921 roj in li Wanê çalakî qedexe ne! 2019-05-31 09:08:22 WAN - 921 roj in li Wanê çalakî qedexe ne. Nûnerên rêxistinên civaka sivîl û partiyên siyasî yên li Wanê, bal kişandin ser vê qedeya walîtiyê û hişyar kirin ku ev yek dibe ku di civakê de bibe sedema aloziyê.  Piştî hewldana darbeyê bi hinceta Rewşa Awarte ya hat îlankirin, di 21'ê Mijdara 2016'an de li Wanê biryara qedexekirina çalakiyan hat girtin. Waliyê wê demê Îrahîm Taşyapan ev biryar girt û paşê Walî Mûrat Zoroglû û Mehmet Emîn Bîlmez ev biryar domandin. Li bajêr tam 921 roj in ev biryar didome. Ev biryar geh mehekê geh jî 15 rojan didome û cardin tê dayîn. Nûnerên rêxistinên civaka sivîl û partiyên siyasî yên li Wanê bal kişandin ser vê yekê û diyar kirin ku dibe ku ev qedexebûyîn di civakê de bibe sedema aloziyê.      HDP: NAYÊ QEBÛLKIRIN    Hevserokê HDP'a Wanê Umît Dede, diyar kir ku walî tim ji bo 10 rojan, hefteyekê çalakiyan qedexe dike lê belê ev yek bi tu awayî nayê qebûlkirin. Dede, got: "Di çarçoveya pergala serokatiyê û şertên Rewşa Awarte de hin erk dane destê waliyan. Lê ev nayê wateya ku walî evan erkan bêsînor bi kar bînin. Azadiya lihevkombûnê, azadiya fikr û ramanê hem di peymanên navnetewî hem jî di qanûna bingehîn de hatine mîsogerkirin. Bi giştînameya waliyekî hilawistina mafên qanûna bingehîn nayê qebûlkirin."    Dede, diyar kir ku niha civak hatiye asêkirin û got: "Heta ku civakê keysa xweîfadekirinê bi dest nexe, dibe di pêvajoyên pêş de jî serî li rê û rêbazên cuda bên dayîn. Em tu carî naxwazin li bajarê me alozî û rageşî hebe. Divê xwepêşandanên aştiyane û mafê xweîfadekirinê hebe."    KESK: SEDEMA SEREKE TIRS E    Serokê Şaxa Egîtîm Sen a Wanê Bedrî Yamaç jî bertek nîşanî vê biryara walîtiyê da û got, qedexekirin "pêkanîneke antîdemokratîk" e. Yamaç, bilêv kir ku ew evan qedexeyan qebûl nakin. Yamaç, diyar kir ku bi erkên bi rêya Rewşa Awarte û KHK'yan ketine destê waliyan êdî veguherîne erkên berdewamiyî û got: "Armanca sereke tirs e. Bi rastî jî danberheviyeke cidî ya civakê çêbûye. Ji bo ev danberhevî nepeqe serî li qedexeyan dane." Yamaç, diyar kir ku qedexekirin sûceke qanûna bingehîn e.    ÎHD: DIBE BIBE SEDEMA ALOZIYÊ    Serokê Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Wanê Mûrat Melet jî, diyar kir ku Rewşa Awarte bi dawî bûye lê belê tiştên niha diqewimin tu ferqa wan û ên Rewşa Awarte ji hev tune ne. Melet, got: "Nahêlin tu rêxistiên civaka sicîl û rêxistinên demokratîk daxuyaniyan bidin. Walîtî vê biryara xwe tim taloq dike. Em parêzvanên mafên mirovan vê biryara şaş qebûl nakin. Dibe ku di civakê de bibe sedema tiştine cuda û wê ji ber vê mirov û dewlet zirarê bibînin. Eger hûn nehêlin mirov bi awayekî azad fikrên xwe bilêv bikin, wexta mirov nîqaşaşn nekin, neaxivin wê ev yek di civakê de bibe sedema aloziyê. Wê ev alozî zirarê bide tevahiya civakê."    'DIVÊ DESTÛR BÊ DAYÎN'    Melet, bal kişand ser daxuyaniya walîtiyê ku dibêje "Em li bajêr aramiyê dixwazin" û diyar kir ku li bajêr tu pirsgirêka aramiyê tune ye. Melet, anî ziman ku çalakiyên demokratîk mafê mirova ye û ew dixwazin di vê çarçoveyê de bi her awayî destûra çalakiyên di çaçroveya mafên mirovan de ne bê dayîn û divê walîtî dev ji vê biryara xwe ya qedexeker berd.    CHP: BILA BI DAWÎ BIBIN    Serokê CHP'a Wanê Mehmet Kûrûkçû jî destnîşan kir ku divê bi tu awayî mafê xwepêşandanên aştiyane û demokratîk neyê qedexekirin û sînordarkirin û mirov bi awayekî azad fikr û ramanên xwe bînin ziman. Kûrûkçû, got: "Wexta civak bitengije dixwaze xwe îfade bike. Astengkirina vê wê bibe sedema aloziyê. Loma divê qedexeyên bi vî rengî bi dawî bibin."    MA / Mujdat Can