Parêzerê Ocalan: Ji bo gelên Tirkiyeyê bû cihê hêviyek nû 2019-05-29 09:13:05 ÊLIH - Ji parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, Parêzer Muhdî Oztuzun rewşa piştî bidawîbûna grevên birçîbûnê derket holê nirxand û got: "Projeyeke Ocalan heye û çareseriyek kolektîf berpêş dike. Ji bo gelên Tirkiyeyê hêviyek nû çêbû."  Peyama Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji aliyê gelek kesan ve tê nîqaşkirin. Ji parêzerên Ocalan Muhdî Oztuzun rewşa nû ji bo Ajansa Mezopotamyayê (MA) nirxand.    'WÊ MUZAKEREYA DEMOKRATÎK TECRÎDÊ RAKE'    Oztuzun, anî ziman ku tecrîd ji sala 1999'an ve didome, lê tenê carinan wexta hevdîtin pêk dihatin tecrîd nerm dibû. Oztuzun, anî ziman ku wexta wan hevdîtin bi Ocalan re çêkiribû Ocalan ji girtiyên din cudatir doza daxwazeke din nedikir û got: "Tecrîd, bi muzakereyên demokratîk dê rabe. Hin kesan berê got 'pêvajoya çareseriyê.' A rast ev ne pêvajoya çareseriyê ye. A heyî tenê pêvajoyeke diyalogê ye. Pêvajoya çareseriyê di demên muzakereyên demokratîk de pêkan e. Loma divê ji bo fikrên Rêberê Gelê Kurd di raya giştî de xwe bide der divê şert û merc bên peydakirin. Wisa difikirim wê tecrd jî wê çaxê bi dawî bibe."    TECRÎDEKE SÊALΠ   Oztuzun, diyar kir ku li ser Ocalan tecrîdeke sêaliyî heye û got: "Hêzên navdewletî ji bo li Rojhilata Navîn bi ser bikevin nahêlin fikrên Rêberê Gelê Kurd bigihên civakê. Niha hewl didin fikrên wî ji PYD'ê jî qut bikin. Jixwe Rêberê Gelê Kurd gotibû ên li Îmraliyê ew pêşwazîkirin ne tirk bûne. Ev yek bixwe jî vê yekê piştrast dike. Xeleka din a tecrîdê jî AKP ye. AKP, bi siyaseteke rojana ji bo îktîdara xwe xelas bike tecrîdê didomîne. Baş dizanin mîmarê 7'ê Hezîranê kî ye. Hêla din a tecrîdê jî tevgera siyasî ya kurd yanî em in. Car heye bêyî em behsa Ocalan bikin em vê yekê dikin."    Oztuzun, bilêv kir ku PKK ji bo Ocalan dibêje sermuzakerevan û loma divê fikrên Ocalan bigihên tevahiya civakê. Oztuzun, destnîşan kir ku rastî ev ixwe ye û bal kişand ser girîngiya çalakiyên greva birçîbûnê û rojiya mirinê yên girtiyan. Oztuzun, bilêv kir ku siyaseta heyî nikare tecrîdê bişikîne û got: "Tişta diviya siyaset bike girtiyan kir. Diviya barê vê pêvajoyê li girtî û dayikan nehatan barkirin. Lê belê girtiyan li dijî hemû xelekên tecrîdê derketin û ruhê 14'ê Tîrmehê gihandin roja îroyîn. Loma Rêberê Gelê Kurd peyam ji tevahiya girtiyan û dayikan re şandiye. Bi peyama 'heza neqed' Rêberê Gelê Kurd dixwaze bi wan re bi fikrên wan rêya xwe bidomîne."    ‘GIRTIYAN CAREKE DIN NAVNÎŞAN NÎŞAN DA'    Oztuzun, diyar kir ku hêzên navdewletî dixwazin gelê kurd perçe bikin û "rêberekî" nû derxînin lê belê ev hewldana wan li çalakiya girtiyan qelibiye û got: "Rêberê Gelê Kurd Rojhilata Navîn baş nas dike. Projeya wî dibêje, bi feraseta neteweya demokratîk divê gel bi hev re bijîn. Niha ev hêz ji bo şertên pêkanîna planên wan çêbibin tev digerin. Girtiyan ji nû ve navnîşan nîşan da. Ev navnîşan hem nîşanî raya Tirkiyeyê hem jî raya cîhanê dan. Jixwe PYD bi daxuyaniya xwe ya dawî careke din ev yek nîşan da."    Oztuzun, diyar kir ku pêşbîniyên Ocalan ên der barê Sûriyeyê de yeko yeko derketine holê û got: "Lê binerin berî şer çêbibe Ocalan di pêşbîniyên xwe de ev yek gotibû. Û wisa bû. Beriya 15'ê Tîrmehê wexta birayê wî Mehmet Ocalan çûbû Îmraliyê peyamek şandibû. Di vê peyama xwe bi peyveke hêsan bal kişandibû ser dagirkirina deverên wek El-Babê ku bi destê DYA'yê Tirkiye ev der dagir kirin. Dixwazin em û Tirkiyeyê pev biçin û em bêhêz bibin û bibin pêgirtiyên wan. Lê me çi qasî karibû ev vê yekê bixwîne? Ji bo em careke din şaşiyan nekin divê em tiştên Ocalan îşaret bi wan dike baş ji civakê re vebêjin. Niha ji bo gelên Tirkiyeyê û Rojhilata Navîn şansek derketiye holê."    Oztuzun, bal kişand ser peyama Ocalan ku gotibû "30-40" û got: "Dîsa hêvî heye. Jixwe ew bixwe dibêje ev ne muzakere ye. Her wiha divê em peyamên wî danexînin asta siyaseta rojane. Divê em ji bo demeke dûr û dirêj lis er peyamên wî hûr bibin. Di peyamên xwe de tenê bang li dewletê nake. Aştî tenê bi dewletê re nabe. Aştî karê wijdanê ye. Aştî karê raya giştî ye. Bangawaziya wî ji bo hemû partiyên siyasî heye. Rêberê Gelê Kurd bang li gel jî dike. Dibêje bila polîs, leşker û gerîla nemirin. Tim bal dikişîne ser girîngiya siyaseta demokratîk. Hîn jî li pişt peyamên xwe yên sala 2013'a ye. Dîsa bilêv dike ku projeyên wî hene. Lê civakê jî tev li nav vî karî dike û behsa çareseriyeke hevpar dike. Di peyama w, ya 2'yê Gulanê de îmzeya girtiyên din jî li bin heye. Li vir em dikarin behsa qebûlkirina dewletê jî bikin. Jixwe ew kes wekî sekreteryayê çûbûn wira. Bi awayekî bimîze parvekirina peyamê tê wateya sekreterya hatiye qebûlkirin. Wisa difikirim wê hûrguliyên vê yekê di pêş de bêtir rû bidin."    Oztuzun, anî ziman ku peyama Ocalan hêzê dide hêzên demokrasiyê û divê partiyên siyasî ji bo pêvajoyê projeyan amade bikin. Oztuzun, destnîşan kir ku tu tevkariya îtifaqa Cumhûr û Gel ji bo demokrasiyê tune ye û got: "Lê binerin Partiya ÎYÎ dibêje çi. Rêberê Gelê Kurd bang li her kesî dike û dibêje projeyên we çi ne. Divê projeyên ku tevahiya civakê daxilî nav wxe dikin hebin. Dibe em ji wî hez nekin. Mixabin li rojavayê welêt pirsgirêka kurd bi awayê cenazeyên leşkeran dibe rojev. Divê ev yek bi dawî bibe. Binerin, projeyeke Rêberê Gelê Kurd heye û çareseriyeke kolektîf berpêş dike. Ji bo gelên Tirkiyeyê dibe cihê hêviyeke nû. Dibe ev bên rexnekirin, ji bo rexneyê vekiriye. Lê bes em karibin baixivin, nîqaş bikin û bi mêjî herek bikin. Divê di siayseta rojane de pêşeroja gelan neyê mehkûmkirin."    ‘HÊVIYEKE NÛ'    Oztuzun, got: "Em destûra tiştên xirab nedin. Ji bo gelên Tirkiyeyê û Rojhilata Navîn şanseke nû û hêviyeke nû çêbûye. Temam, dibe hûn hes nekin û hesasiyetên we hebin. Jixwe Rêberê Gelê Kurd jî behsa hesasiyetan dike. Wisa bawer dikim wê ev welat be rbi rojên ronî ve biçe. Çimkî di peyaman de ev yek dixuyê."    MA / Metin Yoksu