Parêzerê Ocalan: Ji bo gelên Tirkiyeyê bû cihê hêviyek nû

  • rojane
  • 09:13 29 Gulan 2019
  • |
img

ÊLIH - Ji parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, Parêzer Muhdî Oztuzun rewşa piştî bidawîbûna grevên birçîbûnê derket holê nirxand û got: "Projeyeke Ocalan heye û çareseriyek kolektîf berpêş dike. Ji bo gelên Tirkiyeyê hêviyek nû çêbû." 

Peyama Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji aliyê gelek kesan ve tê nîqaşkirin. Ji parêzerên Ocalan Muhdî Oztuzun rewşa nû ji bo Ajansa Mezopotamyayê (MA) nirxand. 
 
'WÊ MUZAKEREYA DEMOKRATÎK TECRÎDÊ RAKE' 
 
Oztuzun, anî ziman ku tecrîd ji sala 1999'an ve didome, lê tenê carinan wexta hevdîtin pêk dihatin tecrîd nerm dibû. Oztuzun, anî ziman ku wexta wan hevdîtin bi Ocalan re çêkiribû Ocalan ji girtiyên din cudatir doza daxwazeke din nedikir û got: "Tecrîd, bi muzakereyên demokratîk dê rabe. Hin kesan berê got 'pêvajoya çareseriyê.' A rast ev ne pêvajoya çareseriyê ye. A heyî tenê pêvajoyeke diyalogê ye. Pêvajoya çareseriyê di demên muzakereyên demokratîk de pêkan e. Loma divê ji bo fikrên Rêberê Gelê Kurd di raya giştî de xwe bide der divê şert û merc bên peydakirin. Wisa difikirim wê tecrd jî wê çaxê bi dawî bibe." 
 
TECRÎDEKE SÊALΠ
 
Oztuzun, diyar kir ku li ser Ocalan tecrîdeke sêaliyî heye û got: "Hêzên navdewletî ji bo li Rojhilata Navîn bi ser bikevin nahêlin fikrên Rêberê Gelê Kurd bigihên civakê. Niha hewl didin fikrên wî ji PYD'ê jî qut bikin. Jixwe Rêberê Gelê Kurd gotibû ên li Îmraliyê ew pêşwazîkirin ne tirk bûne. Ev yek bixwe jî vê yekê piştrast dike. Xeleka din a tecrîdê jî AKP ye. AKP, bi siyaseteke rojana ji bo îktîdara xwe xelas bike tecrîdê didomîne. Baş dizanin mîmarê 7'ê Hezîranê kî ye. Hêla din a tecrîdê jî tevgera siyasî ya kurd yanî em in. Car heye bêyî em behsa Ocalan bikin em vê yekê dikin." 
 
Oztuzun, bilêv kir ku PKK ji bo Ocalan dibêje sermuzakerevan û loma divê fikrên Ocalan bigihên tevahiya civakê. Oztuzun, destnîşan kir ku rastî ev ixwe ye û bal kişand ser girîngiya çalakiyên greva birçîbûnê û rojiya mirinê yên girtiyan. Oztuzun, bilêv kir ku siyaseta heyî nikare tecrîdê bişikîne û got: "Tişta diviya siyaset bike girtiyan kir. Diviya barê vê pêvajoyê li girtî û dayikan nehatan barkirin. Lê belê girtiyan li dijî hemû xelekên tecrîdê derketin û ruhê 14'ê Tîrmehê gihandin roja îroyîn. Loma Rêberê Gelê Kurd peyam ji tevahiya girtiyan û dayikan re şandiye. Bi peyama 'heza neqed' Rêberê Gelê Kurd dixwaze bi wan re bi fikrên wan rêya xwe bidomîne." 
 
‘GIRTIYAN CAREKE DIN NAVNÎŞAN NÎŞAN DA' 
 
Oztuzun, diyar kir ku hêzên navdewletî dixwazin gelê kurd perçe bikin û "rêberekî" nû derxînin lê belê ev hewldana wan li çalakiya girtiyan qelibiye û got: "Rêberê Gelê Kurd Rojhilata Navîn baş nas dike. Projeya wî dibêje, bi feraseta neteweya demokratîk divê gel bi hev re bijîn. Niha ev hêz ji bo şertên pêkanîna planên wan çêbibin tev digerin. Girtiyan ji nû ve navnîşan nîşan da. Ev navnîşan hem nîşanî raya Tirkiyeyê hem jî raya cîhanê dan. Jixwe PYD bi daxuyaniya xwe ya dawî careke din ev yek nîşan da." 
 
Oztuzun, diyar kir ku pêşbîniyên Ocalan ên der barê Sûriyeyê de yeko yeko derketine holê û got: "Lê binerin berî şer çêbibe Ocalan di pêşbîniyên xwe de ev yek gotibû. Û wisa bû. Beriya 15'ê Tîrmehê wexta birayê wî Mehmet Ocalan çûbû Îmraliyê peyamek şandibû. Di vê peyama xwe bi peyveke hêsan bal kişandibû ser dagirkirina deverên wek El-Babê ku bi destê DYA'yê Tirkiye ev der dagir kirin. Dixwazin em û Tirkiyeyê pev biçin û em bêhêz bibin û bibin pêgirtiyên wan. Lê me çi qasî karibû ev vê yekê bixwîne? Ji bo em careke din şaşiyan nekin divê em tiştên Ocalan îşaret bi wan dike baş ji civakê re vebêjin. Niha ji bo gelên Tirkiyeyê û Rojhilata Navîn şansek derketiye holê." 
 
Oztuzun, bal kişand ser peyama Ocalan ku gotibû "30-40" û got: "Dîsa hêvî heye. Jixwe ew bixwe dibêje ev ne muzakere ye. Her wiha divê em peyamên wî danexînin asta siyaseta rojane. Divê em ji bo demeke dûr û dirêj lis er peyamên wî hûr bibin. Di peyamên xwe de tenê bang li dewletê nake. Aştî tenê bi dewletê re nabe. Aştî karê wijdanê ye. Aştî karê raya giştî ye. Bangawaziya wî ji bo hemû partiyên siyasî heye. Rêberê Gelê Kurd bang li gel jî dike. Dibêje bila polîs, leşker û gerîla nemirin. Tim bal dikişîne ser girîngiya siyaseta demokratîk. Hîn jî li pişt peyamên xwe yên sala 2013'a ye. Dîsa bilêv dike ku projeyên wî hene. Lê civakê jî tev li nav vî karî dike û behsa çareseriyeke hevpar dike. Di peyama w, ya 2'yê Gulanê de îmzeya girtiyên din jî li bin heye. Li vir em dikarin behsa qebûlkirina dewletê jî bikin. Jixwe ew kes wekî sekreteryayê çûbûn wira. Bi awayekî bimîze parvekirina peyamê tê wateya sekreterya hatiye qebûlkirin. Wisa difikirim wê hûrguliyên vê yekê di pêş de bêtir rû bidin." 
 
Oztuzun, anî ziman ku peyama Ocalan hêzê dide hêzên demokrasiyê û divê partiyên siyasî ji bo pêvajoyê projeyan amade bikin. Oztuzun, destnîşan kir ku tu tevkariya îtifaqa Cumhûr û Gel ji bo demokrasiyê tune ye û got: "Lê binerin Partiya ÎYÎ dibêje çi. Rêberê Gelê Kurd bang li her kesî dike û dibêje projeyên we çi ne. Divê projeyên ku tevahiya civakê daxilî nav wxe dikin hebin. Dibe em ji wî hez nekin. Mixabin li rojavayê welêt pirsgirêka kurd bi awayê cenazeyên leşkeran dibe rojev. Divê ev yek bi dawî bibe. Binerin, projeyeke Rêberê Gelê Kurd heye û çareseriyeke kolektîf berpêş dike. Ji bo gelên Tirkiyeyê dibe cihê hêviyeke nû. Dibe ev bên rexnekirin, ji bo rexneyê vekiriye. Lê bes em karibin baixivin, nîqaş bikin û bi mêjî herek bikin. Divê di siayseta rojane de pêşeroja gelan neyê mehkûmkirin." 
 
‘HÊVIYEKE NÛ' 
 
Oztuzun, got: "Em destûra tiştên xirab nedin. Ji bo gelên Tirkiyeyê û Rojhilata Navîn şanseke nû û hêviyeke nû çêbûye. Temam, dibe hûn hes nekin û hesasiyetên we hebin. Jixwe Rêberê Gelê Kurd jî behsa hesasiyetan dike. Wisa bawer dikim wê ev welat be rbi rojên ronî ve biçe. Çimkî di peyaman de ev yek dixuyê." 
 
MA / Metin Yoksu 

Sernavên din

31/05/2019
16:40 Îmam Şîş: Ev berxwedan rojên herî bi awate yên jiyana min bûn
15:40 Ekîn Ceren hat bibîranîn
15:24 Koordînasyona Krîz û Şandeya Şopandinê: Bi hinceta cejnê sewq rawestandin
15:19 Endamên Meclisa Şaredariya Dersimê: Daxwaza gel e
14:33 Di nîqaşa tabelayê de ji Dersimê bertek : Tûncelî navê komkujiyê
14:07 TJA: Em ê destûrê nedin tarîtiyê
13:53 Di Doza Panzêrê de mutalaa hat dayîn: Gotinên derbarê midurê polisan de derbasî girtekan nekirin
13:30 Mexdûrên îşkencê ji Erdogan re gotin: Ma me îşkence li xwe kiriye?
12:18 Beştaş: Li şûna reformê pêwistî bi guherîna qanûnê ya şênber heye
12:10 'Tirkiye di şerê navxweyî yê Lîbya de aligire!'
11:38 Li Amedê kesek hat girtin
11:24 Turkdogan: Têjekirina naveroka reformê em ê li Meclisê bibînin
10:03 Hdp’ê li Amedê fitar da
09:42 Li Sîlopî ciwanan bal kişandin ser tiryak û fihûşê
09:35 Meclîsa Bajarê Kerkûkê: Êrîşên terorîstî ji bo fitneyê ne
09:11 Tîryakî: Pirsgirêka kurd bi operasyonên leşkerî çareser nabe
09:10 Dayikên Laçik spî: Heta tecrîd bi temamî bê şikandin em ê li ber xwe bidin
09:10 Kiryar tên berdan, mexdûr dimirin
09:08 921 roj in li Wanê çalakî qedexe ne!
09:07 Dayikên girtiyan: Şikandina tecrîdê pir girîng e, armanca sereke azadiya Ocalan e
09:00 ROJEVA 31'Ê ADARA 2019'AN
08:33 Mufetîş ji bo îfade bidin bangî endamên Meclîsa Şaredariya Dersimê kir
30/05/2019
17:03 Strana 'Bewar' gihîşt guhdarvanan
15:55 Jinên Wanî: Emê li dijî tecawî dengê xwe bilind bikin
15:40 Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê TÎS'ê îmze kir
15:34 Ji polîsê bersûc ê rû bi rû ketin re pirsa ‘Qatîl! Te çima kuşt? kir
14:43 Li Bandirmayê girtiyan sewqî nexweşxaneyê nakin
14:37 14 Çalakgerên grevê ji nexweşxaneyan hatin derxistin
14:27 Serekkeşeyê Mêrdînê Ozmen serdana Mizrakli kir
14:23 Rojnameger Filîz Zeyrek tehliye bû
14:20 Başaran: Em bi nêzîkatiyên jiyana girtiyan dixin talokê re rû bi rû ne
13:59 Parêzerên Ocalan serlêdana ji bo hevdîtinê kirin
13:49 HDP'ê derbkirina belavkarê Rojnameya Yenî Yaşamê Hasan Ceyhan bir Meclisê
13:36 Li Kurkçulerê girtî nayin derman kirin
13:07 Rojnameger Çetîn Kûrşûn 3 sal ceza girt û tehliye bû
12:27 OHD'ê ji bo girtiyên ranakin nexweşxaneyê serî li AYM'ê da
12:26 Li Oltû girtî ji nexweşxanê derxistin
12:08 Li Qeyseriyê piştî serûm dan girtiyan rewşa wan xerab bû
12:03 HDP: Çareserî ne operasyon muzakereyên demokratîk in
11:23 Aqûbeta 3 hezar Êzidiyan nayê zanîn
11:23 Cenazeyê xwendekarê ku şiqitibû çem hat dîtin
11:07 Ji Amerîka, Rûsya û Îsraîlê civîna "Ewlehiya Rojhilata Navîn"
10:58 Di doza panzerê de parastin temam bû, li bendê ye dozger mutalaa bide
10:40 Bîlîcî: Xwedî li leşker û polîsên dîlgirtî dernakevin
09:51 Kurkçu: ‘Lihevkirin' berdewamiya mantiqî ya 'nexşeya rê' ya Ocalan e
09:38 Zaroka 5 salî ya rastî tecawizê hat bi birîndarî hat dîtin
09:18 Ji ber krîzê kes hew li def û zirnê jî dixe
09:17 Wezaretê destûr da, lê dadgehê got sûc e
09:17 Wê Desteya Hakeman a Bilind biryara dawî ya ji bo TUPRAŞ'ê bide
09:16 Ji ber wêneyê şînê girt doz lê hat vekirin
09:15 Xweziya xwe bi cejnên berê tînin: Êdî kes şekirê cejnê jî nakire!
09:15 Hevserokê Giştî yê DBP'ê Arslan: Bangawaziya Ocalan ji bo îktîdar û gelên Tirkiyeyê şansek e
09:00 ROJEVA 30'YÊ GULANA 2019'AN
29/05/2019
21:10 Der barê rojnamevan Kadrî Gursel de biryara tahliyeyê
16:25 Parlamenter tabûrcî bûn
16:14 Li Amedê 9 girtî tabûrcû bûn, tedawiya 27 girtiyan dewam dike
15:50 Li Sêrte çolterên 2 tax û 2 gundan ji bo 15 rojan hatin qedexekirin
15:49 Daxwaza rawestandina darizandina Leyla Guven hat red kirin
15:39 Operasyona leşkerî ya li Heskîfê bi dawî bû
15:16 Li Dersimê 6 zabita hatin binçavkirin
14:59 Malbatên leşker û polîsên dîlgirtîne li Meclîsê HDP û CHP ziyaret kirin
14:46 Heyeta Şopandina Greva Birçîbûnê banga 'Rêbera tedawiyê pêk bînin' kir
14:36 Malbatên leşker û polîsên dil girtî: Êdî bila çareserî pêk bê!
13:26 Piştî peyama Ocalan bi moraltirin
13:20 28 kesên li Xelfetî hatibûn binçavkirin anîn edeliyê
13:05 Doza JÎTEM'ê ya Qoserê: Rastiya sûcê dewletê nayê veşartin
12:45 Şaredariya Akdenîzê 227 karkerî ji Genel-İş'ê da îstifakirin
12:35 Li Pêrtaxê 4 kes hatin binçavkirin
12:34 Dadger ji parêzer re got: Dawa te pir kurte
12:21 Qata ku betona wê dihat rijandin rûxiya: 3 kes birîndar bûn
12:10 UKB'ê paşde gav avêt: Kûrkût bi guleya pekiyaye hatiye kuştin
11:30 ‘Emê şanoyê mîna şoreşekê li kolan û koçeyan bigerînin’
10:52 ÎHD: Girtiyên greva birçîbûnê di wesayîta rîngê de bi saetan bêav hiştin
10:30 Hevseroka Giştî ya SES’ê Erden: Divê wezaretên Dadê û Tenduristiyê bi me re tevbigerin
09:15 Dayikên Laçik spî: Peyama Ocalan bû cihê hêviyê
09:14 Qeyûmê Cizîrê ji bo 'meaşê' xwe yê 15 rojan şaredarî da ber îcrayê
09:13 Midûra qeyûm amûr û alav li kamyonê bar kirin û birin
09:13 Parêzerê Ocalan: Ji bo gelên Tirkiyeyê bû cihê hêviyek nû
09:12 'Tenê ne bavê me, zarokatiya me jî ji me standin'
09:11 Keça wê li girtîgehek dine lê ew li Amedê nobetê digire
09:10 Ji ber destek dan çalakiyên greva birçîbûnê 51 hezar TL ceza li wan hat birîn
09:09 Ji bo biçin zozanan, divê pêşî di lêpirsînê re derbas bibin
09:09 Dayika Zulkuf Gezen: Ez hatim ku mizginiyê bidim te
09:00 ROJEVA 29'Ê GULANA 2019'AN
28/05/2019
16:24 Girtî di bin kontrola 2 gardiyan, 2 leşker û polisekî de tên tedawîkirin
15:52 Di Doza JÎTEM’ê ya Qoserê de, ji bo bersûcan beraet xwestin
15:09 Girtiyên Siwêregê berî ku tedawiya wan temam bibe birin girtîgehê
14:49 Buldan: Dawiya têkoşîna demokratîk, teqez muzakereyên demokratîke
14:32 Şahidê doza Rojnameger Ataman: Bêyî ku bixwînim beyanan îmze kir
13:55 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
13:50 ÎHD: Girtî bi awayekî komî sewqî nexweşxaneyan tên kirin
13:46 Li Rihayê niha jî ‘îşkenceya bêşop’
13:00 Li Dihê 2 kes hatin berdan
12:59 4 kes li Edenê hatin binçavkirin
12:51 Li Kalkandereyê 80 girtiyan greva birçîbûnê duh bi dawî kir
12:45 Nêçîrvan Barzanî bû Serokê Herêma Kurdistana Federe
12:22 Belavkarê Yenî Yaşamê: Ji hêla polis û ewlekaran ve saet hatim derbkirin
12:13 Baroya Riha: Dozger derbarê işkencê dê lidipirsin dest pê kiriye
11:49 Çalakgerên rojiya mirinê yên Bakirkoyê sewqî nexweşxaneyê hatin kirin
11:29 Darizandina DAIŞ'iyan: Ji bo dadgeha navneteweyî nameyek 8 xal