Operasyona leşkerî ya li Heskîfê bi dawî bû 2019-05-29 15:39:21   ÊLIH - Operasyona leşkerî ya duh li çolterên gundên Kelekçî û Kayikli yên Heskîfê dest pê kir, bi dawî bû,    Duh li çolterên gundên Kelekçî û Kayikli yên navçeya Heskîf a Êlihê qedexeya derketina derve hat îlankirin, operasyona leşkerî dest pê kir û gelek leşker sewqî herêmê hatibûn kirin. Operasyona bi piştgiriya helîkopteran dewam kir îro  bi dawî bû.     Di daxuyaniya hat dayîn de, hat îdîakirin ku 4 HPG’î hatine girtin, operasyon bi dawî  bû û qedexeya derketina derve hat kirin.