ÊLIH - Operasyona leşkerî ya duh li çolterên gundên Kelekçî û Kayikli yên Heskîfê dest pê kir, bi dawî bû,
Duh li çolterên gundên Kelekçî û Kayikli yên navçeya Heskîf a Êlihê qedexeya derketina derve hat îlankirin, operasyona leşkerî dest pê kir û gelek leşker sewqî herêmê hatibûn kirin. Operasyona bi piştgiriya helîkopteran dewam kir îro bi dawî bû.
Di daxuyaniya hat dayîn de, hat îdîakirin ku 4 HPG’î hatine girtin, operasyon bi dawî bû û qedexeya derketina derve hat kirin.