, diyar kir ku qedexekirin sûceke qanûna bingehîn e. 
 
ÎHD: DIBE BIBE SEDEMA ALOZIYÊ 
 
Serokê Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Wanê Mûrat Melet jî, diyar kir ku Rewşa Awarte bi dawî bûye lê belê tiştên niha diqewimin tu ferqa wan û ên Rewşa Awarte ji hev tune ne. Melet, got: "Nahêlin tu rêxistiên civaka sicîl û rêxistinên demokratîk daxuyaniyan bidin. Walîtî vê biryara xwe tim taloq dike. Em parêzvanên mafên mirovan vê biryara şaş qebûl nakin. Dibe ku di civakê de bibe sedema tiştine cuda û wê ji ber vê mirov û dewlet zirarê bibînin. Eger hûn nehêlin mirov bi awayekî azad fikrên xwe bilêv bikin, wexta mirov nîqaşaşn nekin, neaxivin wê ev yek di civakê de bibe sedema aloziyê. Wê ev alozî zirarê bide tevahiya civakê." 
 
'DIVÊ DESTÛR BÊ DAYÎN' 
 
Melet, bal kişand ser daxuyaniya walîtiyê ku dibêje "Em li bajêr aramiyê dixwazin" û diyar kir ku li bajêr tu pirsgirêka aramiyê tune ye. Melet, anî ziman ku çalakiyên demokratîk mafê mirova ye û ew dixwazin di vê çarçoveyê de bi her awayî destûra çalakiyên di çaçroveya mafên mirovan de ne bê dayîn û divê walîtî dev ji vê biryara xwe ya qedexeker berd. 
 
CHP: BILA BI DAWÎ BIBIN 
 
Serokê CHP'a Wanê Mehmet Kûrûkçû jî destnîşan kir ku divê bi tu awayî mafê xwepêşandanên aştiyane û demokratîk neyê qedexekirin û sînordarkirin û mirov bi awayekî azad fikr û ramanên xwe bînin ziman. Kûrûkçû, got: "Wexta civak bitengije dixwaze xwe îfade bike. Astengkirina vê wê bibe sedema aloziyê. Loma divê qedexeyên bi vî rengî bi dawî bibin." 
 
MA / Mujdat Can 

Sernavên din

31/05/2019
16:40 Îmam Şîş: Ev berxwedan rojên herî bi awate yên jiyana min bûn
15:40 Ekîn Ceren hat bibîranîn
15:24 Koordînasyona Krîz û Şandeya Şopandinê: Bi hinceta cejnê sewq rawestandin
15:19 Endamên Meclisa Şaredariya Dersimê: Daxwaza gel e
14:33 Di nîqaşa tabelayê de ji Dersimê bertek : Tûncelî navê komkujiyê
14:07 TJA: Em ê destûrê nedin tarîtiyê
13:53 Di Doza Panzêrê de mutalaa hat dayîn: Gotinên derbarê midurê polisan de derbasî girtekan nekirin
13:30 Mexdûrên îşkencê ji Erdogan re gotin: Ma me îşkence li xwe kiriye?
12:18 Beştaş: Li şûna reformê pêwistî bi guherîna qanûnê ya şênber heye
12:10 'Tirkiye di şerê navxweyî yê Lîbya de aligire!'
11:38 Li Amedê kesek hat girtin
11:24 Turkdogan: Têjekirina naveroka reformê em ê li Meclisê bibînin
10:03 Hdp’ê li Amedê fitar da
09:42 Li Sîlopî ciwanan bal kişandin ser tiryak û fihûşê
09:35 Meclîsa Bajarê Kerkûkê: Êrîşên terorîstî ji bo fitneyê ne
09:11 Tîryakî: Pirsgirêka kurd bi operasyonên leşkerî çareser nabe
09:10 Dayikên Laçik spî: Heta tecrîd bi temamî bê şikandin em ê li ber xwe bidin
09:10 Kiryar tên berdan, mexdûr dimirin
09:08 921 roj in li Wanê çalakî qedexe ne!
09:07 Dayikên girtiyan: Şikandina tecrîdê pir girîng e, armanca sereke azadiya Ocalan e
09:00 ROJEVA 31'Ê ADARA 2019'AN
08:33 Mufetîş ji bo îfade bidin bangî endamên Meclîsa Şaredariya Dersimê kir
30/05/2019
17:03 Strana 'Bewar' gihîşt guhdarvanan
15:55 Jinên Wanî: Emê li dijî tecawî dengê xwe bilind bikin
15:40 Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê TÎS'ê îmze kir
15:34 Ji polîsê bersûc ê rû bi rû ketin re pirsa ‘Qatîl! Te çima kuşt? kir
14:43 Li Bandirmayê girtiyan sewqî nexweşxaneyê nakin
14:37 14 Çalakgerên grevê ji nexweşxaneyan hatin derxistin
14:27 Serekkeşeyê Mêrdînê Ozmen serdana Mizrakli kir
14:23 Rojnameger Filîz Zeyrek tehliye bû
14:20 Başaran: Em bi nêzîkatiyên jiyana girtiyan dixin talokê re rû bi rû ne
13:59 Parêzerên Ocalan serlêdana ji bo hevdîtinê kirin
13:49 HDP'ê derbkirina belavkarê Rojnameya Yenî Yaşamê Hasan Ceyhan bir Meclisê
13:36 Li Kurkçulerê girtî nayin derman kirin
13:07 Rojnameger Çetîn Kûrşûn 3 sal ceza girt û tehliye bû
12:27 OHD'ê ji bo girtiyên ranakin nexweşxaneyê serî li AYM'ê da
12:26 Li Oltû girtî ji nexweşxanê derxistin
12:08 Li Qeyseriyê piştî serûm dan girtiyan rewşa wan xerab bû
12:03 HDP: Çareserî ne operasyon muzakereyên demokratîk in
11:23 Aqûbeta 3 hezar Êzidiyan nayê zanîn
11:23 Cenazeyê xwendekarê ku şiqitibû çem hat dîtin
11:07 Ji Amerîka, Rûsya û Îsraîlê civîna "Ewlehiya Rojhilata Navîn"
10:58 Di doza panzerê de parastin temam bû, li bendê ye dozger mutalaa bide
10:40 Bîlîcî: Xwedî li leşker û polîsên dîlgirtî dernakevin
09:51 Kurkçu: ‘Lihevkirin' berdewamiya mantiqî ya 'nexşeya rê' ya Ocalan e
09:38 Zaroka 5 salî ya rastî tecawizê hat bi birîndarî hat dîtin
09:18 Ji ber krîzê kes hew li def û zirnê jî dixe
09:17 Wezaretê destûr da, lê dadgehê got sûc e
09:17 Wê Desteya Hakeman a Bilind biryara dawî ya ji bo TUPRAŞ'ê bide
09:16 Ji ber wêneyê şînê girt doz lê hat vekirin
09:15 Xweziya xwe bi cejnên berê tînin: Êdî kes şekirê cejnê jî nakire!
09:15 Hevserokê Giştî yê DBP'ê Arslan: Bangawaziya Ocalan ji bo îktîdar û gelên Tirkiyeyê şansek e
09:00 ROJEVA 30'YÊ GULANA 2019'AN
29/05/2019
21:10 Der barê rojnamevan Kadrî Gursel de biryara tahliyeyê
16:25 Parlamenter tabûrcî bûn
16:14 Li Amedê 9 girtî tabûrcû bûn, tedawiya 27 girtiyan dewam dike
15:50 Li Sêrte çolterên 2 tax û 2 gundan ji bo 15 rojan hatin qedexekirin
15:49 Daxwaza rawestandina darizandina Leyla Guven hat red kirin
15:39 Operasyona leşkerî ya li Heskîfê bi dawî bû
15:16 Li Dersimê 6 zabita hatin binçavkirin
14:59 Malbatên leşker û polîsên dîlgirtîne li Meclîsê HDP û CHP ziyaret kirin
14:46 Heyeta Şopandina Greva Birçîbûnê banga 'Rêbera tedawiyê pêk bînin' kir
14:36 Malbatên leşker û polîsên dil girtî: Êdî bila çareserî pêk bê!
13:26 Piştî peyama Ocalan bi moraltirin
13:20 28 kesên li Xelfetî hatibûn binçavkirin anîn edeliyê
13:05 Doza JÎTEM'ê ya Qoserê: Rastiya sûcê dewletê nayê veşartin
12:45 Şaredariya Akdenîzê 227 karkerî ji Genel-İş'ê da îstifakirin
12:35 Li Pêrtaxê 4 kes hatin binçavkirin
12:34 Dadger ji parêzer re got: Dawa te pir kurte
12:21 Qata ku betona wê dihat rijandin rûxiya: 3 kes birîndar bûn
12:10 UKB'ê paşde gav avêt: Kûrkût bi guleya pekiyaye hatiye kuştin
11:30 ‘Emê şanoyê mîna şoreşekê li kolan û koçeyan bigerînin’
10:52 ÎHD: Girtiyên greva birçîbûnê di wesayîta rîngê de bi saetan bêav hiştin
10:30 Hevseroka Giştî ya SES’ê Erden: Divê wezaretên Dadê û Tenduristiyê bi me re tevbigerin
09:15 Dayikên Laçik spî: Peyama Ocalan bû cihê hêviyê
09:14 Qeyûmê Cizîrê ji bo 'meaşê' xwe yê 15 rojan şaredarî da ber îcrayê
09:13 Midûra qeyûm amûr û alav li kamyonê bar kirin û birin
09:13 Parêzerê Ocalan: Ji bo gelên Tirkiyeyê bû cihê hêviyek nû
09:12 'Tenê ne bavê me, zarokatiya me jî ji me standin'
09:11 Keça wê li girtîgehek dine lê ew li Amedê nobetê digire
09:10 Ji ber destek dan çalakiyên greva birçîbûnê 51 hezar TL ceza li wan hat birîn
09:09 Ji bo biçin zozanan, divê pêşî di lêpirsînê re derbas bibin
09:09 Dayika Zulkuf Gezen: Ez hatim ku mizginiyê bidim te
09:00 ROJEVA 29'Ê GULANA 2019'AN
28/05/2019
16:24 Girtî di bin kontrola 2 gardiyan, 2 leşker û polisekî de tên tedawîkirin
15:52 Di Doza JÎTEM’ê ya Qoserê de, ji bo bersûcan beraet xwestin
15:09 Girtiyên Siwêregê berî ku tedawiya wan temam bibe birin girtîgehê
14:49 Buldan: Dawiya têkoşîna demokratîk, teqez muzakereyên demokratîke
14:32 Şahidê doza Rojnameger Ataman: Bêyî ku bixwînim beyanan îmze kir
13:55 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
13:50 ÎHD: Girtî bi awayekî komî sewqî nexweşxaneyan tên kirin
13:46 Li Rihayê niha jî ‘îşkenceya bêşop’
13:00 Li Dihê 2 kes hatin berdan
12:59 4 kes li Edenê hatin binçavkirin
12:51 Li Kalkandereyê 80 girtiyan greva birçîbûnê duh bi dawî kir
12:45 Nêçîrvan Barzanî bû Serokê Herêma Kurdistana Federe
12:22 Belavkarê Yenî Yaşamê: Ji hêla polis û ewlekaran ve saet hatim derbkirin
12:13 Baroya Riha: Dozger derbarê işkencê dê lidipirsin dest pê kiriye
11:49 Çalakgerên rojiya mirinê yên Bakirkoyê sewqî nexweşxaneyê hatin kirin
11:29 Darizandina DAIŞ'iyan: Ji bo dadgeha navneteweyî nameyek 8 xal